(Zemanek) hebû dikandarek digel tûtî Bûd beqalî û vey ra tûtî
Xweşdeng û renghêşîn û xebergo bû tûtî Xoşnevayî, sebzî ve gûya tûtî
Di dikanê de, ew bûbû notirvanê dikan Ber dukan bûdî nîgehban-i dukan
Nuktedan bû nukte digerand li ber taciran Nukte goftî ba heme sûdageran
Di xîtabê de wek însanê natiq[1] bû Der xîtab-i ademê natiq bûdî
Bi newayê di nêv tûtiya de haziq[2] bû Der nevay-yî tûtiyan haziq bûdî
Xwedî rojek ber bi malê çûbû Xoce rûzî sûy-i xane reftebûd
Tûtî di dikanê de notirvan mabû Der dukan tûtî nîgehbanî nimûd
Ji nişka ve pisîkek peyda bû di dikan Gorbeî ber cist nageh ber dukan
Ew li pê mişk bû, tutî hilpekî ji tirsa can Behr-i muşî tûtîyek ez behr-ican
Firr da çû li goşekî dikanê danî Cest ez sûy-î dukan sûyî gorîxt
Şûşeyên rûnê gula rêt bi xwarê de anî Şîşehayê ruẋen-î gul r ara berîxt
Xwedîyê wî vegerî ji mal hate dikanê Ez sûy-i xane be yamed xwace eş
Wek dewlemendê dilrihet rûnişt di dikanê Ber dukan benşest farîẋ xwaceveş
Dît ku dikan noqî rûn e, hem wî berg û cil Dîd por ruxen dukan û came çerb
Derbek danî li serî, tûtî ma serzelût û kel Ber sereş zed, geşt tûtî kel zî żerb
(Tûtî) çend roj hew xeberdan xir Rûzekî çendî sûxen kutah kerd
Mirovê beqal bi nedametî pir ax kir Merdê beqal ez nedamet ah kerd
Ruyê xwe dikşand û digot: Hey wax li min Rîş ber mîkend û mîgoft: Ey dirîẋ
Ku çuye bin ‘ewr afîtaba nî’mettê di min Kî afîtab-i nîmetem şod zîrî mîẋ
Xwezî destê min bişkestina ew zeman Destê men beşkestebûdî an zeman
Ku ez çûme ber serê (tûtîyê) xweşziman Çun zedem men ber serê an xoşzeban
Dida wî bi her derwêşî xelat û hediye Hedyeha mîdad her dervîş ra
Da ku vebe devê teyrê wî dîs bişteẋile Ta bi biyabed nutq-i murẋ-i xwîşra
Piştî sê şev û sê roja ḥeyran[3] û bêzar Be’d se rûz û se şeb ḥeyran zar
Rûniştibû li dikanê, neumîdwar Ber dukan benşeste bûd nevmîdvar
Tiştên xerîb û balkêş bi wî teyrî nişan Mînumûd an morx ra hergûn şigoff
Da ku dîs biştexile û vebit lê ziman Takî başed kender ayed begoft
Di wir ve buhurî cewlaqîyek[4] serzelût Covleqî-î serbirehne mîguzeşt
Bê mû bû serê wî misle tas û teşta rût Ba serê bîmû çu postê tas û teşt
Tûtî dest bi xeberdanê kir ew ziman Tûtî ender goft amed der zeman
Bang li derwêş kir gote: Ey fulan Bang ber dervîş zed kî hey fulan
Tu çima keçeli? Çima ketî nav keçela? Ez çi î kel? ba kelan amîxtî?
Gelo ma te jî şûşa rûn rêtiya hela hela! Tu meğer ez şîşe ruẋen rîxtî?
Keniyan hemî xelk bi vê qiyasa di wî Ez qiyaseş xende amed xelq ra
Lew saḥibê cubbeê wek xwe ḥesiband wî Kî û çu xod pindaşt saḥibdelq ra
Tu hîç qiyas me ke bi xwe re karê pakan Kar-i pakan ra qiyas ez xod megîr
Şîr û şêr[5] gerçê yek bin nivîsandina wan Gerçê maned der nîbîşten şîr û şîr
Cumle alem bi vî sebebi derketin ji riya heq Cumle ‘alem zîn sebeb gumrah şod
Kêm kes hayîdar bûn ji ‘ebdalên Heq Kem kesî zî ‘ebadl-i Heq agah şod
Serî bi enbîya re kişandin Hem serî ba enbîya berdaştend
Ewlîya wek xwe hesibandin Evlîya ra hem çu xod pîndaştend
Gotin: Nuho em jî beşer in ew jî beşer Gofte: Înek ma beşer îşan beşer
Em û wan mehkûmê xew û xwarinê her Ma vû îşan beste-î xwabîm û xwer
Wan ji koraniya xwe nedizanibû ku nuha În nedanistend îşan ez ‘ema
Heye ferqîyet di mabeyna wan bê munteha[6] Hest ferqî der miyan bî munteha
Du new‘ê mêşan çêriyan li yek mer‘ekî Her do gûn zenbûr xordend ez meḥel
Ji yekî jeḥr peyda bû hunguv ji yekî Lîk şod zan nîş û zîn dîger ‘esel
Du xezala li yek cîkî gîya xwarin digel av Her do gûn ahû giya xordend û ab
Ji yekî sergîn peyda bû ji ya dî miskeav[7] Zîn yekî sergîn şod û zan muşk-î nab
Du neya av vexwarin ji çavkanîyeki Her do ney xordend ez yek abxer
Yek xalî ma ji şekir tijî bû nava yekî În yekî xalî yû an dîger şeker
Mîsalên wihareng tu bi sed hezaran bibîn Sed hezaran înçonîn eşbah bîn
Ferqa bi heftê salî tu di nabeyna wan bibîn Ferqişan heftad sale rah bîn
Ev dixwe (xwarina wek) gû jê cûda dibe În xored gerded pelîdî zû cûda
Ew dixwe nûra Xweda lê peyda dibe An xored gerded hemî nûr-i Xuda
Ev dixwe tim jê dizên çavtengî û hesed În xored zayed heme boẋl û ḥesed
Ew dixwe jê dizên tim eşqa Eḥed An xored zayed heme ‘işq-i Eḥed
Ev zemîn pak e, ew şor û hişk[8] û bed e În zemîn pak, van şûr est û bed
Ev ferişte a pak[9] e ew cinawirek dirind e În firişte-î pak û an dîv est û ded
Rast e, gerçê bi suret herdû manendê hev Her do suret ger behem maned revast
Lê yek ava tal e yek ava şîrîn û bi sefa ye tev Ab-i telx û ab-i şîran ra sefast.
[1] İnsanê natiq: İnsanê ku diştexile
[2] Haziq: Serhosta
[3] Heyran: Şaş û maş
[4] Cewlaqî: Ewsôfî ne ku ser û ruyê xwe bi dûzana kurr dikin da ku xwe di nezera xelkê de veşêr in.
[5] Nivîsandina wan yek bit jî ji yekî mebest Şîre ji a dî şêr re.
[6] Bê münteha: Bê dawî
[7] Miskeav: Ava miskÊ, misk
[8] Şor û hişk: Hişkeber ango bi tirkî çorak
[9] Ferişte a pak: Milyaketa pak