Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

Hêmin: Çawa ku em Ehmedî Xanî û Melayê Cezerî nas dikin nêzê hezar sal berê jî bi hezaran alimên me

26.05.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Çawa ku em Ehmedî Xanî û Melayê Cezerî nas dikin nêzê hezar sal berê jî bi hezaran alimên me hebûn

Di panela ku li Diyarbekirê ji teref Banga Heq ve hat tertîpkirin de Dr. Hêmin Omer Ehmed kovarvanîya Kurdî de pêşkêşîyekê kir.Ehmed di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser kovarvanîya Kurdî.

Temamê pêşkêşîya ku ji teref Ehmed ve hat kirin wisa ye:

Çawa ku em Ehmedî Xanî û Melayê Cezerî nas dikin nêzê hezar sal berê jî bi hezaran alimên me hebûn. Yên ku gihaştine roja me jî bi xêra nivîsê mane. Nivîs wan anît heta îro. Ger ku nivîs tinebûna ew ê jî wek alimên dinê bihatana jibîrkirin, xizmetên xwe bikirana, biçûna û ew ê bihatana bîrvakirin. Hecî Qadirê Qoyî weha dibêje; ‘Ger ku kitêb, defter, dîrok û qaxiz bi Kurdî bihata nivîsandin navê mele, mîr û padîşahên me mayînde bibûna.’ Seyda Mela Mehmût piranî qala denbêjîyê kir. Behsa min jî ew ê li ser pexşanê be. Çîmkî kovar jî pexşanekî ye. Li vê derê qaîdeyek heye. Ger ku di miletekî de dengbêjî û folklor çiqas zêde be ew qas dîrok û devok tê parastin. Lê divê em qebûl bikin ku alîyekî wî yê negatîf jî heye ku ew jî tinebûna nivîsê ye. Li gorî miletên derdorê foklora Kurdan zêdetir e. Wisaye ku tu kes di warê folklorê de qasî Kurdan ne dewlemend e. Lê em di alîyê dinê de lê binhêrin çanda me ya nivîsê ziîf e.

Kovar beşeke pexşanê ye. Ez ê hinek qala dîroka ku pexşan çawa dest pê kirîye bikim. Hûn jî dizanin ku di hemû miletan de 2 beşên edebîyatê hene. Edebîyata niviskî û bi devokî. Edebîyata bidevokî bi her miletî re heye encax di miletê me de zêdetir heye. Ji hezar salî zêdetir e heye. Medreseyên me ji hezar salî zêdetir e dersên xwe bi Kurdî didin. Qala Nehîv, serf û tefsîrê kirine. Vana tev bi devokî bûne, qet nehatine nivîsandin. Ger ku yek qala parastina zimanê me bike gerek qala rola medreseyên me bike. Nêzê hezar salan e ev bar li ser milê wan bûye û ew jî vê zimanê mihafeze kirine.

Edebîyata niviskî jî dibe du parçe: Helbest (nazim) û Pexşan (nesîr). Helbesta Kurdan dewlemend e. hetta ez dibêjim temamê Kurd helbestvan in. Ger ku ne helbestvanbin jî ew dengbêj in, nebe nebe du heb sê heb kilaman dibêjin. Wê hîs û ramanên xwe bi şekleke derdixe derve. Lê em bîrva nekin ku helbest hilberînekî dil e; pexşan jî hilberînekî eqlê ye. Milletê me jî ji ber ku hêstr û ramanên wan zêde ne xwe bi helbestê îfade kirine. Kengî medenîyet hat wê çaxê derbasê pexşanê bûn. Çîmkî eleqeya pexşanê bi medenîyetê re heye. Dema ku em şivanekî bibînin ew jî helbestan dixweyîne lê pexşan hilberîneke eqlê ye. Di miletên dinê de helbest pêşîya pexşanê hatine nivîsandin. Dûre derbasî pexşanê bûne encax em bi milletî piştî wan derbas bûn.

Dîrokvanên Kurdan, nivîsa pexşan a Kurdan dibin heta serê sedsala 15emîn. Yaresanên ku li herêma Hewremanê dijîn, axavtinên xwe yên dînî pêşî bi devokê gotine dûre jî nivîsandine. Ew wek pexşanê nivîsandine. Dûre valahîyekî çêbû û em di sedsala 17emîn de dibînin ku Elî Teremaxî , dest bi pexşana Kurmancî kirîye. Yanê Serf û Nehîva Erebî bi Kurmancî dinivisîne. Berîya ku bê nivîsandin ev tişt bi gotinê yanê bi devokê dihat gotin. Dûre em kî dibînin? Ne ji milletê me be jî em Aleksandr Jaba dibînin. Dema ku Jaba li Erziromê Sefîrê Rûsan bû diçe cem Mela Mehmûd Bazîdî û ji wî re dibêje, ‘Çi nivîsên Kurdan heye?’ hinek pere dide Mela Mehmûd û ji wî re dibêje, ‘Were ji min re tiştên ku tu dizanî binivisîne’ Mela Mehmûd jî di civakê de çi bibîne dinivisîne. Leyla û Mecnûna Harîsî Bîdlîsî dinivisîne, hinek beşên Şerefnameyê werger dike. Hişyar bin, fikra wergerê li wir xuya dike - Mem û Zîn dinivîse, Melayê Cezerî dinivîse. Ev destpêkek pir girîng e. Ji Molla Musayê Hekarî re jî dibêje. Molla Mûsa jî 25 çîrokên gelêrî dinivîse. Lê vana bi kurdî dinivîse. Ev gaveke pir girîng e ku derbasbûna ji qonaxa devkî bo qonaxa nivîskî nîşan dide. Beriya wê konsolosekî Fransa li Misrê 70 cild li ser neteweyên Rojhilata Navîn nivîsandibû. Li wir xîtabî hinek Kurdên bênav dike. Di sala 1812an de çend sal berê klasîkên cîhanê yên ku bi kurdî hatine wergerandin derketin holê. Ji ber vê yekê tevahiya dîroka me ya pexşanê 200 sal berê dest pê kir. Dibe ku yên pîr hebin ku me hê nedîtibe.

Piştî rabûna mîrîtîyên Kurdan nivîsa pexşan û dîwanê ketîye destê şêxan. Ev dewra di navbera sala 1805 û Komarîyê de dewreke ziîf e. Encax heta dawîya Osmanî ‘tevgera çapê’ tê bikaranîtin. Rojnameya Kurdî ya ewil di sala 1898an de li Qahîreyê ji teref Mîqdad Bedirxan ve tê çapkirin. Ev dîrok dîrokekî muhîm e çîmkî ew ê êdî di nav rojnameyan de maqale jî bêne nivîsandin. Van maqaleyan bi Kurdî bûn û wek helbestê dihat nivîsandin. Yanê eqlê Kurdan derbasê helbestan dibû. Ev gelek muhîm e. Ji xwe dûre jî heta meşrûîyetê gelek rojname û kovar derdikevin. Di dewra Meşrûîyetê de jî rewş ji xwe baştir dibe û alimên Kurd wek Bedîûzzeman, ‘Rojnameya Teawûn û Teraqqîyê’ çap dike. Bedîûzzeman di nivîsê de gelek baş bû. Destpêka nivîsê bi Kurdî û wek pexşanê dinivîsand. Ev gavekî gelek muhîm bû.

Çapxane dihat axên Kurdan jî. Dema ku Îngîlîzan têne Iraqê du rojname çap dikin. Li Bexdayê rojnameyên Tegihiştîna Rastî û Pêşkewtinê têne çapkirin. Van herdu rojnameyan ji bo pexşana Kurdî roleke wan ên gelek muhîm çêbûn. Ji xwe wan çapxaneyan jî ji Şêx Mehmûd Berzencî re dimînin. Hûn dizanin Seyda Şêx Mehmûd Berzencî vê Banga Heqîyê li ku derê çap dike? Di şikeftekî de. Di şikefta Caseneya ku li ser rêya Silêmanîyê ye çap dike. Ya kovara Bangî Heq û Ymîdî Îstîqlal yên kî bûn? Mustafa Paşayê Yamulkîyê bûn. Mustafa Paşayê Yamulkî di dewra Osmanî de Reîsê Dadgehên Maarîfê bû. Piştî ku Komarî hat sazkirin ji Silêmanî re vedigere. Li wê derê jî ji sazkirina du kovaran re feydeya wî dighêje.

Armanca min ji van gotinên vir ev e, kovar perçeyek ji nesrê ye. Yanî fikra eqle, ne ê dil e.

Min bîr kir ku ez vêya bêjim. Dema ku em di sala 1860de li Mela Huseynê Bateyî ku nivîskarê mewlidê ye dinêrin, tu kesê ku ji wî bêhtir helbest nivîsandiye tunebû. Eger nesrê binêre, tu kes bi qasî wî nesrê nenivîsandiye. Heta salên 1907ê me binerîya ku kîjan nivîskar bêhtir nivîsandiye, wê çaxê ew 12 hezar rûpel nivîsandibû. Alimên me xwedî li zimanên xwe derketine. Ewê ku di fikr û ramanên wan de heye bi nesr nivîsandin. Millet îhtîyaca wî bi nesrê heye bi nezmî nîne. Îhtîyaca wî ewe ku digel eqlê wî muxatab bê girtin. Ew îfade kirina eqlê bi nesrê çêdibe. Îja çiqasî mekanîzma xwe pêş bixe ewqas baş e. Her wiha ‘Şano’ jî heye. Rêberê wê jî Mela Abdurrehîmê Rehmî Hekarî ye. Di serdema Osmanîyan de şanoya Memê Alan ku destpêkê bi nezm bû ye, ew hatiye bi nesr nivîsandiye.

Careke din ez Kelhaamed pîroz dikim. Ji bo pêşketin çêbibin pêwîst e hemû nêrîn û pêşniyaran li ber çavan bigirin. Helbet ger di bin siya vê kovarê de weşanxaneyek mezin bibûya, ger di heyama 16 salan de salane 10 pirtûkên kurdî bihatana çapkirin, wê niha 160 pirtûk bihatana çapkirin. 160 pirtûk ji bo pirtûkxaneya kurdî ne hindik in. Hêvîdar im hem pirtûk bên parastin û hem jî kovar bi zimanekî zelaltir, xweştir, bi yek alfabeyê, bi alfabeyeke bihêztir peyama xwe bide.

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS