Birastî derheqê Te de pir tişt hatin gotin. Zaf pirtûk hatin nivisîn. Lê kesek nikare te bi her awahî bifikire, binivîse, bibêje. Bela ku Tu her hêla dinê tijî dikî. Lewra te ronahî aniye ser rûzemînê; ji holê cahiliyê rakirîye.
Lewra Tu bûyî Resûlê Xweda, hebîbê Xwedê....Xweda te di Şeva Mîracê de hildabû cem xwe.
Lewra Tu bûyî emînê mirovan, Tu bûyî şahiya dilê hogiran (him ên dema xwe, him jî ên dema me). Lewra Tu bûyî hişyerkarê mirovahiyê, Tu bûyî mizgîniya bihuştê, xilasbûna ji dojeha gemmar û qirêj.
Lewra Tu bûyî deriyê her xweşikiyê, Tu bûyî dilçak, dilnizm, dilbirehm. Tu bûyî ji bo hevalên xwe dê û bav.
Lewra Tu bûyî stêrk, Tû bûyî hîv, Tû bûyî roj, Tu bûyî ronahî û ketî nav dilê bawermendan. Ew dil jî rabûn, şa bûn, mezin bûn, serî hildan li ser serê zalim û koledaran..
Tu şoreşgerê Îslamê yî. Şoreşa herî mezin Te çêkir. Mirov guherîn, jiyan guherîn, raman tev guherîn.
Dinya qelibî bi nûra te. Dûgela Îslamê ava bû li ser rûzmîn û ezmanê. Aramî barîya ji wî dûgela Îslamê. Ger bi ola Îslamê û bi te re be, kî dibêje na, ez tune me.
“Tu bibêje: Ger hûn ji Xwedê hez dikin, êdî bidin pey min ku Xweda jî ji we hez bike û gûnehên we ji we re bibexşîne. Xweda bexşende ye, dilovan e." (Al-î Îmran,31)
Resûlê Xwedê mirovek wûsa qedirbilind bû ku, hezkirina Wî, bi hezkirina Xwedê ve girêdayî bû. Ev rewş nîşan dide ku ciyê Hz Muhammed (s.x.l.) li ba Xwedê ciyekî cuda bû.
Çawa du hogir hebûn û bûyera ku yek ji wan hogiran bijî, yê din pê ‘eleqedar e. Bela ku ewqas nêzî hevdû ne ku derdê hogirekî, derdê hogirê din e; şahiya yekî şahiya yê din e. Ango em van mînakan dikarin di dema xwe de jî bibînin.
Mîna wan mînakan em hinek dikarin pevgirêdaniya Xwedê û Resûlê Xwedê, fehm bikin. Heke em Bey’ata Ridwanê bînin bîra xwe ku li wê derê jî bûyereke wûsa derbas bibû.
Xweda Teala piştî bîetê derheqê wî de, di ayeta xwe ya pîroz de wûsa digot:
“Ên ku bi te bîat anîne, bi rastî bi min bîat anîne; destê Xwedê li ser destê wan e." (Fetih-10)
Em dikarin ayetan zêde bikin. Fermanberîkirina Xwedê, ji fermanberîkirina Resûlê wî dest pê dike. Eva ev ayetan ji me ra nîşan dide ku Xweda, li Resûlê xwe xwedî derdikeve. Ew çi bibêje û çi bike Xweda Teala dibêje; ez li pişta wî me, piştgirî û alîkariya min li ba wî ye. Loma îmananîna bi Resûl, îmananîna bi ola Xwedê ye.
“Muhemmed, ji zilamên we ne bavê kesî ji we ye. Lê belê Ew resûlê Xwedê û paşîvanê pêxemberan e. Xwedê teqez bi her tiştî dizane.”(Ehzab 40)
Resûlê Xwedê mirovek wûsa ye ku him Xwedê Te’ala nirx dide wî, him dixwaze mirovên din jî ew qedra ku heq dike bizanibin. Loma di ayeta xwe da jî dibêje; “Muhemmed, ji zilamên we ne bavê kesî ji we ye. Lê belê Ew resûlê Xwedê û paşîvanê pêxemberan e. Xwedê teqez bi her tiştî dizane.”
Ango ew pêxemberê Xwedê ye. Nebe ku ji kesî, gor bavê wî yan birayê wî be, pê re tevgere.
Hz. Muhammed (s.x.l.) mirovekî wûsa bû ku qedrê wî ne tenê li ba bawermendan, li ba dijminên wî jî hebû. Ev jî li ba kesayetiya mezin, nikaribûn hin heqaretan lê bikin. Çiqas hin gotinan bibêjin jî, çiqas jê re dijwarî derxin jî, pê re ceng bikin jî dîsa dizanibûn ku 'Muhammed rast dibêje; ola wî heq e, bê baweriya wan jî kêmasiya wan e; ji xwe hin caran vê rewşê bi devê xwe jî digotin.
“(Ya Muhemmed!) Bi rastî Me Tu bi şahidî, mizgînberî û hişyarkerî, şand. Da ku mirov bi Xwedê û Pêxemberê Wî bawerî bînin û arîkariya Pêxemberê wî bikin, rêz û hurmeta Wî bigirin û da ku sibeh û êvarê Xwedê pak bidêrin.”(Fetih:8-9)
Xweda jî ji bo ku Resûlê wî Hz.Muhammed ji mirovan ra bibe mizgînvan, hişyarker û şahid; ew şiyandiye. Ji bo ku mirovan rake piyan û wan bigihîjîne rêya rast, rêya heqiyê. Bela ku ola ji bo mirovan mizgînek mezin e. Bi Îslamîyetê erd û ezman paqij bibû. Jixwe ev ola mezin ji bo hemî kêmasiyên mirovan, çewtîyên wan û xetayên wan ji holê rake hatibû.
Resûlê Xwedê ji bo ku ummeta Îslamê ola Îslamê nas bikin, hîn bibin roja ku pêxembertiyê hate şîyandin heta dawiya ‘umrê xwe pir dijwariyan dîtibû û li hember van dijwariyan jî her tim lehengîyek mezin, sebrek mezin nîşan dabû. Çi qas dijwariya didît, teslîmîyeta wî ya bi Xwedê, ewqas mezin dibû.
Ev rastî jî ji bo pirsa me dibû bersiv: “Çima Xweda Teala qedreke mezin dida wî?”
Sedema ev qedrê mezin li vê derê diyar dibû. Bendetiya wî ya ji bo Xweda Te’ala jî bendetiyeke rast bû. Her heyama di ûmrê wî de ev bendetî dihat xûyakirin û ji me re dibû mînakeke baş. Ku ev ayeta pîroz jî derheqê wî de vê bûyerê pir xweş îzah dike:
“(Gelî bawermendan!) Sond be ji bo we, di (jiyan û tevgerên) Resûlê Xwedê de, ji bo wî kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî bike û zikrê Xwedê jî pir dike, mînak û nimûneyeke spehî û kamil heye.” (Ehzab-21)
Rast e. Li ba Resûlê Xwedê ji bo me mînakên ,nimûneyên xweş û mezin hene. Heke ku em bixwazin wan ji xwe re hildin. Em dawiya di vê nivîsa xwe de tenê dikarin tiştekî bibêjin: Hukmê wî hukmê Xwedê bû, derdê wî derdê Xwedê bû, ji ber vê yekê ew serfiraz bû.
“Me Tu şandî bes da ku Tu ji aleman re bibî rehmet.” (Enbiya 107)