Resûlûllah gotî ey hevalê min
Ka fikra xwe eşkere kin jibo min
Se'dê Mu'az meselê zû fêm dike
Ya Mûhemmed tu Ensara qesd dike
Armanca min erê hûnin ey Ensar
Se'd got jê re em venagerin tucar
Me bi rastî bê hîle îman anî
Wê di şer de halê bibe xuyanî
Ger bi rastî tu berê me bid behrê
Em venakşin nabêjin tiştê ne l-rê
Di cenga de em bi sebr in natirsin
Wê çav bi me ronî bibe bê pesin
Bi vê peyvê Resûlûllah kêfxweş bû
Şubhe nema wechê teva pêr geş bû
Resûlûllah emir da go l-nêzîkî
Bîrên avê kemîn bigrin li cîkî
Rabû ser xwe Hubabê lawê Munzir
Gotî ma qey ferz e em deynin li vir
Gotî naxêr siyaset û tedbir e
Ka fikra xwe bêjin nekin texsîre
Hubab digot emê herin ser avê
Lewra jiyan dewam nake bêyî vê
Fikra Hubab hatiye qebûlkirin
Li ser avê danîn ji wir bar kirin
Eshabiya li ciyekî mu'teber
Wan çêkirin sîdanek j-bo pêxember
Resûlûllah du'a dikir wê demê
Va qureyşî hatin tev kibr û zulmê
Ya Rebbena dujminaya te dikin
Va hatine bi pîlan û bi dekin
Ya Rebbena soza te ya zaferê
Em dixwazin alîkaryê l-vê derê
Ya Rebbena em musluman hindikin
Dujminê me gelek pir, ne henekin
Ger tu hîlak bike vê koma hindik
Hew tê kirin 'îbadet ji ter xweşik
M. Salih AKAY