Hepsa we dersxane ye
Dersxana dÎnê me ye
Ew pir-j mere feyde ye
Çinku-j ber dinê me ye
Kafirî em dakirî
Em li hepsa karkirî
Neyarê me xisirî
Çinkû- jdîn re feyde ye
Ey dijmınê xûn xarî
Tu çi hovek dijvarî
J-dînê me re neyarî
Xwedyê me Rebbê me ye
Kêlbê te çiqa tîjbê
Neynokê te wek şûr bê
Navê te şêrê sûr bê
Xelasya te tuneye
Tu Rebbê me nasnaki
Tu dînê bawer nakî
Tu xwe li behrê karkî
Wextê fenaa te ye
Bêhna Xuda fire ye
Muhleta Wî pir he ye
Wextê mîqatê heye
Wextê halbî çû-j te ye
Em eskerê Xuda ne
Neyari kafira ne
L-hêvya mîqatê mane
Aqîbet her ya me ye
Qewmê fîr’ewn û haman
Neyarê din û îman
Çi ‘ecêb hat serê wan
Vê carê dora te ye
Ew li behrê sekitîn
Çûn cehennem şewitîn
Hetta ebed peritîn
Ma qey xelasî heye
Hûn jî-lser rêça wani
Hûn wek wa bê îmanî
Lewra hûn wek hovanî
Qey ev qeder ya we ye
Hûn wa-l bîra xwe bînin
Xwe-jwê fikrê derînin
Hûn jî îmanê bînin
Bo wê xelasî heye
Medvê hûn jî se’adet
Bi baweriyû ta’et
Qebûlkin bin cema’et
Ev ji we re feyde ye
Vaye me xêra hewe
Divêt hem feyda hewe
Belê tucarî hewe
Bo me xêr ne xwesti ye
Hûn-bzulm û îşkenceyê
Hem-b hebs û neqenciyê
Def hakim û sewciyê
Bi me ev heyfa veye
Heyfa me va-l axretê
Cem xudanê ‘izzetê
Xuda-b deme cennetê
Heyfa me cehnimeye