بسم الله الرحمن الرحيم
S: - “Derheqê Îttîhad û Tereqqîyê de re’ya te çi ye?”
C: - “Di gel ku ez qîmeta wan teqdîr dikim jî bes îhtîraza min ji şiddeta siyasetmedarên wan re heye. Hêvî heye ku ew şiddet wergere bi bal poşmanî û şefqetê ve. Bes ji hêla aborî û me’arifê ve ez şu’beyên wan –taybet li wîlayetê şerqiyye- qenc dibînim û teqdîr dikim.”
Siyasetmedarên Îttîhad û Tereqqiyê li hember xelkê gelek bi şiddet in. Ez wê şiddetê qebûl nakim.[1] Bes hêviya min ji wan heye ku ji şiddetê poşman bibin û nerm bibin. Şu’beyên wan ên ku ji bo fêda xelkê dişuğulin heta dereceyekê ez qenc didêrim. (Bes vê paşiyê diyar bû ku Îttîhad û Tereqqî ji bo masonan îş dike û di bin çavdêriya Ğerbê de ye.)
S: - “Sebebê ku em ketine zindana ‘etaletê çi ye?”
C: - “Heyat mucadele ye, îştiyaq jî barhilgirê wê ye.”
Heyat bi xwe mucadele ye, xebat e, tevger e. Ne mucadeleya bi xelkê re, mucadeleya ji bo dewam û pêşketinê ye. Însan mukellef e ku ji bo dîn û dunyaya xwe bixebite, baz bide, li hember mûsîbetan sebir bike. De îja îştiyaq jî matiyeya heyatê ye, yanî barê wê hildigire. Însan ancax bi îştiyaqê heyata xwe didomîne.
“Dema hîmmeta we li îştiyaqê suwar bû û derket meydana mubarezeya heyatê, pêşî dujminê şedîd ku ye’s e derdikeve pêşîya wî. Quwweta wî ya me’newî dişkîne. Hûn li hember wî dujminî şûrê لاَ تَقْنَطُو bikşînin.”
Dema ku hûn ji bo mucadeleya bi heyatê re derketin meydanê hûnê gelek astengiyan bibînin. Lazim e hûn vana teva derbas bikin. Di serî de jî bê hêvîbûn wê derkeve pêşîya we, wê bixwaze we bê hêvî bike. Wê bêje: “Tu nikarî vî karî bikî.” Wê bixwaze ku quwweta we ya me’newî bişkîne, dest û nigê we bişkîne. Li hember wî dujminî hûn ayeta لاَ تَقْنَطُو (Bê hêvî nebin) bi bîr bînin. Yanî bi vî şûrî lêxin, hêviya xwe neşkînin. Bi şewq û hêvî astengiyan derbas bikin.
“Pişt re xizmeta heqiyê ku bê zehmetî tê kirin, îstîbdada meyla tefewwuqê (bi serketinê) dest bi hucûmê dike ku dixwaze ciyê wê bigire, derbeyekê li serê himmetê dixe û wê ji hespê wê tîne xwarê. Hûn di vê derê de heqîqeta كُونُو لِلَّه derxin pêşiya vî dujminî.
Xizmeta di riya heqiyê de bê zehmetî tê kirin, her kes dikare bike. Ev, tebî’eta wê ye. Di vî halî de carina însan ne ji bo Xudê, ji bo ku bi ser heval û însanên din bikeve dest bi xebatê dike. Dibêje “Bila ez jî maldar bim, bila mal û mulkê min hebe, bila xanî û ‘erebe û vîllaya min hebe, bila perê min pirr bin û halê min ji yê xelkê çêtir be. Bi vî rengî rizaya Xudê ji bîr dike, ji xizmetê bi paş dikeve. Ev hest derbeyê li ğîreta dînî (hîmmet) dixe ku îdî însan li nefsa xwe tenê difikire.
Hûn li hember vî dujminî heqîqeta كُونُو لِلَّه “bibin ji bo Xudê”, yanî ji bo reqabeta bi xelkê re neşuğulin” derxin pêş. Çimkî di xizmeta heqiyê de ne reqabet heye ne jî ew meyla bi serketina ku di rûhê însan de zehmetiyê çêdike heye. Hûn xizmeta di daîra sunnetê de esas bigirin, meyla bi bal dunyayê ve ji guhê xwe bavêjin.
“Pişt re ‘ecelekirina derbaskirina silsileyên ‘illetan derdikeve pêş, merev gêj dike, nigê himmetê dişemitîne. Hûn وَاصْبِرُوا وَصَابِرُوا وَرَابِطُوا bikin sîper.”
Ev der dunyaya esbaban e, heta ku merev esbaban bi cî neyîne merev nagihêje hedefê. Xizmeta di riya heqiyê de jî ne îstîsna ye ji vî qa’îdeya kullî. Xudê Te’ala dikare bê sebeb jî çêke, lê nake. Ev sunnetullah e.
‘Ecelekirin ji şeytên e. ‘Ecelekirin, tertîba silsileya ‘illetan xera dike yanî tevlîhev dike û bi vî şeklî nigê himmeta dînî, ğîreta dînî dişemitîne.
Dema ku merev rî’ayeta esbaban neke û ‘ecele bike merev nagihîje hedefa xwe û ğîreta merev dişikê, hewes namîne.
Ji bo ku darek fêkî bide lazim e zemanekî mu’eyyen derbas bibe, lazim e hinik şert werin cî. Ji bo ku hûn karibin biçin ser ban lazim e yek bi yek hûn pêl temamê pêlikan bikin. Heta ku hûn genim navêjin hêviya nan nekin. Hûn xwe bi vê ayetê bigirin:
وَاصْبِرُوا وَصَابِرُوا وَرَابِطُوا Yanî: “Hûn sebir bikin, di sebirkirinê de bi ser dujminê xwe bikevin, dujminê xwe li paş bihêlin û xwe bi hevbigirin. Hûn vî emrê bi serbirkirinê yê Îlahî li hember dujminê ‘ecelekirinê bikin sîper.
[1] Di belavkirina ‘edaletê de ku ‘edalet tunebe zulum peyda dibe. Ji bo xatirekî hezar xatir nayên fedakirin. Şiddet wekî din, hemiyet jî wekî din e. Kesekî xwe’ecibandî dema heqiyê bi cî bîne, ji rûyê xwe’ecibandina wî ve gelek kes wê xwe bidin aliyê neheqiyê. Hetta ev kes wê wan mecbûrî vê neheqiyê bike. (Ji ber ku Îttîhad û Tereqqî di nejadperestiyê de ketine riya şiddet û zulmê xelk îdî karê wan ê qenc jî qebûl nake.)