Fatih AKMAN
Ehmed û Welî ji dibistanê vedigeriyan malê. Li jêra dibîstanê çend xirbe û malên xerabe hebûn. Wexta di ber wan re derbas bûn, qêrînek hat, veciniqîn. Xwe negirtin, meraq kirin. Hew xwe dîtin ku li nava xerabane. Çend xortên ku balî û esrar dikşandin li wir bûn. Xortan di nava xwe da şer dikir, pevdiçûn. Belê çawa Ehmed û Welî li hemberî xwe dîtin, dev ji pevçûna xwe berdan û berê xwe dan wan.
Yekî ji wan got: “Hûn li çi dinêrin, hûn li bela xwe digerin.”
Yekî dî jî got: “Bimeşin lawo…”
Gotina “lawo” li xweşya Ehmed nehat, bi hêrs got: “Sixêfa nedin, ma me tiştekî ji we re gotîye?”
Ji wan ê ku pêşî axivîbû, xwe dîsa avêt nav xeberdanê: “Tew hûn diştêğilin jî…”
Yek ji van û yek ji wan… Di talîyê de Ehmed û Welî xwe di nav şer de dîtin.
Melê taxê Mela Huseyn jî jibo nimêja ‘esir di rêya mizgeftê de bû, dengê pevçûnekê ji dûr ve dihatê. Her ku nêzîkî xerabayê dibû, dêng zêde dibû. Wextê gihaşt rastî xerabayê, deng baş hat, deng ne ğerîb bû, lezand û bi alî wan de çû. Çi bibîne, Ehmed û Welî û du ‘hebên ku li kuçan radibin rûdinin, bihev girtine, hevdû dibin û tînin. Bi dengekî bilind û bi ğeyd bi ser wan de çû û ji wan ra got: “Xortno! Hûn çi dikin, hûn ji xwe fedî nakin?”
Mela Huseyn bi zirt û xeyd kir ku dev ji hevdû berdin û vegerîya bal Ehmed û Welî: “Ev çi hal e, perîşantiya wan besî wan e, ev şer û pevçûn ji kû derket îca?”
Ehmed fedî kir, serê xwe bera berxwe da, Welî weha bersiv da: “Seyda em ji dibistanê vedigeriyan, bi dengê pevçûna wan em bi vir de hatin, beleya xwe li me dan, hema me xwe di nava şer de dît.”
Seyda piştî vê bersiva Welî, berê xwe da xortên din, wan weke kesên sûcdar serê xwe ji kêlekê ve berdabûn berxwe û bi hêrs bêhna xwe didan û distandin. Mela çawa baş bala xwe da wan, nêrî yek ji wan şakirdê wî yê berî bi çend sala, Ğerîb e. Nêzîkî wî bû, destê xwe da milê wî û got: “Ğerîb tu li vir çi dikî lawo, tu çawa ketî van halan?”
Bi pirsa Seyda re ji çavên Ğerîb hêstir herikîn. Bi kelûgirî bersiv da: “Seyda xwezî min dev ji mizgeft û hevalên xwe yên li wê derê bernedaba. Îro ez poşman im, îdî ez naxwazim ne hevalên xwe yên li van kuçan, ne jî yên li ber dîwaran bibînim. Seyda jibo Xwedê ji me re bibin alîkar.”
Piştî van gotinên Ğerîb, Mela Huseyn li ser pirêkêtekê, li kêleka wan xwe berda erdê.
Belê Ehmed û Welî gotin: “Em dereng bimînin, wê maliyên me meraq bikin.” Ji ber wê, misa‘eda xwe xwestin û çûn. Pîştî Ehmed û Welî çûn, Ğerîb û Azad dest bi xeberdanê kirin:
-Xalê Seyda em jî însan in. Çima kes li me nabe xwedî. Kêfa me ji vî halî re nayê. Em bê xwedî ne, kes li me nanêre, ê dinêre ya ji me ditirse ya jî berra me dide… Êvaran em li vir dibin qeşa. Carna potikî ku em têxin bin serê xwe nabînin. Nebes e em xwe didin ber kêr û cilêtan, her derê xwe em jê dikin. Em jî guneh in, dilê we qey bi me naşewite, me xelas bikin ji vê jîyanê, ji van sikak û kuçan. Tiştekî din, em ji we naxwazin. Em nan û av ji we naxwazin, hûn me ji van sikak û kuçan xelas bikin, emê li ser nigê xwe bisekinin, em ji we re nabin bar. Emê bixebitin, nanê xwe derxin. Nuha jî em dixebitin, me ji kesekî nan nexwestîye, me destê xwe li ber kesî venekirîye. Kağiz û kartonê sûka didin hev, em nanê xwe ji wan derdixin. Ji bo Xwedê me ji vê jîyanê xelas bikin, em jî însan in, em jî dixwazin hêvî û xeyalên me hebin. Em jî dixwazin bixwînin li dibistanan, dixwazin nimêj bikin li mizgeftan, jibo Xwedê, jibo Xwedê…
Mela Huseyin digirîya, ji xwe ra digot:
-Çawa heta niha min ev xort nedîtine, sûcdarê vî halên wan em in.
Piştî ku Azad sekinî, Ğerîb dest pê kir û got:
-Seyda, qey te hîç meraqa min nekir ku dema ez çûm, ez çi dikim. Binêre Seyda, ji wextê ku ji mizgeftê dûrketime, halê min ev e, kîjan bajar, kîjan tax be em divî halî de ne. Geh em balîyê dikşînin, geh tînerê. Em agir bi nava xwe dixin Seyda.
Ğerîb piştî weha got, rabû ser xwe, hinek tîner anî û berda ser hinek sînger û got:
-Ha em wilo agir berdidin xwe, tîner çawa vê singerê dime’hîne, me jî weha dime’hîne. ‘Hetanî em li kuçekê bikevin, bimrin. Jibo Xwedê Seyda, em naxwazin bime’hin, em naxwazin di vî ‘halî de bimirin, me ji vê jîyanê xelas bikin, li vir pêşî û mêş me dixwin, mişk me dixwin. Me xelas bikin, me xelas bikin. Hûn me xelas bikin, îdî ez dev ji mizgeftê, dev ji we û hevalên baş bernadim. Careke din ez nabim hevalên kesên ku berê min didin van xerabeyan. Jibo Xwedê Seyda, ji bo Xwedê Seyda, Jibo Xwedê Seyda…
Mela Huseyn, hew debar kir rabû ser xwe, hêstirê xwe paqij kir, Ğerîb û Azad xist bin çengê xwe û meşîyan bi alîyê mizgeftê ve. Heta gihaştin mizgeftê, car car hêstirên xwe ji hev vedişartin. Dema gihaştin derîyê mizgeftê, Mela Huseyn hêstirê xwe baş paqij kir û derbasî mizgeftê bûn.
Piştî nimêjê Mela Huseyn, Ğerîb û Azad birin aşxanê, bi hev re xwarinek xwarin û ji wir jî çûn nexweşxanê.
Demeke dirêj derbas bûbû, li mizgeftê Mela Huseyn, we’z dikir, Ehmed, Welî, Ğerîb û Azad li dor Mela Huseyn bûbûn xelek. Ev çar xort di karên xêran de ji Mela Huseyn re îdî bûbûn dest û pî.
***
Çîroka me li vir qedîya. Îdî ka em binêrin bê çi şîretan em karin ji xwe re bigirin.
A yekemîn, çûna mizgeftê bi tenê mirov ji xerabîyan dûr dixe, meriv bi başan re dike heval û hogir.
A duyemîn, çawa ku hevalên baş mirovan baş dikin, hevalên xirab jî mirovan xera dikin.
A sêyemîn, em weke ku Pêxemberê Xwedê kerem kiriye, ji yê nêzîk û dûrê xwe berpirsyar in. Xweda wê hesabê wan ji me bike.
A çaremîn, wexta em li xortên xwe xwedî dernekevin, îblîs û hevalên xwe wê xortên me ji me bidizin, wan û jîyana wan wê me’hû bikin.