Di edebiyata klasîk a Kurdî de çend helbestvanên me hene ku mexlesa wan “Muxlîs” e. Wek mînak:
- Feqî Ebdurrehmanê Ciwanroyî (1871-1926): Helbestvanekî ji herêma Ciwanro û Hewramanê bû, mexlesa wî di helbestan de “Muxlîs” bû, beşek ji helbestên wî vê dawiyê hatine çapkirin.
- Mela Ehmedê Nalbend (1891-9/9/1963): Helbestvanekî ji herêma Behdînan e û bi navê “Ehmed Muxlis” tê naskirin. Ew xwediyê dîwaneke serbixwe ye û helbestên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsandiye.
- Mela Xelîlê Muxlîs ku kurte jiyana wî ev e:
Mela Xelîl di sala 1910'an de li gundê Şorezertke yê li deşta Kendênawa ya Hewlêrê ji dayik bûye. Di pênc saliya xwe de bavê wî wefat kiriye. Dayika wî ew xwedî kir. Destpêka xwendina xwe li cem mamê xwe li gundê Dûserê derbas kir. Paşê, qonaxa feqîtiyê li gelek cihan domand. Di salên 1932-1943'yan de li gundê Kendalê nêzîkî Mexmûrê, gundê Sûrêjeyê yê Quştepeyê û gundê Pîrdawidê xwendiye. Dûv re, di qonaxa musteîdiyê de, li cem Mele Şêx Celalê Berzencîyê Kanîkurdeyî li gundê Tirpesipiyan xwendina xwe domand. Demekê li gundê Çexemîreyê yê herêma Kendênawayê ma, paşê çû cem Mele Salihê Gozepankeyê li Hewlêrê û di salên 1943-1944'an de li cem wî xwend û îcazeta melatiyê jê wergirt.
Di destpêka helbestnivîsandina xwe de, mexlesa wî “Wafî” bû û di hin berhemên xwe de heta sala 1943'yan ev mexles bi kar anî. Di sala 1944'an de nasnavê “Muxlîs” ji xwe re wek mexles hilbijart û bû sofiyê Neqşebendî, terîqet li ber destê Şêx Mistefayê Herşemî yê Neqşebendî wergirt. Piştî wergirtina îcazeta melatiyê li Hewlêrê, vegeriya gundê Dûserê û li şûna mamê xwe bû melayê gund. Fetah Axayê Dizeyî çavdêriyeke baş li Muxlîs û medrese û şagirtên medreseyê dikir.
Muxlîs di sala 1952'an de, bêyî ku kesek bizanibe diçe Qizirabat û Kifriyê, paşê vedigere welatê xwe. Di sala 1964'an de gundê Dûserê dihêle û berê xwe dide Hewlêrê. Demekê melatiyê dike, lê zêde namîne, bar dike Fellûceyê, dibe mela li mizgefta mezin a bajêr û dersa zanista mentiqê (lîojîk) dide. Di wê demê de, dikeve xeyala geşta Sûriye û Hîcazê, lê zû poşman dibe. Êdî neçar dimîne û vedigere Hewlêrê, ji wir jî vedigere Dûserê û heta sala 1975'an bi melatiyê ve mijûl dibe. Di wê salê de, bi yekcarî wî gundî dihêle û berê xwe dide Şeqlaweyê, jiyana xwe ya paşerojê li Xaneqaha Şêx Mistefayê Herşemî yê Neqşebendî derbas dike.
Di roja 5’ê Hezîrana 1985’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî dike, li ser wesiyeta wî, malbata wî cenazeyê Muxlis li goristana Girê Pîrdawûd dispêrin axê.
Berhemên wî
Berhemên Kurdî yên Muxlîs
1- Dîwana (Baxê Lawan) Muxlîs: Ev berhema Muxlîs hemû berhemên helbestî yên Muxlîs dihewîne, hêj nehatiye çapkirin.
2- Mewlûdnameya Kurdî: Ev berhem di sala 2022yan de du caran hat weşandin.
3- Hicretnameya Kurdî: Ev berhem di sala 2022y an de cara yekem hat weşandin.
4- Dîn û Dinya bo Gelê Wirya: Ev berhem di sala 2022yan de cara yekem hat weşandin.
5- Ayîna Îslamê Eweye - Cilda Yekem: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
6- Ayîna Îslamê Eweye - Cilda Duyem: Ev berhem di sala 2022yan de cara yekem hat weşandin.
7- Nêrînên Cuda yên Şafiî û Henefî di Fiqha Îslamê de: Ev berhem di sala 2022yan de cara yekem hat weşandin.
8- Pêwîstiya Hecê: Ev berhem di sala 2022yan de cara yekem hat weşandin.
9- Kakilê Eqîdeya Kurdî: Ev berhem di sala 2022yan de cara yekem hat weşandin.
Berhemên Erebî yên Muxlîs
1- Mewaîd el-Fewaid - Cilda Ewwel: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
2- Mewaîd el-Fewaid – Cilda Dûyem: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
3- Measir el-Ebrar wel-Exyar we Meqalatuhum: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
4- Munteqa el-Ehadîs: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
5- El-Xuteb el-Minberiyye wel-Mewaîz el-Muxtariye: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
6- El-Hikem el-Xelîle: Ev berhem di sala 2023yan de cara yekem hat weşandin.
Du nimûne ji helbestên wî
Ta kû[1] gencêkî nefam[2] bûm meylî pîran im hebû
Her ke pîrî kewte[3] ser rûm meylî gencan im hebû
Hudhudî badî Seba[4] wa le Seba[5] hatewe lam[6]
Mullkî gencîm ta hebû murxî[7] Suleyman im hebû
Zulfî yar lutfî le gell man[8] ta hebû xoş bû ijyan
Bo hemû fesl lêk le sal sêber[9] û seywan im hebû
Sînekey bê kînekey ta kû reqîb têkî neda[10]
Baxî Sêwan û Henar û baxî Xoxanim hebû
Dest le textî selltenet hellbigre her rendî bike
Serdemêk emnîş[11] wekû to qesr û heywanim hebû
Naw û nîşan it newê ta baregay pîrozî yar
Rûy nedamê[12] yar heta kû naw û nîşanim hebû
Dill be hîç çişt[13] bend meke dem çî dewîst ewha bike
Ta kû ew ders im nexwênd jînêkî pir jan im hebû
Geh le mizgewtan xerîk bûm zîkr û tehlîlem dekird
Geh le meyxane şerab û lawk û heyran im hebû
Pêm le ser pê dadena bade be dest û yar le rox[14]
Kewser û awî Heyat û Hûr û Xîlman im hebû
Şew le meclîs yar ke zulfî xoy le ser rû la deda[15]
Mangeşew pêwîst nebû şem'î şebistan im hebû
Rengî dû rengîm le meyxane bemey şuşt aferîn
Murşîdêkî nasîh û heymetî merdan im hebû
Pêm le nêw meyxane dana geyme nêw[16] cah û celal
Ta le nêw[17] medrese bûm qelbêkî wêranim hebû
Her wekû êsta[18] ke dembînî[19] le pêşan wa[20] nebûm
Heyhû heyhû çende şewqî şengebêryan im hebû
Qet le bîr nakem buwaran[21] bo Qeracî wek deçûm
Arezûy rawî qullîng û karxezalan im hebû
Rû le nêw mêrg û kulîlk û seyrî awan im dekird
Şew le dîwanî hewes da lafî sulltan im hebû
Ta demam lew hobe reşmarane[22] her keyfim dekird
Bo hemû terze xemêkî bezm û seyranim hebû
Çend le Botan û le Xoşnaw û le nêw şaran gerram
Çunke Soranî bû Muxlîs meylî Soran im hebû
-2-
Texmîsek Li Ser Helbesteke Hezîn
Çim le xom kird[23] çim nekird bo axîret nef'ê bidat
Çak we ye[24] ser hellgirim[25] bo xom bikem terkî willat
Biçme Rewze[26] her bigiryêm bang bikem lehze û se'at
Ya Resûllî Medenî ca nîme xom xiste penat[27]
Şermezar û rûsiyah im bêkes im rûh im fîdat
Bê şi'ûr[28] bûm, bûm be yarî nefs û şeytanî le'în
Rûm be mexrûrî le dunya kird û xafil bûm le dîn
Kes nîye rûy tê bikem[29] ey rehmeten lîl-'alemîn
Her etoy melcee le rojî axîret bo muznîbîn
Destî min bî w damenit agat le min bî[30] bo necat
Çendî wa'îz we'zî dam hasîl nebû bo înkîşaf
Hîç nema neykem le fî'lî sû’[31] Le gell laf û gezaf
Her xuda ye ger bizanî cîrmî curm im bê xîlaf
Kêwî 'îsyan im[32] eger bêt û biçête kêwî Qaf
Mumkîne qaf it le ber çaw bête zûrî zûrebat
Çunke çî ça bî[33] le pêş xom bo sibey nemnardiye[34]
Her kesêkî lêy epirsim[35] çar û tedbîr im çî ye
Îctînab im lê ekatin[36] hîç cewabêkî nîye
Ca be qurban xot 'îlac im ger nekey hîç kes nîye
Bê cesaret ka le lay Mewla[37] tikaman bo bikat[38]
Kirdewey[39] xom dênme ber çaw[40] dême ser rêgay xeter
Çunke hênd zore[41] xirapem wa le xayet çûyte der
Waye emma î'tîqad im waye[42] ey Fexrî beşer
To şefî'mi bî[43] gunah im sed ziyatir[44] bî eger
Nadirê eslla 'ezab im dême rêzî[45] ewliyat
Fezlî sehbî[46] to le gel Eshabî Kehfan lêk cudan[47]
Min muhîbbî sehbî tome û seg muhîb bû bo ewan[48]
Seg beheştî bû be menzîl safîdat bê cîsm û can
Çon segî Eshabî Kehfan biçête nêw qesrî Cînan
Min segî eshabî to neçme qisûrî 'aliyat
Her kesê Şahî Medîney yar nebîtin bêkes e
Bê sebate ta'etî her wek bînay bê hendese
Ba netirsêtin[49] le mehşer Muxlîsî pir weswese
Ey "Hezîn" huzn it nebê madam ewit nasî[50] bes e
Behrî cûd û xîret e û ehlî wefa 'alî sîfat
[1] Ta kû: Heta ku
[2] Nefam: Nezan û cahil
[3] Kewte: Kefte. kete
[4] Badî Seba: Bayê Seba. Cûreyekê Bayê ye
[5] Seba: Bajarê Seba ku li Qurana pîroz navê wê hatiye
[6] Hatewe lam: Vegeriya ba min
[7] Murx: Teyr
[8] Legell man: Digel me
[9] Sêber: Sîber û sî
[10] Têkî neda: Xira nekir
[11] Emnîş: Ez jî
[12] Rûy nedamê: wî berê xwe neda min
[13] Çişt: Tişt
[14] Rox: Rex û kenar
[15] La deda: Jê dibir
[16] Geyme nêw: Ez gehîştim nav
[17] Le nêw: Li nav
[18] Êsta: Niha
[19] Dembînî: Tu min dibînî
[20] Wa: Wisa
[21] Buwaran: Biharan
[22] Reşmar: Çadir û xêweta koçeran
[23] Çim le xom kird: Min çi bi serê xwe anî
[24] Çak we ye: Ya baş wisa ye
[25] Ser hellgirim: Birevim
[26] Rewze: Rewzeya cenabê Pêxember
[27] Xom xiste penat: Min xwe avête ber devê te
[28] Bê şi'ûr: Bê eqil
[29] Rûy tê bikem: Berê xwe bidim wî
[30] Agat le min bî: Te hayî ji min bî
[31] Fî'lî sû’: Karên nebaş
[32] Kêwî 'îsyan im: Çiyayên gunehên min
[33] Ça bî: baş be
[34] Bo sibey nemnardiye: Ji bo sibe min neşandiye
[35] Lêy epirsim: Jê dipirsim
[36] Îctînab im lê ekatin: Xwe ji min dûr diket
[37] Le lay Mewla: Li ba xwedê
[38] Tikaman bo bikat: Ricayê ji bo me biket
[39] Kirdewe: Kiryar û emel
[40] Dênme ber çaw: Tînim ber çav
[41] Hênd zore: Hinde zehf e
[42] Waye: Wiha ye
[43] To şefî'mi bî: Tu şafî’ê min bî
[44] Ziyatir: Zêdetir
[45] Dême rêzî: Tême nav rêza
[46] Sehb: Heval
[47] Lêk cudan: Ji hev cudane
[48] Bo ewan: Ji bo wan
[49] Ba netirsêtin: Bila ew netirse
[50] Ewit nasî: Te ew nasî