Gelî Kurdan li dora xwe nezerkin
Tevgera ‘alemê çi ye fikirkin
Xweda Xaliq ku dame fikr û ‘eql e
Bi wan em kar û îşê xwe durustkin
Di destpêka jiyanê de Xweda şand
Suhûf û hem kîtap ji bo me ‘ebdan
Resûlan wan ji bo me xwend bi tefsîl
Ji bo em jî bixwînin bidne dû wan
Evê dewra me ku axir zeman e
Xwda şand tê de kîtab û beyan e
Kîtab Qur’an a mu’cîzul beyan e
Kesê xwenda ji wan ev bû ‘eyan e
Xweda sond xwar bi qelem û nivîsê
Ji bona em qîmet bidne nivîsê
Kîtab û xwendin û tefekkura-d wan
Heçî pê girt xelas bûn ew ji xebîsê
Bilindbûn û ‘ezîzî-b xwendinê ye
Ne bi çavberdana rêça Ğerbê ye
Xwendina ku ew bi navê Xweda be
Rihetîw dilşadî tê da xuya ye
Ji bo Kurdan xwendina ‘ilm û ‘îrfan
Di gel fikrên hizirmend û fuhûlan
Wacibê yekem dizanin pêşewa
sahibê ‘eqlê selîm û qulûban
Kesê girtiyê-b dujminê Xwedê ye
Yan li dû înkara wehyû heqyê ye
Welew bar bar kitêban hilgire jî
Xaliqê ‘alem ew şibhand kerê ye
Dahşik çiqas beza û bi qewet be
Ji cinsekî esîl û bin emir be
Mezin bibew barê wî jî kitêb bin
Ewê jî her wekî bavê xwe ker be