Tu bibhîze ji neyê bi çi rengî hîkayet dike Bişnov ez ney çun hîkayet mîkuned
Ji cûdahîyê bi çi dengî şîkayet dike Ez cûdayîha şîkayet mîkuned
Ji wexta ez ji neyîstanê hatime birrîn ta nuha Kez neyîstan ta mera bobrîde end
Jin û mêr dinalin ji fî‘xana min ‘heta nuha Ez nefîrem merd û zen nalîde end
Min sîne pare pare ye ji derdê fîraq Sîne xahem şerhe şerhe ez fîraq
Ta bibêjim şerha derdê îştîyaq[1] Ta begoyem şerh-i derdê îştîyaq
Herkesê ku dûr bimînit ji eslê xwe Her kesî kî û dûr mand ez eslê xîş
Baz dide bi bal roja weslê[2] xwe Baz cûyed rûzgar-i veslê xîş
Ez di her civatê de bi nalîn û fîxan im Men be her cem‘îyetî nalan şodem
Hevalê bed‘hala hem hevalê xweş‘halan im Coft-i bed‘halan û xoş‘halan şodem
Herkes li gor zenna xwe bû yarê min Her kesî ez zennê xod şod yar-i men
Kes di dil de negerî ka çiye esrarê min Ez derûn-i men ne cost esrar-i men
Sirrê min ji nalîna min nîne dûr Sirrê men ez naleî men dûr nîst
Lê di her çav û guhî de nîne ew nûr Lîk çeşm û guş ra an nûr nîst
Ten ji can, can ji ten mestûr[3] nîne Ten zî can û can zî ten mestûr nîst
Ji kesî re çavê candîtox destûr nîne Lîk kes ra dîd-i can destûr nîst
Agire ev banga neyê ne ba ye Ateş est în bang-i nay û nîst bad
Ê ev agir ne li ba be tune be rewa ye Her kî în ateş nedared nîst bad
Agirê eşqê ye ku dikevit neyê Ateş-i ‘işq est k’ ender ney futad
Coşîna eşqê ye ku dikevit meyê Cûşîş-i ‘işq est k’ ender mey futad
Ney, hevalê herçî kesê ji yar veqetî Ney ‘herîf-i her kî ez yar-i borîd
Perdeyên wê perdeyên me dirandî[4] Perdehayeş perdehay-i ma derîd
Gelo kesî wek neyê jehr û tiryaq[5] dîtîye Hem çu ney zehrî yû tîryaqî kî dîd
Gelo kesî wek neyê demsaz[6] û muştaq dîtîye Hem çu ney demsaz û muştaqî kî dîd
Ney behsa riyên purxun dike Ney hedîs-i rah-i purxun mîkûned
Behsa qisseya eşqê Mecnûn dike Qissehay-i ‘işq-i Mecnûn mîkûned
Me‘hremê vî hişî her bêhişî ye Mehremê în hûş coz bîhûş nîst
Ji bil guh ev ziman bê muşterî ye Mer zeban ra muşterî coz gûş nîst
Digel xemên me roj bê mane çûn Der ‘xemê ma rûzha bîgah şod
Roj bûne hevalrê digel şaşiyên me çûn Rûzha ba sûzha hemrah şod
Ger diçin bila biçin roj, me tirs nîne Rûzha ger reft, gû rev bak nîst
Tu bimîne ey ewa ku ji te paktir nîne Tu beman ey an kî çun tu pak nîst
Ji bil masî her kes xapîya bi avê Her kî coz mahî zî abeş sîr şod
Rizqê kê nebit roj lê dirêj bûn di gavê Her kî bîruz îst rûzeş dîr şod
Ne hayîdar e ji halê yê patî ê xam Der neyabit ‘hal-i poxte hîç xam
Bes peyv bi kurtî baş e we s-selam Pes suxen kutah bayed we s-Selam
[1] İştîyaq: Di vir de bi mana jihevveqetînê ye.
[2][2] Roja weslê: Roja wislet û hevgîhiştinê
[3] Mestûr: Yanî veşartî
[4] Yanî perdeyên neyê perde ji ser sirrên me hilanî
[5] Tiryaq: Di vir de bi mana panzehir e
[6] Demsaz: Di vir de bi mana wan kesa ye hevdeng û hevrengê hevin, pir xweş bi hev dikevin, li hev dikin û bi ser hev de diçin. Bi Tirkî dibêjinê qafadengî, bi kurdî hemkûf e.