Dema em behsê destpêka şi'ra Kurmancî dikeyn; kanî ji bo cara êkê kengî û li kî ve ew hatîye nivîsîn û sohbet diête ser cîlê[1] êkê yê wan şa'irên Kurmanc yê ku berhemên wan gehîştiye me, ku cîlê 'Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran e, pisyarek diête kirin: Erê tiştekê ber'eql e roja ku şi'ra Kurmancî peydabûyî ew li wê pêkê bit ya şi'ra Melayê Cizîrî -bo nimûne- gehiştiyê?
Di bersîvê da gelek caran em dibêjîn, pêdivî ye berî peydabûna vî cîlê mezin yê şa'iran, hindek şa'irên dî me hebitin, şi'r bi Kurmancî nivîsîbitin û şi'ra wan hêdî hêdî werar[2] kiribit heta gehiştiye vê pêka bilind ya em li nik cîlê Melayê Cizîrî dibînîn û ev gotina nezerî/teorîk ya em dibêjîn hindek caran bi rengekê 'emelî/pratîk jî delîl li ser peyda dibin. Jêderên dîrokî car car hindek navan didene me em pê dizanîn ku rastîyek bo vê gotina me ya borî heye û ku belê berî vî cîlî me şa'ir hebûyîne, şi'r û dîwan bi kurdî danayin, eger çi hêşta çû berhemê wan negehîştibite me jî.
Wek nimûne li ser vê çendê ew îşaret e yê em di gotina Şerefxanê Bidlîsî da dibînîn demê ew behsê Mîr Ye'qûb Begê kurê Mihemed Begê Zeraqî yan Zerkî diket û dibêjit: “Wî selîqeyeka[3] 'ecêb di vehandina[4] şi'ran da hebû û wî komeka şi'ran di babetê tewhîdê da vehandîne û pitiriya şi'rên wî bi Kurdî ne, heta wî dîwanek heye.” Ev mîre hevçaxê sultanê Osmanî Silêmanê Qanûnî bû û ew li sala 949 (1542 z.) li şûyna birayê xwe Şahqulî bûye hakimê Zerqê li devera Mêrdînê nêzîkî 25 salan hukum kir, paşê wî kurê xwe Dûman li cihê xwe dana û piştî hingê bi sê salan, ye'nî li dorên sala 977ê (1569 z.) mir.[5]
Li hindek cihên dî jî Şerefxanê Bidlîsî îşaretê didet li sedsala 10ê mişextî (16/şazdê zayînî) û belkî berî hingê jî hindek şa'ir hebûn şi'rên xwe bi ezmanê xelkê vedihandin, xelkê şi’rên wan jiber dikirin û li hilkeftinan[6] digotin.
Me'na guman tê da nîne ku berî cîlê Melayê Cizîrî şa'ir hebûyîne, şi'rên xwe bi Kurmancî vehandîne. Belê mixabin çu berhemê vê qonaxa hêj negehiştiye me, lew herdem me digot: “Em nizanîn kanê rojek dê bêt em hindekê ji wî berhemî tê da bibînîn yan ne?“
Belê bizav û duwîçûnên[7] vekolerên me yên berdewam û dîtina wan bo hindek keşkol û destnivîsên kevin yên hêşta di pirtûkxaneyên taybet û giştî da mayîne veşartî û peydakirina wan bo hindek durr û mirariyên pêşiyan, hêvî û ûmêdê li nik me peyda diket ku dîtina hindekê ji wî berhemê jê gotî karekê mustehîl[8] nîne.
Êk[9] ji şa'irên qonaxa berze[10] ji dîroka edebîyata Kurmancî yên ku heta demekê nêzîk kes ageh jê nebuwî û nezanî ku wî berhemekê Kurmancî heye, şa'irê Badînî Mela Mehmûd e, ewê nasnavê xwe yê şi'rî kiriye Hemîdî. Serhatiya peydabûna wî bo sala 1998 dizivirit, demê Prof. Mes'ûd Kitanî nivîsînek li dor hindek şi'r û şa'irên kevn di hijmara 6ê kovara Peyv da ewa li Dihokê derdikevit belavkirî û di nivîsîna xwe da şi'rek ji destnivîseka kevn veguhastî û bi wê inîetê belavkirî ku ew şi'reka Mela Husênê Bateyî ye.
Dema Kitanî ev şi're bi vî nîyetê belav kirî, li ser hizra wî nebû ku ew şi'r ya şa'irekî dî ye gelek berî Bateyî jiyaye, belkî berî cîlê Melayê Cizîrî jî jiyaye û kesê ev çende aşkerakirî hêja Se'îd Dêreşî bû, ewê di nivîsîneka xwe da ewa di hijmara êkî ji kovara Dîrok da li sala 2013yan de belavbûwî, duyçûna vê şi'rê kirî û daye aşkerakirin ku ev şi're ya şa’irekî kevnê Badînî ye li sedsala şazdê zayînî jiyabû û hevçaxê mîrê Amêdîyê yê navdar sultan Husênê Welî bû û nasnavê wî yê şi'rî Hemîdî ye.
Tiştê seydayê Dêreşî ji bîrkirî îşaretê bidetê ew e navê vî şa'irî yê durist Mehmûd e, wekî ew bi xwe di nîva malikeka şi'ra xwe da dibêjit:
“Mehmûdo! Xweş tişt e 'ilm xasme ji bo xelqê mela”
Wekî em dibînîn şa'ir di vê malikê da gazî xwe bi xwe diket û dibêjite xwe: “Ey Mehmûd! 'Ilm tiştekê xweş e bo hemî kesan nexasim[11] bo mirovê wekî te mela bit.”
Nasixê destnivîsê li pêşiya şi'rê ev gotina Farisî nivîsiye ku dibêjit: “Der sifetê dîwanê Siltan Huseyn ez goftarê Hemîdî“, ye'nî: Ji gotina Hemîdî di derheqa saloxetê dîwana sultan Husênî da. Ji vê gotina wî diête wergirtin ku xudanê vê şi'rê Hemîdî ye û mijara şi'ra wî li dor medh û saloxetê koçk û dîwana Sultan Husênî ye.
Aşkera ye ku ev kes Sultan Husênê xudanê koçkê mîrê navdarê Amêdî ye, ewê li sala 1533yê z. piştî mirina babê xwe Hesen Begê û li cihê wî bûye mîrê Amêdiyê û sîh salan heta mirina xwe li sala 1573yê hukum li devera Badînan kirî. Ji kitêb û jêderên dîrokê diête[12] zanîn ku ev mîrê Badîna kesekî bihukim bû û li hindek demên hukmê wî ew deverên dewr û berên mîrnişîna wî jî keftibûne bin destê wî. Belkî ji ber vê çendê bit wî nasnavê sultan wergirtibit û diyar e ew mirovekî camêrî û dîndar bûye lew digotinê[13], Sultan Husênê Welî.
Vî mîrê gelek karên hêja li demê hukumraniya xwe kirîne û karê wî yê ji hemiyê berçavtire avakirin, yan nûjenkirina Medresa Quba bû, ewa bi sedan salan wek zanîngeheka mezin lê hatî bo deverê û hijmareka mezin ya zana û edîban ders lê xwandîn û gotîn.[14]
Diyar e, Sultan Husênî koçkeka ava û zêde xweş li Amêdîyê hebûye, gelek zana û edîb û maqûl lê kom dibûn. Êk ji wan Mela Mehmûdê şa'ir bi xwe bûye û wek wefadariyek bo vê koçkê û xudanê wê wî vêya ye şi'rekê di wesfa koçkê da vehînit, îna wî ev şi're nivîsînî ya em li dor diaxivîn.
Ji naveroka şi'rê diête zanîn ku demê Hemîdî ev şi'ra xwe nivîsî hêşta Sultan Husên zêndî bûye; çunkî ew du'ayê bo wî diket ku koşka wî her û her ya ava bit. Eger em li bîra xwe bînîn ku Sultan Husên li sala 981ê mişextî (1573 z.) mirîbû, divêt em bêjîn dîroka vehandina vê şi'rê bo berî vê salê dizivirit, me'na: Mela Mehmûdê Hemîdî hevçaxê mîr Ye'qûbê Zerqî bû û berî Melayê Cizîrî bû.
Ev şi'ra Hemîdî ji 28 malikan pêk diêt, ji layê ruxsarî ve wî ew li ser behra remelê vehandiye ku wezna wê bi vî rengî ye: fa'ilatûn/fa'ilatûn/fa'ilatûn fa'ilun û şi'r ya çar zimanî ye, wî ew bi çar zimanan vehandîye: Kurdî û Tirkiya Osmanî, Farisî û 'Erebî. Tiştê hindê digehînit ku Hemîdî di van her çar zimanan da yê melevan[15] bûye.
Hêja ye em bêjîn ku piştî wî bi nêzîkî sed û pêncî salan Ehmedê Xanî jî hatîye û şi'rek bi van her çar ezmanan vehandîye.
Ji layê naverokê ve ev şi're -wekî me gotî- li dor saloxetê koşka Sultan Husênê Welî ye û tiştê balkêş ew e şa'ir li cihekî du'ayê bo mîrê Amêdîyê diket ku Kurd hemî bo wî bibine silavkêş û li pêş wî rawestin, me'na: Ew hemî bikevine di xizmeta wî da û xwe li ber wî biçemînin.[16]
Li vêrê me divêt em vê şi'rê hemiyê li ber çavên xwendevanan bidanîn[17], her çende ew ya vala nîne ji kêmasîyan; çunkî me êkser ji destnivîsê wernegirtiye, belkî me ew ji daneya çapkirî ya Kitanî û Dêreşî wergrtiye. Dêreşî bi xwe jî ew ji ya Kitanî wergirtiye, ye'nî: Destnivîs ne li nik min û ne jî li nik Dêreşî hebûye ku em lê bizivirîn û cihên berguman te’kîd bikeyn, her çende malikên Kurdî û 'Erebî ji vê şi'rê çendekê baştir ji yên Osmanî û Farisî hatîne rakirin.
Hemîdî di vê şi'ra xwe da dibêjit:
Wacib û lazim li her kes kin ji bo mîrê kubar
Hem senayan hem du'ayan da nemînin dîn û har
Weqtê 'xoş der 'endelîban nale û efxandar
Gül açılmış nalî û bilbil fixanları berar
Da'îma dewlet ba dewlet serara wasfê dar
Bulbulan ra naxme bayed der çemen zarî bihar
Min 'ecîbullah îna qed nerî bil-i'tibar
Rewzete ma xeyret û wes-serfîha mayedar
Peh çi nazik menzîl e ji rengê beheşta baqî ye
Têk kulîlkêt wê dibişkiftîne daim çar kinar
... ... rayeê bik ez padişahim qesrî kîm
Her taraf çîçek berî axazlari şeker yağar
Baxban Xalid ra rûyest elzam temam
Bezm gah şod geh amîd minker ez ixtiyar
Hazîhî rewzatu’l-‘adn fedxuluha faizîn
Eyyûha’l-Îslam fe’tuwa feskuna daru’l-qerar
Gul şilêl şermende mane ji heyeta pir heybetê
Lew ser û çehvêt xwe têk dan li bin piyan daynane xwar
Gözlerîn qoyub aşaxi daxlarin zanbaqlari
Ehl-î az'ank bulanda baqmaq olur baxar
Ser û ber pa astiyade yekdilî da'wa kened
Ya'nî aynî herkes ra yekdîlî aydu’l-kar
Qaîl bil’hal 'en şainel-lezî yercû’lendî
In min ye’tî’l ‘alî ma mal 'anha baxtiyar
Sorgul û zergul bi de'wane li nîva çîmenê
Êk dibêt mehbûb ez im ya dî dibê ji ‘işqême jar
Sunbul ile tutiya açiq qurmîşler dîllerî
Kîm biz hem tûtiya û kîm biz hem zilf-î yar
Resm-î xizmetkarî amûz û be etraf-i çemen
Nêrgisşurîdek amed çar çeşm ez her kenar[18]
Asmîn wek asuman tên serkuzot û bergerî
Batiyê xêrxwaz nebîtin daîma bît tazîdar
Xırmanın xuşleri her birisi Bexdad dır
Şewîşler haliyle kimi bunda daden xestem dar
Tuxî şahî û qerenfîl qehweî û şebubha
Manîdir bitxane-î çîn kî keşîd în yadigar
Nadete’l-tubî fetubî eyyûhe’l muste’melûn
Fî’zilal kel amal be'z û iftixar
Ya Rebbî daîm mubarek bin li we dîwan û text
Cumleyê Kurmanc silavkêş bin bi pêşgeştî xedar[19]
'Edl û dadin text û dîwan mubarek olalar
Zerrece olmaya xamdan koynunuzda bir xubar
Kaînat hest tarem sakinat şerq û xerb
Cumle-î ba tesura ya Rab mubarek baddar
Bareke’l-barî lekum eywankum muddeî’z-zaman
Qed eradellah fî exlaqîkum ne'tu’l-weqqar
Mehmudo xweş tişt e 'ilm xasma ji bo xelqê mela
Me divê mîran di heybet û al bû eniya şehsuwar
Fadlınıza ey Hemîdî 'ilm ile yetişen yoqdur
Eyleyem ‘alem içinde almak olur namdar
Der nicûm û hikmet û 'ilm-î muanî ta be şer'
Ey Hemîdî ger çi serraf û mihenkdir pîşdar
Adi'î bi’l-'ilm û fedla men yusmî bi’l-Hemîd
Ayn meniyatî mucîba bahsa bi’l-îqtîdar
[1] Cîl: Nifş
[2] Werar: Peresîn, pêşketin, geşekirin, pêşvebirin
[3] Selîqe: Melodî, newa, arya
[4] Vehandin: Derbirîn, dariştin, hûnan
[5] Şerefname, Şerefxanê Bedlisî, wergêran bo ‘erebiyê Mihemed Cemîl Rojbiyanî, çapa 2., Erbîl 2001, r. 415-416
[6] Hilkeftin:
[7] Duwîçûn: Lêkolîn
[8] Mustehîl: Hêsan
[9] Êk: Yek
[10] Berze: Wenda
[11] Nexasim: Bi taybet
[12] Diête: Tête
[13] Lew digotinê: Lewra jê re digotin
[14] Dîrokvanê navdar Dr. ‘Îmad ‘Ebdusselam Reûfî kitêbek bi zimanê ‘Erebî li dor jîn û karên Sultan Husênê Welî nivîsiye, li sala 2009ê li Hewlêrê hatiye weşandin. Di wê kitêbê da ew bi berfirehî behsê vê mîrê û serûberê devera Badînan li serdemê wî diket.
[15] Melevan: Avjenîker. Di vir de di wateya zîrek de hatiye bikaranîn.
[16] Biçemînin: Bicivin
[17] Bidanîn: Deynin
[18] Malikeka ‘erebî li vêrê keftiye.
[19] Belkî di binyat da “pêşkêşî xedar” bit.