Wezîfa kuştina însanên bêsuc û gûneh, bê mehkeme di cî da dan hinek kesên bêûjdan. Navê wan qatila yek jê ‘Elî Heyder bû, yek jî ‘Elî Barut bû. Ew qatil digel leşkerên xwe ketin gunda, zilam bi singûya kuştin, zarok û pîrek jî di xanî, axurê heywan û kadînan da bi saxî şewitandin. Hukûmetê her tişt dabû destê wan. Tu kesî nikaribû ji wan hesab bipirsîya. Ew jî miselletî ser gundê me bûbûn, kevir li ser kevir nedihiştin.
Di serî da ji gundê Hênê û Licê dest bi qetlî’amê xwe kirin. Xeberên şewitandina gunda û kuştina însanên bêrî zû bela bûn. Ew xeber gihaştibû gundê navçeya Darahênê yê bi navê gundê Zimakê jî. Li wî gundî însanekî zana û qedirbilind dijîya. Navê wî Ehmed Akçil bû. Bi tevî însanîyeta xwe di gund û herêmê da bi mal û zengînîya xwe jî dihat naskirin. Însanekî bi aqil û feraset bû. Eqreba û gundîyê wî, bi wî şêwr û mişêwrê xwe dikirin. Ehmed di herêmê de bi zengînîya xwe jî rengaxa û pirr camêr bû. Qetlî’am û zulmê ku li gunda dihatin kirin bihîstibû. Li ser wan xeberan, gundî hatin balê û xwestin ku rêyekî maqûl bi ber wan xe. Di paşerojê de jî di muşkulatê xwe de pê dişêwirîn.
De ka werin em guhê xwe bidin qîza Ehmet Akçil. Lewra qîza wî Xêrîye, digel wî tamamê serpêhatinê wî dibîne û pê re dikeve hepsê. Paşê jibo ku bavê xwe ji mirinê xelas bike bê çi kir û ji kê rica xwest? Li vir ne hewceye ku em gotinê dirêj bikin. Niha emê guhê xwe bidin şahida xwe bê ka çi li ber çavê xwe dîtîye bira bi zimanê xwe ji me ra bêje.
ŞAHIDA QETLÎ’AMÊ XÊRÎYE AKÇÎL DIPEYIVE
“Navê min Xêrîye Akçil e. Li gundê Zimakê (Çirik) ez hatime dunyayê. Ev gund gundekî ‘eşîra Ziktê ye. Navê bavê min Ehmed e, navê dîya min Seyran e. Em şeş xuşk û bira ne. Birakî min ji min meztir bû, ewê din tev ji min biçûktir bûn. Ez di zemanê qetlî’ama da li dora 10 salî bûm. Birayê minî ji min mestir Muhemmed Riza, li dora 18 salî bû. Xuşk û birê min ên ku ji min biçûktir in li pey hev, Muhemmed Sadiq 8 salî bû, Kamil 6 salî bû, Zehra 4 salî bû û herî biçûka me Razîye, hê 2 mehî di qumatkê de bû.
Ez wê wextê 10 salî bûm, yanî ez fa’ma bûm û tiştê wê wextê hatin serê me tev, weka ku do çêbûne têne bîra min. Xebera ku leşkerê cimhurîyetê digrin ser gundê bi alî Dîyarbekir va, kê diqefêlin dikujin, gîhabû gundê me. Bavê min gazî temamê gundîya kir, li hember wê talûkê hinek nesîhet li wan kir û çend tedbîr ji wan ra rêz kirin. Yek ji wan hazirîya ku ji wan ra salix da ev bû ku divê herkes li gorî nifûsa xwe, arvanê di destê xwe da bibe li dervayê gund di şikftan da yan jî li qeraxê çemê Muradê di nav dar û beran da veşêre. Lewra leşker bibîne ku gundî mal û xwarinê xwe di cî da dihêlin û direvin, wê gund bi tevî tiştê ku tê de mane bişewitînin. Belê kesê ku ji destê leşkera bifilite, li heyatê bimîne jî, ewê paşê ji birçîna bimre. Bavê min dixwest ku pêşîya wî tiştî bigre. Kesê ku li heyatê bimînin ji birçîna nemrin. Gundîya tiştê ku bavê min bi ber wan xist, bi lez pêkanîn û gava leşker nêzî gund bûn, malbata me bi tevî gundîya em ji gund derketin. Em ji destê leşkera revîyan, jibo ku em canê xwe xelas kin, em çûn qeraxê çemê Muradê û me xwe di nav dar û berê qerax da veşart. Li ber çemê Muradê veşartina me û rojê me dirêj bûn. Me ji gundê xwe û ji der û dor, tu xeberek nedigirt. Xwarinê ku me bi dest xwe ra biribûn qedîyan. Lê belê bavê min, hezra wî tiştî jî kiribû û gundîyê me tembîh kiribû. Gundîyê me heywanê xwe yê biçûk ên bi pîyê xwe dimeşin û ji kesî ra nabin bar û piştî, bi xwe ra anî bûn. Gundî çiqas birçî dibûn, ew heywan serjêdikirin û dixwarin. Agirê ku pê goştê xwe bipêjin, biroj hel dikirin. Bi şev bê deng herkes di cîhê xwe de disekinî.
Bavê min Ji Dîya Min Re Got: “Qîza Xwe Bavêje Çem”
Li ber çemê Murado em bi roja man. Me ji gundê xwe ti xeberek nedistend. Leşker hatin gund, çi anîn serê gund, hê di gund da ne yan çûne, em tiştekî nizanin. Kes ji me jî newêre bi bal gund va here. Em di qeraxê çem da di nav dar û bera da bitirs dimînin. Leşker dibû ku berê xwe bi alî me da jî kiribin, ew çax heyata însanên li vir bi tevîhev di talûkê de bû. Hawê ku min got, me bi xwe ra heywanê biçûk bi pîyê xwe bi xwe ra hanîbû. Li gorî nifûsa xwe me rojê, hinek heywan serjê dikir, dipat û dixwar. Me li ber çem birçîbûnek zêde nedît. Belê şîrê dîya min ziwa bû. Ez dibêm ku şîrê dîya min ji tirsa ziwa bû. Xuşka min a li ber pêsîrê ya 2 mehî, ji ber ku têr nedixwar her gav digrîya. Belê bi girîyê xwe însanê li wir tev dikir nav talûka mirinê. Bavê min rojekî li ser girîya xuşka min, ji diya min ra weha got; “Ev sebîya te heyata însanê li vir tevî davêje talûkê. Şûna ewqas însan wê bimrin bira sebîya te ya qumatkê bimre, wê bavêje çem, heyata ewqas însanan xelas ke.” Dîya min taqet nekir ku sebîya biçûka me’sûm û bêguneh bi deste xwe bavêje çem û bixeniqîne. ‘Eynî teklîfê wê li bavê min kir û wiha got; “Ez taqet nakim ku vê sebîya me’sûm bavêjim avê. Belê ku tu taqet dikî, a ji te ra tu bavê çem bira here.” Lê belê bavê min jî taqet nekir ku sebîya qûmatkê a me’sûm bavêje avê. Dîya min hinek din jî lê xwedî derket ku zêde negrî û bi wî hawayî xuşka min ji mirinê filitî.
Rojekî dîsa li ber çem, bo navrojê gundîyên me agir hilkiribûn û goşt dipatin. Terafa agir zêde bû. Min jî xuşka xwe dabû ber dilê xwe û di ser agir da sekinîbûm. Wê wextê çawa çêbû nizanim, ha min dît ku xuşka min ji ber dilê min ket nav êgir. Kesê li ber êgir bûn, dirêjî xuşka min kirin, ji nav êgir bi lez derxistin. Lê belê qorrikên xuşka min zêde şewitîn û birîn bûn. Dîya min hûcumî min kir ku li min xe. Bavê min, ez bi zor ji destê dîya min û xişma wê xelas kirim. Çend roja min da bal zavê me, heta hêrsa dîya min danişivî.[1] Xuşka min ji avêtina çemê Murado xelas bûbû, lê belê hindik mabû ku ez wê bişewitînim.
Li qeraxê Murado dora mehekê em veşarî man. Paşê bi tevî gundîyê xwe em çûn gund. Leşker ji wan dera çûbûn. Lê belê gundê me bi temamî şewitandibûn. Qet xanîyek li ser pîya nemabû. Te digot qey ji herbeke giran derketîye. Îdî gundê me ciyekî ku însan lê bijî nebû. Her gundî li gor îmkan û eqrebayê xwe li gundên hawîrdor bela bûn. Eqrebayê kê li kîja gundê ku hê neşewitandibûn hebûna, diçûn bal wan eqrebayê xwe. Bi xanî û şewitandinê re, heywanê gundîya jî çi dîtibûn dabûn ber xwe û biribûn. Zexîrê wan tiştê ku bi kêrî wan hatibûn ji xwe ra biribûn, wekî qelîyê, rûnê malê, hingiv, tiştê mayî jî bi avahîya ra şewitandibûn. Malbata me jî bi tevî hev em çûn gundê Dikê. Li wî gundî eqrebakî me hebû. Lê belê ew gund jî li ser rîya leşkera bû û jibo me daîmî nedibû hêwirgeh. Piştî em çûn wir, bavê min dîya min, jibo cîyekî bi ewleh û dewamî ji me ra bibîne şandibû gundê dor, bal nas û eqrebayên me. Dîya min sebîya xwe a qûmatkê bi tenê bi xwe ra biribû. Xuşk û birê min yên dinê bi tevî bavê min, em li gundê Dikê mabûn. Rojekî leşkerê Kemal girtin ser gund. Dixwestin ji xwe ra milîsa çêbikin. Lewra pirr kes ji herêmê piştî daleqandina Şêx Se’îd û zulmê ku li însanê me kirin, li ser heyfa wan û hinek jî jibo canê xwe xelas kin derketibûn çîyê, bi leşker ra şerr dikirin. Leşker li hember wan bêçare mabû û dixwest ku wan bi milîsa biqedîne. Milîsa rê û dirb dizanibûn, ku bihatina kuştin jî ji kîsî bavê xwe diçûn.
Bi xebera hatina leşker a li ser gundê Dikê, temamê zilamê di gund da xwe veşartin. Bextê leşkera tunebû. Bê sûc û gûneh pirr însan kuştibûn. Ez jî bi bavê xwe ra çûm me xwe di nav gund da veşart. Lê belê cîhê me pirr bi keys nebû. Leşker li nav gund li însanê ku xwe ji wan veşartine digerîyan. Li ba me Mistefa beg jî hebû. Mistefa Beg ji gundê Dikê bû. Ew jî li ser de’wa Şêx derketibû çîyê û bi leşkeran ra mûcadele dikir. Wî seroktîya serîyeke mûcahîda dikir. Jibo ku ji hevalê xwe ra erzaq û xwarinan bicvîne hatibû gund. Mistefa Beg xwest ku derkeve û bi leşkeran ra şerr bike. Bavê min nehişt. Lê belê ew dîsa jî ji nişkave derket derva û bi leşker ra şerekî giran kir. Paşê dorpêça leşkera şikand û çû derbasî çîyê bû, bi saxî xelas bû. Bi wê mêranîya wî em pirr kefxweş bûn. Ji xwe leşkeran ewê ew bigirta. Navê wî di destê wan de hebû, wê ew bi îşkence û te’de bikuşta. Wî kuştina xwe da ber çavê xwe, derket û sax salîm xelas bû.
Di zemanê şerê Mistefa Beg û leşkera da, di nav gund de sehalîtî çêbû. Leşkera temamê quweta xwe dabûn ser Mistefa Beg. Ew çax bavê min ji min ra got: “Rabe xuşk û birê xwe bibe ‘Herekolê” lewra cîyê me pirr ne saxlem bû. Min jî xuşk û birê xwe bir herekola Feqî Yasîn. Feqî Yasîn di gund da jibo ku di wan roja de xwe tê de veşêre, herekol[2] çê kiribû.
Bavê Min Girtin
Piştî ku min li ser xwestina bavê xwe, xuşk û birê xwe di herekolê de bicî kir, ez car din bi şûnda hatim cem bavê xwe. Belê cîyê min jî di herekolê de hebû, lê min halê bavê xwe meraq dikir. Loma min xwest ku ez li cem bavê xwe bim. Min di serî da gotibû ku bavê min jibo ji me ra ciyekî daîmî bibîne dîya min şandibû gundê Madrekê. Diya min di wê wextê de ne li ba me bû. Ez gava fetilîm çi bibînim, bavê min û temamê zilamê ku di gund da ne, ewê ku rastî wan hatine teva girtine û destê wan bi kindirê qalind girê didin û pê re li wan çêr, kufrî û heqaret dikin. Pîrek û zaroka jî li alîkî din li hev civandine. Leşker li zilama dixin, zarok jî digrîn û xwe davêjin pêşa dîya xwe. Dayikê wan jî bêçare serê wan didin ber dilê xwe, tesellî didin wan û li alîkî jî îşkenca li ser zilam û merivê xwe bi çavekî hêstir temaşe dikin. Leşker jî derbeya ku ji Mistefa Beg xwaribûn, pirr li zora wan çûbû û heyfa wê dixwestin ji wan zilama bistînin. Leşkeran çawa çav berî min dan, ez jî girtim, kirim nav pîrek û zarokan. Lê belê ez bi hatina xwe û wê girtina xwe ne poşman bûm. Min pirr ji bavê xwe hez dikir. Min dixwest ku ez nêzî bavê xwe bim bê çi bi serê wî da tê ez bizanibim. Bavê min dît ku ez şûnda zivirîm û leşkera ez jî girtim û kirim nav zarokan. Wextê ku min xuşk û birê xwe bir, bavê min gotibû: “Tu jî li wir xwe veşêre.” Belê pirî ku dilê min bi bavê min va bû, bi weşartina li wir jibo xwe ez razî nebûm. Loma bi şûn da hatim bal bavê xwe. Bavê min ji dûr da serê xwe ji min ra hejand bi me’na ku tu çima hatî, lê belê ez ne poşman bûm bi hatin û girtina xwe. Bavê min girtibûn, bi vî hawayî ezê jî heta cîkî bi bavê xwe ra biçûma, bê çi bi serê wî da tê ezê hîn bibûma.
Leşkera destê zilama digel heqaretê mezin girê dan. Paşê zilam bi werîsê dirêj bi hev va girê dan û bi bal Darahênê ve em bi pîya meşandin. Destê me zarok û pîrekan girê nedabûn. Heta em gihan navçeyê, min destê bavê xwe yê girêdayî qet berneda. Min li bavê xwe dinhêrî, dilê min dişewitî, wî dixwest teselî bide min. Dîya min çûbû, lê malbat emanetî min kiribû, belê min emanetê dîya xwe muhafaza nekiribû. Min zarok xelas kirin, belê bavê xwe ji destê leşkera xelas nekir. Minê çi bersiv bida dayika xwe.
Em gihan navçeya Darahênê. Em di mala şexsekî Ermenî yê bi navê Pîlo da hepis kirin. Zarok û pîrek kirin alîkî xanî, zilam jî kirin alîyê din. Li wir ez û bavê xwe ji hev qetîyan, lê belê em bi hevre di xanîkî de bûn. Ew jî ji min ra dibû teselî. Di wê malê da em bi roja birçî man. Kesî xwarinekî nedida me. Em 7 roj di wir da girtî man, roja hefta xeber anîn alî zarok û pîrekan, gotin “Kemal zarok û pîrek ‘efû kirine. Hûn serbest in, derkevin herin malên xwe.” Lê belê nedigotin ku me gund şewitandine û malbat bela kirine. Leşkera em serbest berdidan. Belê guhê min bi ser bavê min da xwar bû. Min di serî da zanibû ku ewê tiştekî bi min nekin. Em hê derneketibûn derva, leşkerek ket nav derî û bi navê min gazî kir. Ez çûm. Min bir ba bavê min. Min baz da, min bi dilekî şewitî û bi hesret got: “Bavo!” Û xwe avêt himêza bavê xwe. Bavê min jî min bi hesret himêz kir. Ser û çavê min maçî kir. Min jî destê wî ser û çavê wî paç kir. Ez digirîyam. Bavê min dixwest teselî bide min, belê dilê wî jî dişewitî.[4]
Min Bavê Xwe Ji Mirinê Xelas Nekir
Bavê min ji min ra got: “Qîza min! Here bal Miftîyê Gêncê û xwe bide naskirin. Selamê min jê re bibêje. Bi xatirê hevaltî û dostanîya me ya berê, jibo min ji vir xelas bike, çi lazim e bira bike.” Min baz da, Miftî li cîyê xwe bû. Ez girtim hundir. Min xwe bi Miftî da naskirin û tiştê ku bavê min ji min ra gotibû, min jî bi wê sebîtîya xwe û bi dilşewatî jê re got. Miftî li halê minê perîşan nihêrî. Jibo xatirê halê minê perîşan û tengasîya ku bavê min tê da ye, ji çavên wî hurik hurik hêstir hatin xwarê. Min ji xwe xeberdana xwe bi girî destpê kiribû û heta dawîyê bi girî û bi hêstirê çavan dewam kiribû. Bavê min xwedî mal û serwet bû. Camêr û dest vekirî bû. Kesê ku li herêmê nanê wî nexwaribe, çay û qehwa wî venexaribe tunebû. Ew Ehmed Axa bû û qedrê wî dihat zanîn, dihat naskirin.
Miftî ji dil axîn kişand. Pirr mehzûn bû. Ji min ra wiha got; “Qîza min, xelasbûna bavê te ji vir ne mimkûn e.” Di serî da bersivkî wiha cemidî da destê min. Paşê weha li xeberdana xwe dewam kir: “Rojekî ez li cem îdarevanê dewletê yên navçeya Gêncê bûm. Xizmetçîya Riza Beg, yan pîrekek (Riza Beg, kurê apê bavê min bû.) hat hizûrê û ji îdarevanan ra wiha got: “Ehmed Axa mehkûma xwedî dike û ji hukûmetê vedişêre.” Li ser gilîyê wê pîrekê, îdarevanan navê bavê te di deftera kesê kuştinê de nivîsandin. Ji lew kê jî berdin bavê te bernadin, ewê wî bikujin.” Miftî jibo bavê min nikaribû tiştekî bike ji xeyrî hêstirên çava. Tu hêvîkî min li ba Miftî nema û bi çavê girî ez derketim derva. Bi ‘ecele ez çûm ba bavê xwe. Min vê bersiva Miftî ya bê umîd û çaresizîya wî da bavê xwe. Leşkera ji min ra muşkîlat dernexist. Min piştî bersiva Miftî da bavê xwe, ez li hêvîya ku bavê min navê hinek însanê dinê bi qûwet bide min û ez herim rica bavê xwe ji wan jî bikim bûm. Belê bavê min destê xwe yê rastê da ser enîya xwe, serê xwe bilind kir, berê xwe da ‘ezmana û wiha got; “Teqdîra Xweda li ser ser û çava.” Paşê bi dengek bilind, kelîma tewhîdê xwend. Leşkera bi ‘ecele bi milê min girtin û min avêtin derve. Min bavê xwe car din nedî. Em zarok û pîrek serbest berdan. Belê du pîrek ku navê wan herduya jî Emîne bû bi me ra bernedan. Ew di wê malê de hiştin. Paşê bavê min xwe dighîne wan û wesyêta xwe dinvîse dide wan jibo bighînin me. Wan pîreka jî wesyêta bavê min gihandin me.
Min Dest Ji Bavê Xwe Nedikir
Eskeran, zarok û pîrek derxistin derve. Tu merivê kesî ji me li wan dora tunebû. Ez jî sebîyek qîzîn bûm û ne li gundê xwe hatibûm girtin. Ji ber wî qasî kesê ku li navçê li min xwedî derkeve tunebû. Piştî ku em derxistin derva, destê min ji bavê min nebû. Minê çi bersiv bida bavê dîya xwe. Navê rojê bû. Li navçeya Gêncê heyat sekinîbû. Kesê ku hatibûn kuştin, ji xwe hatibûn kuştin. Kesê ku revîyabûn ji xwe revîyabûn. Kesê ku li malê xwe mabûn ji tirsa newêribûn derkevin sikaka jî. Ez li hember wê mala ku bavê min tê de girtî bû, li qeraxê rê rûniştim. Li malê dinhêrim, bavê xwe tînim bîra xwe û hêstira dibarînim. Pîrekek din jî hat nêzî min rûnişt û wê jî wekî min li wê malê dinhêrî û hêstir dibarandin. Her yek ji me bi derdê xwe va mijûl bû, kesî ji me li kesê din nedipirsî. Leşker li wan dera diçûn û dihatin. Ez û wê pîrekî bi si’etan li wir man û bi cîkî da neçûn. Lê belê tiştek ji destê me nedihat. Berî ku tarîtîya şevê bikeve erdê em ji wir rabûn û çûn.
Piştî çûna me bavê min û kesê zilamê ku li cem wî ne, di zemanekî kin de wan bi hev va girê didin û dibin dervayê navçeyê, wan di newalekî de bi singûya şehîd dikin. Rojekî şivanek pezê xwe li wan dora diçêrîne û leqayî cinazê wan tê. Ji dûr da dengê nalîna însanekî dibihîze. Li alîyê deng diçe, dinhêre ku ji deha zêdetir însan di newalê de hatine kuştin. Yek ji wan di binê ceseda da birîndar filitîye, lê belê birînê wî giran in, nikare bi xwe ji binê wan ceseda derkeve. Ji şivên hêvî û rica dike jibo wî ji bin ceseda derxe, pê re alîkarî bike û wî ji wê derê dûr bike. Şivan qet lê nanêre, wî birîndarî di wî halî de dihêle û ji wir dûr dikeve. Diçe gund jî behsa wî birîndarî ji kesî ra nake. Xelkê me ewqas hatibûn tirsandin û qutifandin û pirnisandin. Kesî newêribû ji tirsa canê xwe li kesî xwedîtî bikira. Carna newêribûn li cesedê însanên malbata xwe jî xwedîti bikin. Ew birîndar jî bi nalîna birînên xwe bi roja di wê newalê de di ber rih da dimîne û paşê can dide.
Heywanên Çolê, Zirar Nedan Cesedê Bavê Min Û Hevalê Wî
Cesedê bavê min bi tevî kesê pê re hatin kuştin di wê newalê de, di ser dilê hev de bêxwelî û nixamtin man heta salekê. Zivistan bi ser wan de çû. Berf û baran bi ser wan de hat. Gur û rovî û kelb digel birçîbûna xwe ya zivistanê pirr bi ser wan de çûn, lê belê qet tiştek bi bedena wan şehîda nekirin. Bi hurmet di ber cesedê şehîda ra derbas dibûn û diçûn. Ev hurmeta heywanên kovî ji cesedê şehîdan ra hereketeke mu’cîzewarî û ecêbek giran bû.
Kekê min Muhemmed Riza, piştî salekê çû ku cesedê bavê min bîne ba me û defin bike. Bi xwe ra melakî jî biribû. Kekê min bo daxwaza alîkarîyê çû gundê Kuparê. Lewra kekê min cîhê cesedê wan baş nizanibû. Ew gund nêzî wan bû û gundîyên wî gundî cîhê wan dizanibûn. Ji gund tu kes newêribû bi wan re here cîhê ceseda û alîkarîya wan bike. Paşê şexsek ji gund çûyîna bi wan re qebûl dike. Kekê min, mela û şexsek ji gund çûn cîhê qetlî’amê. Di ser kuştina wan de salek derbas bûbû, lê belê tiştek bi cesedê wan nebûbû û cesed mîna xwe bûn. Kekê min û mela, kindirê destê wan vedikin. Kekê min dixwaze ku cesedê bavê min bîne ba me, belê mela qebûl nake û dibêje ew çala han ji wan re diha maqûle. Kekê min jî qebûl dike. Temamê ceseda ji hev vediqetînin. Benê destê wan vedikin. Her yek ji wan berê wan didin qiblê û di ber hev da defin dikin. Xwelîyê davên ser wan, wê derê ji wan re dibe mezelek komî.
Piştî bavê min, dîya min bi tevî yetîmên xwe bê çare, bê war û cî ma. Kesekî bi me ra alîkarî nedikir. Ez û dîya xwe em li dora deh gunda gerîyan, kesî di gundê xwe da cîh neda me. Di nav gunda da tirsekî mezin ji xwe hebû, pê re xela jî çêbûbû. Lewra leşkera pirê gunda şewitandibûn. Temamê heywanê biçûk û mezin biribûn. Di destê kesî da xwarinekî zêde tinebû. Xelkê naskirî û dostê bavê min jî nedixwestin zexîra xwe bi me ra parve bikin. Lê belê di zamanê bavê min da ji wan tu kes nemabû ku bavê min qencî li wan nekiribû. Ew roj li yetîmê bavê min nedinihêrîn. Navê wan gundê ku em çûnê û em qebûl nekirin hinek jê wiha bûn; Xerîb, Tekoran, Koruk, Madran, Çapan… Paşê gundê Madrekê em qebûl kirin. Qebûlkirina me ya gundê Madrekê jî bi vî hawayî çê bû. Ji gundê Madrekê bi navê Derwêş Axa, însanekî qenc hebû. Piştî daleqandina Şêx Se’îd li ser heyf û de’wa wî derket çîyê û têkoşîn kir. Ew qûmandan û serê mucahîda bû. Seh kiribû ku malbata me gund bi gund digere, kes me nahewîne. Xeber ji malbata xwe ya ku li gundê Madrekê dima ra şand, jibo em bigrin ba xwe, tembîh kir. Wan jî li ser tembîha wî em girtin ba xwe. Pîreka Derwêş Axa, pirr ji me ra baş bû. Li ser xatirê mêrê xwe me jî perçekî ji malbata xwe dihesiband. Me li wê derê xerîbî qet nekişand. Paşê pîreka Derwêş Axa jî çû giha mêrê xwe û li ser de’wa Şêx li çola di milê mêrê xwe da mûcadele kir. Mala xwe jî ji me ra hişt. Dora deh sala em li wî gundî man. Paşê me fam kir ku gundê xelkê ji me ra nabe. Lewra li wir tu erd û zevîyên me tunebûn. Me nikaribû debir bajon û heywan bi rihetî xwedî bikin. Piştî salekê der û dor ji zulma leşkera jî sehalî bû. Em jî fetilîn gundê xwe. Gundê me tev hatibû şewitandin. Me ji xwe ra nû avahîkî çê kir. Zemanekî hezar heb heywanê meyê biçûk, pêncî serî jî heywanê meyê mezin hebûn. Du heb şivanê me hebûn bi navê ‘Elî û Keleş. Bi navê Muhemmed xulamekî me jî hebû, îşê meyê ser dest û pîya dikir. Dema em çûn gund, tu tiştekî me nemabû. Mûsîbeta herî mezin jî ew bû ku bavê minê sitûna mala me çûbû, şehîd bûbû.
[1] Xaltîya Xêrîye gava ku behsa hucûma dîya xwe a li ser xwe kir, di ber xwe da bişirî û kenîya. Dihat famê ku bi ruh çûye wê wextê û ew hal wek belgefîlmeke zindî hatiye ber çavê wê.
[2] Herekol bi kurdî cîhê wek hêwirgeh û sitar e. Di zimanê tirkî de wek sixinak tê binavkirin
[3] Şahidek Ji Şahidên Qetlî’amê; Xêrîye Akçil. Xaltiya Xêrîye ji ‘Eşîra Ziktê, ji gundê Zimakê (çirik) ye. Me di sala 2011an hevdîtin digel wê çêkir. Wê çaxê ‘umrê wê 95 sal bû.
[4] Di vir da pîra Xêrîye axînek ji dil kişand, hinek sekini, destê xwe danî ser qelbê xwe û wiha got; “Ez çiqa behsa wê wextê bikim û bi bîr bînim, sancîyekî giran dikeve qelbê min.” Li ser wê gotina xwe sikût kir, di ber xwe da hûrik hûrik girîya û xeberdana xwe domand.