عَنْ أَبِى هُرَيْرَةَ قَالَ: قَالَ رَسُولُ اللَّهِ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) : عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ قَالَ: قَالَ رَسُولُ اللَّهِ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) :
”كُلُّ كَلَامٍ أَوْ أَمْرٍ ذِي بَالٍ لَا يُفْتَحُ بِذِكْرِ اللَّهِ عَزَّ وَجَلَّ فَهُوَ أَبْتَرُ، أَوْ قَالَ أَقْطَعُ.“
Li gorî ku ji Ebû Hureyre (r. a.) hatiye neqilkirin Resûlê Xwedê wiha gotiye:
“Her kar û gotinên baş ê ku bi yadkirina Xwedê (e. s. w.) dest pê nekiribe bêencam e/bêbereket e.”
************
عَنْ عَائِشَةَ قَالَتْ: قَالَ رَسُولُ اللَّهِ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) : ”إِذَا أَكَلَ أَحَدُكُمْ طَعَامًا فَلْيَقُلْ بِسْمِ اللَّه،ِ فَإِنْ نَسِيَ فِى أَوَّلِهِ فَلْيَقُلْ بِسْمِ اللَّهِ فِى أَوَّلِهِ وَآخِرِهِ.“
Li gorî ku ji Hz. ‘Eyşe (r. a.) hatiye neqilkirin Resûlê Xwedê (e. s. w.) wiha gotiye: “Yek ji we dema ku dest bi xwarinê bike bila bêje “Bîsmîllah” (Bi navê Ellah). Ger di serê xwarinê de ji bîr bike ku besmeleyê bîne bila bêje “Bîsmîllahî fî ewwelîhî we axirîhî” (Di destpêkê de jî di dawî de jî bi navê Ellah).”
************
عَنْ جَابِرٍ عَنِ النَّبِيِّ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) قَالَ: ”أَغْلِقْ بَابَكَ وَاذْكُرِ اسْمَ اللَّهِ فَإِنَّ الشَّيْطَانَ لاَ يَفْتَحُ بَابًا مُغْلَقًا، وَأَطْفِ مِصْبَاحَكَ وَاذْكُرِ اسْمَ اللَّهِ، وَخَمِّرْ إِنَاءَكَ وَلَوْ بِعُودٍ تَعْرُضُهُ عَلَيْهِ وَاذْكُرِ اسْمَ اللَّهِ، وَأَوْكِ سِقَاءَكَ وَاذْكُرِ اسْمَ اللَّهِ.“
Li gorî ku ji Cabîr bîn ‘Ebdullah (r. e.) hatiye neqilkirin Resûlê Xwedê (e. s. w.) wiha gotiye:
(Dema ku tu ketî mala xwe) Bi besmeleyê derî bigire. Çimkî şeytan derîya ku (bi besmeleye) bê girtin nikare veke. Bi besmeleyê lembeyê vemirîne. Bi anîna besmeleyê ger perçeyek textik be jî deyne ser qabê. Dîsa bi anîna besmeleyê ser qaba avê jî bigire.”
************
عَنِ الْبَرَاءِ أَنَّ النَّبِيَّ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) كَانَ إِذَا أَخَذَ مَضْجَعَهُ قَالَ ”اللَّهُمَّ بِاسْمِكَ أَحْيَا وَبِاسْمِكَ أَمُوتُ.” وَإِذَا اسْتَيْقَظَ قَالَ “الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِى أَحْيَانَا بَعْدَ مَا أَمَاتَنَا وَإِلَيْهِ النُّشُورُ.“
Li gorî ku ji Bera (r. e.) hatiye neqilkirin dema ku Pêxember eleyhîsselam ji bo raketinê diket nav ciyan digot, “Ellahumme bîsmîke ehya we bîsmîke emût” (Ya Rebbî! Ez bi navê te dijîm, bi navê te dimirim) û dema ku şiyar dibû jî digot, “Elhemdulîllâhîllezî ehyânâ be’de mâ emâtenâ we îleyhin-nuşûr” (Hemd ji Xwedê re be ku piştî canê me distîne dîsa me sax dike; tenê ew dikare me sax bike.)
************
عَنِ ابْنِ عُمَرَ قَالَ:كَانَ النَّبِيُّ (صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَ سَلَّمْ) إِذَا أُدْخِلَ الْمَيِّتُ الْقَبْرَ، قَالَ: ”بِسْمِ اللَّهِ. وَعَلَى مِلَّةِ رَسُولِ اللَّهِ.“
Li gorî ku Îbn ‘Umer (r. e.) neqil kiriye, dema ku meyt dihat xistin qebrê Hz. Pêxember (e. s. w.) wiha digot: “Bîsmîllahî we ‘ela mîlletî Resûlîllah” [Em (te) bi navê Xwedê û li ser dînê Resûlullah (dixin qebrê).]