Ji hecra dilbera nazik
Me pur efxan û nalîn e
Mureffeh qet nebûn carek
Bi wesla yarê şêrîn e
Di dil hilbû qewî narek
ji ber wî me qerar nîn e
Kesê ku dil mu’elleq bit
Bi damana dilawîzan
Çisan dê dil mureffeh bit
ji xwûnrîziyê xwûnrîzan
Peyapey dê muqedder bit
Ji hecra şekkeramîzan
Necat û raheta canî
Me can şabaşê canan e
Bi nisbet mahê tabanî
Ziyabexşê dil û can e
Ji me’yûsî û hirmanî
Me nalîn kahê keywan e
Belê bo dil heyîn rahet
Welê hirman û me’yusî
Li wan ev reng bûwê ‘adet
Di gel neyreng û salûsî
Bi ‘aşiq qet nezer nadet
Meger îlla bi casûsî
Qeba surxê ‘itirsayî
Li mehrûya şekerxende
Li canê bê dilê mayî
‘Eceb renc û ‘eceb derd e
Li pêş ber wî dilarayî
Qewî mehcûr û şermende
Seraser têk û têk nalîn
Dikit can û dil û dîde
Ji ber cewra wî dil bû xwîn
Çu şaxê bîdê lerzîde
Bi ev deib û bi ev ayîn
Dibî Fethî tu xemdîde