Hz. Îbrahîm pîrê tewhîdê ye. Jiyana wî tev îmtîhan e, di her qonaxên jiyana xwe de tekoşîna tewhîdê û teslîmbûna li Xwedê heye.
Bavê wî û gelê wî heqaret lê kirin, gelek caran bi kuştinê hat tehdîdkirin, Nemrûd wî avêt nav agir, jina xwe Hacer û kurê xwe yê di nav pêçekê de li çoleke bêav berda, kurê xwe yê zarok ji Xwedê re qurban kir...
Rebbê me ji ber teslîmîyeta wî ya bêdawî li hember belayên ku di têkoşînê de pê re rû bi rû maye, wî dike mijara nêzî 200 ayetan, di 25 sûreyan de rasterast behsa wî dike û navê “Îbrahîm” jî li sûreyeke serbixwe daye.
Rebbê ‘Alemê di'aya wî qebûl kir û heta roja qiyametê navê wî bi navê Pêxemberê me re (s.x.l) di nimêj û selewatan de domand.
Em muteşekkir in ji birayên xwe yên mucahîd ên li Xezzeyê ku îro ji bo ummetê cihê serbilindiyê ne. Birayên me yên li Xezzeyê di du mijaran de dişibin têkoşîna Hz. Îbrahîm. Emê wan her dû mijaran bi kurtî binivîsînin.
Yek ji wan wekheviya Îbrahîmê ku pût şikandin û mucahîdên ku Tofana Eqsayê pêk anîn. Dema ku em bi perspektîfa dinyayê li bûyerê dinêrin, ne şikandina putan ne jî operasyona Tofana Eqsayê nayê fêmkirin. Lê belê bi van tevgeran hem Hz. Îbrahîm hem jî mîmarê Tofana Eqsayê civakan bi bedelê fedakirina xwe şiyar kirin.
Hz. Îbrahîm dikaribû pêşbînî bike ku piştî pûtên Nemrûdê despotîk şikand, wê çi bê serê wî. Her wiha mucahîdên qehreman ên li Xezzeyê jî pêşbînî dikirin ku piştî Operasyona Tofana Eqsayê dê çi were serê wan.
Belê, piştî Tofana Eqsayê li Xezzeyê bi dehhezaran şehîd çêbûn, qirkirin û zulmeke mezin ku li cîhanê kêm tê dîtin tê kirin. Lê belê bi milyonan Misilmanên dinyayê şîyar bûn û bi deh hezaran kesên ne Misilman bûn Misilman.
Li hemû cîhanê maskeyê cihuyan ket û rûyên wan ê qirêj hat naskirin. Her wiha rûyê Ewrupa û Emerîka jî hat naskirin. Ew Ewrupa ku bi caran behsa Mafên Mirovan û demokrasiyê dikirin rûyên wanî sextekar jî hat fehmkirin.
Her wiha îro li hember qetlîam û komkujîya siyonîstên işxalker jî gelê Xazzeyê yê birûmet û mucahîdên wan ên qehreman tenê xwe sipartine ayeta “Hesbunallah weni’melwekîl…”
Belê, çawa ku Hz. Îbrahîm (Silava Xudê lê bin) tevî gefên kuştinê, avêtina nav agirê Nemrûd û heqareta gelê wî bi sebir têkoşîna xwe ya tewhîdê domand, îro jî mucahîdên li Xezzeyê li pey şopa Hz. Îbrahîm dimeşin û ji bo de'wa tewhîdê xwe feda dikin.
Misilmanên Filistîn jî bi deh salan bi kuştinê hatine tehdîdkirin, ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatine qetilkirin, ji alîyê dewletên ‘Ereban û dewletên ku xelkê wan Misilman in ve heqaret li wan hatîye kirin...
Li hember van hemû felaketan jî wek pîrê tewhîdê Hz. Îbrahîm (Silava Xudê lê bin) ew jî sebir dikin û bi temamê teslîmîyeta xwe ji Xwedayê Te’ala re teslîm dibin.
Em bawer in çawa ku Rebbê me emir daye agir û gotîye: “Ey agir! Ji Îbrahîm re sar û selamet be” (Sûreya Enbiya, 69) û agir Îbrahîm neşewitand, îro li Xezzeyê jî dê aqibetek wisa bide mêrxasên mucahîd.
Dîsa çawa ku Rebbê me Nemrûd û leşkerên wî rezîl û riswa kir û wan jî bo 'alemê kir 'ibret, ew ê Cihuyên sîyonîst jî rezîl û riswa bike û ji 'alemê ra bike 'ibret inşeallah.
Di'a me ji Rebbê me ew e ku em jî bi çavê dinê vê aqibetê bibînin. Amîn.