- Ji kerema xwe re doxtor, tiştekî bike, kurê min hîn bûye, xweynê vedixwe.
- Kurê te çend salî ye?
- 10 salî ye.
- Ji kîngê ve xweynê vedixwe?
- Ev serê 2-3 heftîye em pê hisîyane.
- Xweynê çawa rayî dike?
- Li xweyna destê xwe dimije yan jî xweyna heywanan bibîne davêje devê xwe.
- We bi çavê xwe dîtîye ku vedixwe?
- Erê, çendê hanê destê xwe li kêlaka derî xistibû, ji destê wî xweyn dihat, destê xwe xistibû devê xwe û lê dimijîya.
- Wekî din?
- Wê rojê jî bavê wî berxikê serjê kiribû, çûye ber serê berxikê, pêçîka xwe li xweynê dixe û davêje devê xwe. Heta bavê wî pê re dixeyîde hê dev jê berdide.
- Himmm…
…
Dengê Pêşkêşvanê Televizyonê: ‘Temaşevanên hêja, îro berdestê sibê teyarên îsraîl dîsa êrîşî Xezzeyê kirin. Di bomberanê de 34 kesan jîyana xwe ji dest dan. Ji vanan 9 kes zarok, 13 kes jî jin bûn.’
…
- Kurê min te guhê min ker kir looo, ka hinekî dengê wê televizyonê bigre.
- Temam dayê.
- Te xwarina xwe qedand?
- Erê dayê.
- Ev tu li çi temaşe dikî ewqas. Sibê heta êvarê qumande di destê te de ye û ji pêş televizyonê ranabî.
- Ez li xeberan temaşe dikim dayê.
- Ka tu û xeberan… Ma tu ji xeberan çi fehm dikî? Ji xwe re qenala zarokan veke, tu û xuşka xwe lê temaşe bikin.
- Çawa fehm nakim dayê, ma te seh nekirîye israil birayên me yên Musluman her roj şehîd dikin? Ez jî meraqa wan dikim dayê.
- Min çawa seh nekirîye kurê min, lê ka emê çi bikin, çi ji destê me tê. Xweda bela îsraîl ji ber pîyê wê bidiyê.
Serhed, lawikekî 10 salî ye. Diçe mekteba navîn, sinifa pêncan. Navê dîya wî Zeyneb, navê bavê wî jî Mehmûd e. Bavê Serhed, karmendê înşaatê ye. Carnan bi heftîyan carnan jî bi mehan nayê malê. Di rojên dawî de hinek tiştên xerîb tê de hene. Dîya wî li ser halê Serhed şaş maye.
Zarokên hevalê Serhed heta êvarê li derva di lîstokê de ne lê Serhed demekî ye ji malê dernayê. Heta êvarê li ber televizyonê ye û li xeberan temaşe dike. Carnan dîya wî fîşê televizyonê jê dikşîne û wî dişîne derva, lê di ser de nîv se’et derbas nabe Serhed dîsa berê xwe dide malê.
Ew roj dîsa Serhed li malê rûniştibû. Xuşka wî pêlîstoka Serhed ji destê wî kişand û revîya. Serhed jî da dû xuşka xwe jibo pêlîstoka xwe jê bistîne. Dema di derîyê navîn de derbas bû, destê wî li kêleka derî ket û xweyn jê herikî. Dîya wan jî li metbexê rûniştibû û li wan temaşe dikir. Dema destê Serhed bi xweyn bû, canê wî êşîya û kelegirî bû. Dîya wî ber pê hat jibo li destê wî binhêre lê Serhed destê xwe yê bi xweyn dirêjî devê xwe kir û li xeyna xwe mijîya. Xweyna destê xwe vedixwar. Dîya wî rakir destê wî û ji devê wî kişand û potik li destê wî girê da. Dîya Serhed digot qey ji êşa destê xwe avêtîye devê xwe, ji ber wê pê re nexeyîdî û bi ser guhê xwe re avête.
Mehmûdê bavê Serhed, demeke dirêj e jibo ji malbata xwe wesayîtekî bikire perê xwe berhev dikir. Pişt re li gor îmkanên xwe, wesayîta xwe kirîbû. Berîya wesayîtê bikire, soz dabû ku dema wesayîtê bikire wê qurbanekî serjê bike û goştê wê li feqîran bela bike. Çi dema wesayîta xwe anî ber derê xwe, pê re qurbana xwe jî anî û li ber derî bi alîkarîya pismamên xwe qurbana xwe serjê kirin, goştê wê kirin 13 paran û li feqîran bela kirin. Piştî qurbana xwe serjê kirin û karê wan qedîya, Zeyneb Xanim ji bo ber derî paqij bike derkete derva. Dema derket ber derî, dît kû Serhed li ber xweyna berxikê çok daye û pêçîka xwe li xweyna berxikê dixe û davêje devê xwe. Yek, dido, sisê… Dîya wî baş bala xwe dayê, erê, yeqînî anî ku Serhed, xweyna berxikê vedixwe. Wê gavê çend roj berê hate bîra wê, dema Serhed destê xwe li derî xistibû dîsa li xweyna xwe mijîyabû. Zûka ber ve çû;
- Kurê min! Serhed! Tu çi dikî, ew pîs e, qey tu zarokî, tu çawa xweynê davêjî devê xwe, zûka tû bike.
Zeyneb Xanim bi gotinê re jî dikir niçeniç. ‘Eqlê wê nedigirt ku çawa Serhed xweynê vedixwe. Bi milê Serhed girt, wî bire ber avê, avê li devê wî kir, di devê wî de wer da.
…
Bû êvar, Mehmûd jî hate malê. Piştî şîvê Zeyneb Xanim ji zilamê xwe re behsa meselê kir lê Mehmûd zêde guh neda meselê.
Bû roja din, Zeyneb Xanim rakir milê Serhed û wî bire doxtor. Dema dora wan hat, çû oda doxtor:
- Kerem bikin, çi bela zarokê we ye?
- Ji kerema xwe doxtor, tiştekî bike, kurê min hîn bûye, xweynê vedixwe.
- Kurê te çend salî ye?
- 10 salî ye.
- Ji kîngêva xweynê vedixe?
- Ev serê 2-3 heftîye em pê hisîyane.
- Xweynê çawa rayî dike?
- Li xweyna destê xwe dimije yan jî xweyna heywanan bibîne davêje devê xwe.
- We bi çavê xwe dîtîye ku vedixwe?
- Erê, çendê hanê destê xwe li kêlaka derî xistibû, ji destê wî xweyn dihat, destê xwe xistibû devê xwe û lê dimijîya.
- Wekî din?
- Wê rojê jî bavê wî berxikê serjê kiribû, çûye ber serê berxikê, pêçîka xwe li xweynê dixe û davêje devê xwe. Heta bavê wî pê re dixeyîde hê dev jê berdide.
Doxtor ji cîyê xwe rabû, ber bi Serhed ve hat. Wî mu’eyne kir, çend pirsan jê kir.
- Himmm… Tê de nexweşînek xuya nake, zarok e, carnan zarok hinek tiştan meraq dikin, hişê wan nagire, ne tiştekî muhîm e. Ezê niha we bişînim cem psîkolog, bila ew jî pê re hinekî xeber bide. Belkî ew jê baştir fehm bike. Dema hûn ji derî derketin, li milê rastê vegerin, herin oda dawî. Jê re bêjin wî ez şandime, ewê bi we re bibe alîkar.
Zeyneb Xanim bi destê Serhed girt û derket. Çû ber derîyê psîkolog, li derî xist, xwe pê da naskirin.
- Kerem bikin, rûnin, mesele çî ye?
Zeyneb Xanim, jê re jî behsa meseleyê kir. Paşê psîkolog, bi destê Serhed girt ew bir paşîya odeyê, bi qasî 15 deqeyan li wê derê pê re xeber da, paşê vegerîya cîyê xwe.
Zeyneb Xanim, bi kelecanî jê pirsî:
- Doxtor efendî, we jê çi fehm kir, çi bela Serhedê min e?
Doxtor, jibo bersiva Zeynep Xanim ecele nekir. Jibo Serhed mijûl bike û derxe derva, ji hemşîra xwe re çav kir. Hemşîra ber destê doxtor, bi destê Serhed girt û derketin derva.
Doxtor:
- Zeyneb Xanim, rast e, Serhed xweynê vedixwe, lewra ji we hîn bûye.
- Çawa doxtor, tu çi dibêjî, xweyna çi halê çi, derewan dike, qê em dîn bûne xweynê vexwin?
- Zeyneb Xanim, ma hûn li televizyonan temaşe nakin, her roj îsraîl bi sedan zarok û jin û extîyaran qetil dike.
- Min fehm nekir doxtor efendî, tu çi dibêjî?
- îsraîl, li alîyekî wekî hovan milletê mezlûm qetil dike, li alîyê din em jî bi pere û malê xwe destekê didin wan.
Piştî van gotinan, doxtor kaxizekî dirêjî Zeyneb Xanim kir. Di kaxiz de, malên ku destekê didin sîyonîstan tê de nivîsandîbûn. Û wiha hatibû nivîsandin: ‘Kî ku van tiştan bikire û destekê bide sîyonîstan, ew jî xweyna zarokên Xezze vedixwin’
Doxtor:
- Vî kaxizî Serhed da min, vê colaya ku destekê dide îsraîl, ji mala we kêm nabe. Hun çi dema colayê vedixwin, wekî xweyna zarokên Xezzeyê vedixwin, Serhed jî ji we hîn bûye û li tehma xweynê dinhêre.
Piştî gotina doxtor qedîya, Zeyneb Xanim bi her du destên xwe li çoka xwe dixist.
- Wey xwelî li serê min be, min çi anî serê xwe û Serhedê xwe. Doxtor efendî, mala te hezar car ava be, te ez ji vî ‘ezabî xelas kirim, ezê niha herim û çi malê ku destekê didin wan mel’ûnan hebin, ezê ji mala xwe bavêjim, bi navê Xweda û Kelamê Qedîm, ez careke din malên wan zaliman naxim mala xwe. Ooooy Serhedê min, ez bi qurbana te bim, tu ji me jirîktir derketî.