Piştî Ensar qebûl kir de’wa Îslam
Ev deng bilind bûye li nav xasû ‘am
Mûhemmed go hicreta we Medîne
Li diyarê kufrê kesek nemîne
Ketin riya jibo xatrê hicretê
Wan berê xwe dan bajarê Teybetê
Eshabî tev derketine ji welat
Her tiştê xwe hiştin ew bi dilşewat
Eshab temam amade bûn pêşbazî
Ji Mekkehê herkes derket bi dizî
Lawê Xettab ‘Umer Farûq bi tenê
Li ber çava eşkere çû Medînê
Resûlûllah xeber da Ebûbekir
Du heb deve kirî şexsek kirê kir
Ehlê şirkê l-Darun Nedwe tev civîn
Wê Mûhemmed bikujin pîlan danîn
Her ‘eşîrê xortekî pir sivik jîr
Şandin ser wî ew dipêçan çar hawîr
Wan bi şevê êrîş kirin seranser
Jibo xwîna Resûlûllah bib heder
Wan mala wî temam pêçan her alî
Resûlûllah li şûna xwe hişt ‘Elî
Ayet xwend û ax avêtî çavê wan
Di xewre çûn bêhiş ketin li meydan
Çûye mala Ebûbekir wê demê
Çûn şikeftê li çayê sewr bi ğemê
Sê roj û sê şeva mane l-şikeftê
Bê çare man muşrik ketin heyretê
Şop gerandin li ber deryê şikeftê
Du kew dîtin muşrik ketin dehşetê
Ev hal dîtin ew bi şûnde vegeryan
Bi poşmanî zêde dibû kerba wan
‘Emrê Fuheyr şivanê Ebûbekir
Jibona şîr bid wan diçû pez dibir
Her roj lawê Ebûbekir ‘Ebdullah
Ji bajarê Mekkehê tanî agah
Sê roj çûne muşrik ji hev feşkilîn
Ne gihaştin armanca xwe bûn ğemgîn
‘Ebdullahê Ureyqît rehberê wan
Pere dan wî rê bike nîşanî wan
Karwanê wan meşiyane şev û roj
Muşrik bûne wek bizotê agrê doj
Tarîxek nuh destpêka wê bû hicret
Hicreta wî-j cîhanêr bû bereket
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat