Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm. Selat û selam liser qencên Xweda yên gazî xelasî û hîdayetê kirine.
Ziman perçeyek ji insan e ku benîadem bi alikarîya wî li hevdû dikin, bi xêra wî daxwazên xwe bi hev didin fêmkirin. Îca wexta ku însan bêhizûr û bêaram be, an bindest be çawa xwe di xeter û talûkê de nebîne? Mumkun e ku her roj berê wî bikeve alîkî cuda. Bi vî rengî ziman jî li welatekî nefermî be û ne zimanê perwerdeyê be, roj bi roj li xwe kêm dike, gotinên xerîb şûna peyvên wî digrin. Dem tê ku êdî xwediyê wî zimanî jî nema qîma xwe bi zimanê xwe tîne û êdî zimanê xweyî dayikê diterikîne.
Wexta meriv zimanê xwe biterikîne, ji xwe yên biyanî kêfxweş dibin û hê bi 'eşq û şewq peyv û gotinên xwe bi meriv didin hînkirin. Tinazê xwe bi zimanê meriv dikin. Heta tê asteke ku êdî zimanê meriv înkar dikin û dibêjin "Zimanê te ne tu ziman e, gelekî kêm e, ji xwe ew jî devokeke ji devokên şaxê oxûz in" Ku ziman bikeve vê astê, ne xwezî bi halê wî. Êdî hey ji terefê serdest ve tê înkarkirin û tehqîrkirin. Nûhat û xortên wî zimanî jî êdî nema qîma xwe bi zimanê xwe tînin. Roj bi roj zimanê xwe diterikînin. Bi terka zimanê xwe, kesayeta xwe û hebûna qewmê xwe jî diterikînin. Ev dibe mihrîcan ji dagirkeran ziman re.
Bi rastî rewşa me ya Kurdên bakûr ev e. Îro em mecbûrî ketine pey îsbatkirina zimanê xwe ku Kurdî zimanekî cuda û serbixwe ye. Yanî zimanê me li vê heremê di warê hebûna xwe de ye bê Kurdî heye an tuneye. Min ji Kurdekî ku Tirkî xwendiye û bûye mamostê zimanê Tirkî re got "Tu çima bi Kurdî nanivîsî û xeber nadî?" Got "Ezê çi bikim ji Kurdî. Yanî nan di Kurdî de tune ye" Mixabin rewşa me ya Kurdên bakûr ev e. Ji ber vê rewşê jî barê li ser milê me xwende û nivîskaran, gelek girane û xebat li ser me ferz e.
Ziman Çawa Derketiye Holê
Bi rastî wexta meriv li pirtûkan û gotinên zimannasan dinêre bê ka zimanên cuda çawa çêbûne û çawa li ser zemînê belav bûne, tiştekî ku meriv têr bike meriv nabîne. Dilê meriv mutme'în nabe. bi piranî zimannas wiha didin fêrkirin: Zimanekî bingehîn heye û zimanên din tev, ji vî zimanî bi dirêjahîya demê re û bi bandora zemîn û şert û mercan hêdî hêdî hatine holê. Ispata wan jî ev e ku gelek zimanên cîran û ên ji hev dûr ketine, di wan de peyv û gotinên weke hev, heta 'eynê hev hene. Lê delîla wan, ne ev bi tenê ye. Lê ji me re ji bo ku mijar bê fêmkirin, ev bes e. Mînak “sterk” di zimanên Kurdî, Farisî, Ûrdû, Pêştû hwd de hema hema wek hev e. Heta ev bêje di zimanê gelek Ewrûpîyan de jî 'eynî ye, an piçekî guherîye, lê kok yek e.
Li ser rûyê erdê heta demek nêz jî zêdeyî 7 hezar kisûr ziman tên xeberdan an jî dihatin xeberdan. Li gorî vê teorîyê ev her 7 kisûr ziman ji hev çêbûne û li dinyê belav bûne. Erê veguherîna zimanan heye. Hema hema hemû ziman bi derbasbûna ‘esran diguherin an jî ziman xwe nû dike û xwe diguherîne. Lê li gorî min ev rewş nayê wateya ku ziman hemû ji hevdû derketine. Belkî ev rewş tê wateya ku ziman hemû ji çavkaniyek bi tenê derketine. Lê ne ji zimanekî bingehîn bi tenê derketine. Li gorî min ev çavkanî di ayeta 31ê sûreyê Beqereyê de derbas dibe. Xweda wiha dibêje: "Me Adem hînî hemî navan kir." Mifessirên meşhûr, li ser vê fermana Îlahî gelek şîrove kirine. Fexrê Razî û gelek mifessîr wiha dibêjin.
Yanî xulasa ji ayetê tê fêmkirin ku Hz. Ellah wexta Adem xuluqand, ew hînî hemî zimanên hene kir û Adem jî zaroyên xwe hînî zimanên cuda kirin. Kê ji van kîja ziman hîn kiribe û li xweşîya wî çûbe, bi zurriyeta xwe ew daye domandin. Bi vî rengî qewm û zimanên cuda bi îrada Îlahî li ser rûyê zemîn belav bûn. Xweda a herî rast dizane. Li jorê me behsa guherîna ziman kiribû. Aha di vê derê de cudatiya zimanê Kurdî, qewîbûna wî derdikeve holê. Ji zimanê 'Erebî pê ve, zimanên ku bi ser ‘esran ve zêde nehatibin guherîn, gelekî kêm in. Lê Kurdî belkî di vî warî de bêhempaye. Pêncsed sal berê çawa bû, hema îro jî ew peyv di cihê xwede ne. Mînak ji Melayê Cizîrî:
"Min divê lê eşkere kim carekê daxa nihîn"
Îro di xeberdana Kurdî ya nesrî (pexşan) de, ji bo bêjeya "nihîn" veşirtî tê gotin. Lê di helbesta îro de jî çêdibe ku bê bikaranîn. Melayê Cizîrî pênc sed sal berê ev helbest gotiye. Îro em bê zehmetî helbesta wî fêm dikin. Dîsa li gorî lêkolîneran, zimanê Îngîlîzî yê pênc sed sal berê, ne weke yê îro ye. Ji bilî 'Erebî, zimanên dinyê jî bi vî rengî ne.
'Alimên Îslamê jî derheqê Qur’ana Pîroz de bê çima bi 'Erebî nazil bûye gotine: "Zimanê 'Erebî bi borîna demê re naguhere. Ev jî ji bo fêmkirina peyama Xwedê pey esran elzem e.” Di vî warî de zimanê Kurdî piştî 'Erebî, bi borîna ‘esran re neguherîye, bi kok û zexmîya xwe xwe dide qebûlkirin. Lewra neguherîn îsbata qewîbûna ziman e. Ev qewîbûn jî di Kurdî de zêde heye. Lê mixabin îro wexta meriv li ser înternetê li meqaleyên derbarê zimanê kurdî de digere, meqaleyên ku nivîskarên wan Tirk in, ji heqîqetan dûr in û bi fikrên nijadî û înkarî hatine nivîsandin. Ne layiqî xwendinê ne. Em dewlemendîya zimanê Kurdî û cudabûna wî ya ji zimanên dinyê ji hêla rêzimanî ve ji pisporên vê beşê re bihêlin.
Li Tirkîye kîja ziman eslî ye, kîja dûvre bi koçberî hatiye herêmê? Emê hinekî liser xeber bidin. Hemî lêkolînerên ziman û dîroka însaniyetê, mittefiq in ku ewilî însanan li Mezopotamyayê bi cih bûne û jiyan li vir destpê kiriye. Tê zanîn ku Mezopotamya; ji Yemenê heta Anadolê ku digihêje Behra Reş, weke şiklê hîlalê dizîvire. Ji vê şiklê Mezopotamya re tê gotin hîlala bi bereket. Kurdistan jî di nava vê hîlalê de weke hîlaleke biçûk bi cîh bûye. Dîsa hemî pisporên vî karî dibêjin ku koça însaniyetê ji vê mezrabota (Mezopotamyayê) bi du rîyan çê bûye:
Yek, ber bi rojhilat û Asya û Efrîkayê de ye. Du, bi ser rêya behra navend (Marmarayê) re bi ser Stenbolê (Yûnanê) re bi hêla rojava de çûne Ewrûpayê ye. Wexta meriv nexşeya cîhanê dide ber çavê xwe, ev her dû rê gelekî me'qûl tên. Ji xwe çavkanîyên Îslamî jî dibêjin ku bavê me Adem û diya me Hewa, piştî hatina dinyê li çîyayê Erefatê (Mekke) hev dîtine. Dîsa çavkanî û Qur’ana Pîroz, ji bo gemiya bavê Însaniyetê ê duyem Hz. Nuh dibêjin ku li ser Cûdî sekinîye. Cûdî jî îro navê çîyayê bajarê Nûhê Şirnexê ye.
Madem şopgerên rîya koça însanîyetê dibêjin ku însaniyet ji Mezrabotan ber bi şerq û xerbê ve koç kiriye û kelamê pîroz jî vêya tesdîq dike, nexwe qewmê Kurd ji kû derê koç kirine û hatine vê derê? Bi tifaqa antropologan, Kurd ji tu derê bi reya koçê nehatine vê 'erdê. Belkî ew xwedî û sakinê vê erdê ne.
Encam; Kurd jî ji zaroyên Hz. Nûh in. Jixwe delîl û tabletên axîn ku di şikeftên Kurdistanê de û bilî wan jî hatine dîtin, vê de'wê tesdîq dikin. Dîsa weke hemî Tirk jî dibêjin “Em ji Asya Navîn, berî niha bi hezar salî hatine vê derê (Anadolê)”, ew koçberîya xwe qebûl dikin. Ev jî esaleta Kurdan li vê erdê tesdîq dike.