Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

HEYATÊ BI QÛR'ANÊ BIXEMILÎNIN

24.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar: Mela 'Ebdûrrehîm Omerî

Ez rojekê derbasî hundurê camîyê bûm, min dît ku însan bi tiştê beleheq û bêfêde dişteğilin. Talîyê ez çûm ba Hz. ‘Elî (re’) û min jê re got: “Ey emîrê mumina! Tu dibînî ku çawa ev însan xwe bi tiştê beleheq û bêfêde dişteğilînin.” Hz. ‘Elî got: “Ma birastî jî welê dikin?” Min got: “Belê” Dûvre Hz. 'Elî got: “Min ji Resûlê Xwedê bihîst, wiha kerem dikir: ‘Bila haya we ji we hebe. Wê di pêş de fitneke pir mezin bi ser we de were.’ Min jê re got: Ya Resûlê Xwedê! Emê çawa ji wê fitna mezin xelas bibin? Got: Bi Kitâba Xwedê, bi Qur’ana Kerîm hûnê xwe xelas bikin.” 

Di vê Kitêbê de xeberên beriya we û yên piştî we û hukmê wan meselên di navbêna we de çêdibin hene… Ev Qurana Kerîm, heq û batil ji hev vediqetîne û tiştê rast û şaş jî pêş me dike… Ev Qur’ana Kerîm ne henek û ne jî peyvên vala ye. Temmam rast û 'heqqin… Xweda ‘Ezze we Celle sitûyê wî însanê ku ji Qur’ana Kerîm dûr dikeve dişkîne (wî helak dike)… Xweda Ezze we Celle wî însanê ku xelasîyê ji ğeynî Qur’ana Kerîm li dereke din digere, zelil û şaş dike… Ev Qur’ana Kerîm werîsê Xweda yê pir qewîye. Ew hîkmet e, zikr e û rêya rikî rast e… Ev kitabeke werêye ku yê tabi’e wê bibe, hewa û nefsa wî ji heqîyê şaş nabe (Kes nikare wî şaş bike)… Li ser zimana sivike. ‘Alim jê têr nabin… Bi xwendinan pir kevn nabe (her daîm nûye)… Ev kîtabeke werê ye ku cinn wexta wê dibihîzin dibêjin ‘bi rastî ev kitêbeke balkêş e û rastîyê pêş dike. Me bihîst û îman kir’… Kî bi Qur’anê bipeyîve, ew rast dipeyîve. Kî pê ‘emel bike, xêra qezenc dike. Û kî bi Qur’ana Kerîm di navbêna însanan de hukim bike, wê bi ‘edaletê hukim bike. Û kî însanan de’wetî Qur’anê bike, wî hîdayet dîtiye… Ey ‘Awer! Evana baş zanibe. (Tirmîzî)

Belê Xwendevanên 'Ezîz! Di vê Hedîsa Şerîf de Resûlê Xweda Qur’ana Kerîm bi me dide naskirin û ehemmîyet û giringîya Qur’anê dide fêmkirin. Qur’an ji me ra mîna mirêkê ye. Çawa ku mirov li mirêkê dinêre û porê xwe, çekê xwe rast dike, 'eynen weha jî lazim e em li mirêka Qur’anê binêrin û heyat û jîyana xwe li gorî Qur’anê rast bikin. Heyata xwe bi Qur’ana pîroz bixemilînin.

Qur’an ji nexweşînên me yên maddî û me’newî re dermanekî bêhempaye. Bes ku meriv bi çavê 'emelkirinê li Qur’anê binêre û di heyata xwe de tetbîq bike. Em di 'esreke ku fitne û fesadî tê de zêde bûye de dijîn. Em tev jî ji vêya mûzdarîb in û li çarekê digerin. Bi rastî çara fîtne û fesadîyê, Pêxemberê me 'eleyhîsselam di vê hedîsê de beyan dike ku ev çare jî Qur’ana Kerim e.

Xwendevanên 'ezîz! Madem wehaye, li ser her musulmanî lazim e ku Qur’anê bixwîne, liser baş bifikre û pê ‘emel bike. Daku Qur’an ji me re bibe xelasî û şefae’tê li me bike di wê roja zor û zehmet de. Xwedayê Tea’la me ji xêr û bereketa Qur’anê mehrûm neke. Heyateke li gorî Qur’anê bike nesîbê me. Amîn   

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS