Kesekî bawermend wexta ku di camekanekê de li guldankeke xweşik bi te‘eccub temaşe dike, wuha dibêje: “Ey guldanka xweşik, te ev xweşikbûn çewa bi dest xist?” Guldank bi zimanê ‘hal wiha dest pê dike: “Ey kurê Adem! Wextê tu li vê xweşikbûna min temaşe dikî, qet zen neke ku ez bi hêsanî gihame vê xweşikbûnê. Lewra ez demekê ‘herî bûm. Hunermendek hat. Rahişte min, li min xist, di nav destê xwe de perçiqandim, û sitiram. Hemberî ezyeta ez nedebirîm min bi qîrîn got: “Ji kerema xwe, êdî bes e.” Hunermend beşişî û got “Hê ne niha.”
“Hunermend piştra ez danîm ser textekî û li wir li dora xwe çûm û hatim. Serê min gêj bû, dîsa bi qîrîn min got: “Ji kerema xwe min ji vî textî xelas bik, ez êdî naxwazim li dor xwe bigerim.” Belê hunermend dibeşişî û wextê got “hê ne niha” rahişte min û ez xistim firnê. Agrê wê gur kir û derî li min girt. Îca min hunermend, di paca firnê de didît. Her çiqa bi wir de diçû, firin germtir dibû. Êdi min ji xwe’r digot, “Ev hunermend ê min bi şewitandinê bikuje.” Min hew debar kir, ji alîkî ve min li diwarên firnê dixist û ji aliyê dî ve jî min dikir hewar. Belê dikenîya û digot “hê ne niha”
Piştî se’etek derbas bû firin vekir, min ji firnê derxist danî ser masê, firçek û hinek boyağ anî hêdî hêdî ez boyağ dikirim. Belê îca ez diqdiqîm û min got: “Hosta! Ji kerema xwe, wilo nek ez di’enitînim.” Kenîya û ‘eynî bersiv da “hê ne niha” Piştra dîsa ez girtim ber xwe û bi alî firnê ve meşîya, ji tirsa min kir ez bimra ma, min kir hewwar “ji kerema xwe mi dîsa nexe firnê”
Li min guhdarî nekir, ez dîsa xistim firnê, sincirandim û pîleya firnê kir du qat. Min got “Ha îca ê min bikujê” di pacê re bi çavekî bergerîn min li hosta nêrî. Wî dîsa got “hê ne niha” Belê vê carê min dî dilopek hestir jî ji çavê wî hate xwarê. Tam min di got “Ez nefesa xwe a dawi didim, firin vebû û bi destekî nazik hosta ez ji firnê derxistim. Ez gihaştime wê hênkayiya ku ez hesreta wê mabûm, min bêhnek berda.”
Hunermend min danî cihekî bilind, vê carê got û pirsî “Îca tu tam bû weke ku min tu dixwastî. Tu dixwazî li mirêkê li xwe binêr.” Min got “Erê.” Mirêkek danî ber min, ez te‘eccub mam min got, “Ev ne ez im, ez perçek ‘herî bûm.”
Got: “Ev tu yî, ew tiştên ku ezyet û te’de didane te, tu anîne şeklek wilo mûkemmel. Ger wextê tu perçek herî bû, ez li ser te nexebitya ma, tê hişk biba û biçûya. Ger min tu nedanîbana ser text, tê bûbana toz û gubare. Min tu nexista firna germ, tê bi qelişya, min tu boyağ ne kira ê reng di jîyana te de tune bana. Belê tiştê hêz û quwwet da te, xistina firnê a duyemin bû. Îca niha, tiştek ji te kêm nema ye, her çi tiştî dixwazî li ser te heye. “Ez guldanka xweşik, ez mehcubûm ku mi ew gotin ji te re kirin, min digo qey tê xisarekê bide min. Min bibexşîne, min nizanîbû ku tu ji min bêtir ji min hezdikî. Mala te ava.”
Belê çîroka me li vir qedîya, guldanka min bi zimanê ‘hal dersek xweşik da wî bawermendî û da me. Belê em li ser bifikirin, emê karibin gelek şîretan jê bigrin. Bi kurtayî em bêjin. Em mîna perçek ‘herîne di destê qudretê da. Bi bela û musîbeta me dighîne. Belê kesê ku dixwaze hem ji hundur û hem ji derve xweşik bibe, bila sênga xwe ji bela ra veke, xwe bi her alî jibo kâr û xebatên olî amade bike.
Belê ew kesê ku bisebrê, bi hikmet temaşe bike û jibo gihaştina xwe alîkar be, wê weke guldankê cihekî bilind bi dest bixe. Ew cih jî bihişt bi xwe ye. Wî çaxê ka werîn wek kalên xwe, seyda, ustad û rêzanê xwe bi hevra bibejin. “El‘hemdulîllahî ‘ela kullî ‘hal, sîwel kufrî wed-delal.”