Belê xwendekarên hêja û meraqdarên matematîkê!
Emê îroj ji we re behsa alimekî mezin bikin ku wî, derîyên matematîkê hetanî dawîyê vekir, weke avakarê ilmê “Cebîr”ê tê binavkirin. Ev kes Ebû Cafer Muhemmed bîn Mûsa El-Harîzmî ye.
Harizmî, di sedsala 9emîn de, di navenda çand û ilmê ya Ebbasîyan de yanî li Şamê perwerde dît. Ew zihnekî pêşeng yê matematîkê bû û wî, matematîk ji lîstikeke hejmaran derxist û kire ilmeke sîstematîk û bidîsîplîn.
Herêma Harîzm ya Harizmî lê hat dinyayê ku îroj di nava sînorên Ozbekîstanê de dimîne erdnigarîyek e ku li wê derê çand, ilim, şaristanîya Rojhilat û Rojava gîhaştiye hev. Harizmî di emrê xwe yê ciwan de çû Bexdayê û li vê derê di Beytu’l-Hîkmeyê de xebitî. Harizmî li vê derê metnên matematîk û astronomîyê yên bi zimanên Hindî û Yunanî wergerande Erebî û ev zanist sentez kirin û bi fehmdêrîyeke nû bi şekil kir.
Berhema wî ya herî zêde navdar e “Kîtabu’l-Muxtasar Fî Hîsabî’l-Cebr We’l Muqabele” yanî “Kîtaba Hesabê Cebir û Hevkêşeyê” ye. Vê berhemê di serdema matematîkê de destpêka dewreke nû ye. Lewra Harizmî çareserîyên hevkêşeyan ku hetanî wê dewrê belavbûyî bûn di bin sernavê “Cebîr”ê de kom kir.
Navê “Cebîrê” bi Erebî ye û tê maneya “Ji nû ve komkirin” û armanca Harizmî jî ew bû ku tiştên ku nayên zanîn û newekheviyan bigihîne çareserîyê. Wî hevkêşeyên asta duyemîn bi awayê geometrîk vedigot, pirsên matematîkî yên tevlihev bi şeklekî vekirî û gavên fêhmbar digîhand bersivê. Îroj dema ku tê gotin cebîr prensîbên ku tên bîra meriv bi piranî ji sîstema wî tên.
Ji xeynî van tiştan Harîzmî di berhema xwe ya bi navê “Kîtab El-Hîsab El-Hindî” de sîstema reqeman a Hîndî daye nasîn, bi taybetî jî wî, mefhûma sifirê xistîye nava matematîkê. Sifir di nava reqeman de ne valahîyek e; bîlekîs ew tiştê ku sîstemê digihîne kemalê ye. Ev metoda ku ji Ewropayê re wek “Hesabê ji Hîndîstanê hatiye” derbas bûye di dinyaya matematîkê de veguherîneke mezin daye destpêkirin.
Harîzmî, di warê astronomîyê de jî xebitîye, di berhema xwe ya bi navê “Zîc El-Sîndhînd”ê de hereketên cismên asîmanî bi cedwelên biteferûat nîşan daye. Vê berhemê di mijarên wek dîyarkirina wextê nimêjê de jî hatiye bikaranîn.
Xebatên Harîzmî yên di mijara erdnigarîyê de di kitêba “Kîtab Sûret El-Erd” de cîh digre. Li vê derê koordînatên ji 2400î zêdetir cîhan hatiye dayîn, ji bona xerîteya herî rast a dinyayê derkeve xeletîyên Batlamyus jî hatine serastkirin. Derxistina xerîteyê ji bona wî hew nedihat maneya ilm, bi heman awayî ji bona însanan şeklê zanebûna cîhê xwe yê li dinyayê û hebûna xwe ye.
Navê Harîzmî wek “Algorîtmî” derbasî Latînî bûye û bingeha computerên îro jî wî avêtîye. Algorîtma ji bona bersivdayîna pirsên matematîkî gavên sîstematîk yên tên avêtin e. Ev mefhûm îroj di warên bêhejmar de tê bikaranîn.
Xwendekarên hêja, jiyana Harîzmî nîşanî me dide ku matematîk hew ne civandina reqeman e, bi heman awayî berhema fikar, îcadkirin û dîsîplînê ye. Bi derîyê ku wî vekir însanîyet gihîşt alema zanistê ya bêserî û bêbinî.
Wî zanyarîya paşerojê anî pêşerojê, matematîkê xiste xizmeta însanîyetê û mîmarê ilmekî mezin e. Divê em jî xwedî li vê mîrasa wan derkevin û di ronahîya ilmê de li rêya xwe dewam bikin.