Ji Îmamê ‘eli hat rîwayertkirin
Dıwe’za xwede ev nesihetkırın
Nebe tu ji wanên ku cennet bivên
Evê bê ‘emel ucrata xwe divên
Kesê îş bikê ucreta wi heye
Bêlê ye nekê de’we beyhude ye
Nebe wey kesê tewbê te’xîr dıke
Dibê hêja zûye û keyfê dike
Ew e xefka şeytên li ber wan veda
Weke kew li daba kevê berneda
Nebe j-wan kesê ku zimanê ewan
Heqiyê dibêjin weki zahidan
Belê qelbê wi ‘aşiqê dunyayê
Şev û roj ji bo wê xewa wi nayê
Dema dewlemendbe gelek birçiye
Dema ew feqirbe qet neraziye
Nebe-j wan kesê şîreta qenciyê
Lixelqê dikit ew xwe guh nadiyê
Nebe wek kesê-j qenca pir hezdike
Belê ew xwe daîm neqencyê dike
Çiqa ew ji neqenca pir ‘aciz e
Bixwe ew neqec e xebîs û diz e
Nebe-j wan kesê-j suhbeta te hatî
Digel bê kes û wan feqira keti
Ku pirtir ji wan hezdikê-j suhbeta
Xweyê mal û rutba mezin ya feta
Digel suhbeta lehwû le’ba serîh
Digel sebb û zemm û kelamê qebîh
Nebe-j wan kesê ku gunahên mezin
Ji bu wan pir in lew ji mirnê-d revin
Belê cardi ew her dewamê li ser
Ewan gunehan her dikin ser biser
Dema ew nexweş ket pûşîman dibî
Dema sağ dibê ğafil e har dibî
Ji xwe pir dimîne ecibmayî ew
Dema sihheta wî li cih be qelew
Belê wextê ku ew nexweşbê hema
Bê hêvî dimînî lihemm û ğema
Gelek bit re wextê ku zengîn dibê
Dema ew feqir e bê umit dibê
Eva heft kisa hûn ji dil nas bikin
Biya vî Îmamê Eli tam bikin