Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

JI ARŞÎVA 'EBDURREQÎB YÛSIF HATINA BEDÎ'UZZEMANÊ NÛRSÎ BO GUNDÊ ZIVINGÊ LI BOTAN

Hêmin Omer Hêmin Omer
02.07.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Salek Bedî’uzzeman hat gundê me Zivinga Hacî 'Eliyan di rêya xwe da ji Wanê bo nik Mistefa Paşayê Mîrê ji serokên siwarên Ḧemîdiyê, heta sulhê di navbeyna Şekir Ağayê Giravî û Mist

Roja 7ê nîsana sala 2018an li Zaxoyê, Mela Ehmed[1] Yusifê birayê min, ku min dîdarek bi dengê wî   tomar[2] kir bi rîkorda destî, wî got: Salek Bedî’uzzeman hat gundê me Zivinga Hacî 'Eliyan di rêya xwe da ji Wanê bo nik Mistefa Paşayê Mîrê ji serokên siwarên Ḧemîdiyê, heta sulhê di navbeyna Şekir Ağayê Giravî û Mistefa Paşa da bike.'Eşîreta Mîra ya kuçe havînan heta hinek zozanên Hekarî diçû. Şekir Ağa serokê ‘eşîreta Giravî û serokê hemî 'eşîretên Ertûşî jî bû û di nêv wan û mîran da nexweşî peyda bibû. Êdî Bedî’uzzeman ji Wanê hat heta biçe nik Mistefa Paşa li derdora Cizîra Botan û sulhê bixe nêvbeyna wan, ku dibe Şekir Ağa Bedî’uzzeman rêkiribê. Şekir Ağa nav û bangekê mezin heta evroke jî paş xwe hêlaye, ji ber ku dijê[3] dewleta Osmanî bû hat î'damkirin ji aliyê dewleta Osmanî ve.

Bedî’uzzeman siwarê wilağek[4] bû û hinek mirov jî digel wî da bûn. Wextê hate Zivingê, çû mizgeftê. Mela Mihemedê bavê Mela Ehmedê Zivingiyê muftiyê Qamîşlo û xudanê şerha dîwana Melayê Cizîrî dersa feqîyan digot û bi her du çehvan kor bibû. Bedî’uzzeman guh li dersa wî girt û hinek pirsyarên 'îlmî jî jê kirin û Mela Mihemed baş cewaba wî da. Bedî’uzzeman jî got: “Min nedizanî melayê wiha zana wek Mela Mihemed li Botan hene” û keyfa wî ji Mela Mihemed re hat.

            Bedî’uzzeman ku wî çaxê law[5] bû, jê ra digotin Mela Se'îdê Meşhûr. Gotibû: “Me biben malekî ku keda wan helal be, heta em nan li mala wan bixon.” Gotibûn: “Evahe[6] mala Hacî 'Elî ye û keda wan helal e.” Mal jî diket tenîşta[7] rojhilata derîncên mizgeftê yên ku di tehtê da hatine dirustkirin.

Wextê ew û hevalên xwe biribûn mala Hacî 'Elî hêjîrên nêv difsê danîbûn ber wan. Wextê Bedî’uzzeman xwaribû gotibû: “Xwarina wiha xweş  min nexwariye û gelek xweş e û  li tu cihan jî min ev xwarin nedîtiye.” Hêjîrên nêv difsê[8] mureba hêjîraye ku hêjîrê zerk têxin nêv difsê/ doşabê da û pêkve dikelînin û paşê têxin nêv cerkên/ den/ kûpe mezin da heta du sê salan xerab nabe. Hêjîrê zerk texlîtek ji hêjîra ne, zere û dara wê jî ne gelek mezin e, wek darên dîtirên hêjîran. Wextê hêjîr pê digehin destê mirov digehî hêjîrê zerka û diçinê. Çunkî dara wê gelek bilind nabê. Ta’ma wê xweş e û saxlem e. Kirm nagirê û di navçe û gundan jî dara wê hişîn nabê. Ev murebaye ji hêjîrên dîtir durust nabê. Xelk bi darikên zirav û tîj û şujinê dixun. Hêjîrên nêv difsê li Zivingê peyda bûye û li gundên dîtir nîne, heke li hinek gundan jî hebê ji zivingê 'elimîne çêken.

‘Ebdûrreqîb di hinek nivîsandinên xwe da gotiye: Gundê Zivingê di wextê dewleta Eşkanî da (Wate: 129 sal berê mîladê heta 227 sal piştê mîladê mîrnişîn[9] bûye)  melbendê[10] gundên dewruberên[11] xwe bû û bajarokek bû, ji çend sed şikeftan pêk dihat û diket ser rêya giştî rûbarê Dîcle û bajarê Wanê û Ermîniya û Corciya[12] û Deryayê Reş.

Yek ji şikeftên Zivingê ew şikefta Qebre Nawske ye ya ku diket nêv xaniyê Mela Yusifê bavê ‘Ebdûrreqîb ku li ber devê wê şikeftê ‘Ebdûrreqîb ji dayik bûye.

Roja 2yê nîsana 2018an Mela Ehmed hinek ji wan me'lûmatan[13] di bara Mela Se'îdê Meşhûr bi Bedî’uzzeman wergirtiye ji mela 'Eliyê mala Hacî 'Elî ji pismamên Hacî Hesenê bapîrê 'Ebdûrreqîb ku mala Ḧacî Ḧesen derdora 25 metir di vê başûra mala Ḧacî 'Elî de.

Nîşe: Ebdûrreqîb Yûsif dîroknivîs û şûnewarnasekî Kurdan yê meşhûr e. Nêzî 60 sal e di vî warî da dixebte. Ew xudan arşîveke zengîn e, wî  sala borî malperek çêkir bi hizaran destxet û belgename di nav wê malperê belav kir. Hûn dikarin di malpera wî ya bi nave https://abdulraqib.net/  xwe bigehînin wan belgenameyan.

 

 

 

 

[1] Mele Ehmed Kurê Mele Yûsûf e.

[2] Tomar: Qeyd

[3] Dijê: Dijberê, muxalif

[4] Wilaẍ:Cûreheywanên bilind mîna ker ya hesp

[5] Law: Xort. genc

[6] Evahe: Ev e

[7] Tenişt: Kelek

[8] Difs: Dimis. pekmez

[9] Mîrnşîn: Mîrektî

[10] Melbend: Merkez. navend

[11] Dewruber: derdor

[12] Corciya: gurcistan

[13] me'lûmat: agahî

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS