Guh bidêrin hûn li min xelqê civat û suhbetan
Qenc ji vê çerxê bitirsin jê bikin pir fikretê
Rastî nabit rojekê bo kes bi meyl û muhbetê
Hîlekar e ew didit xelqê ji jehr û şerbete
Ehmeq û cahil ew e ê pê biğarî dil detê
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bê guman bêqedr e ‘ilm û xet
Şekweê lew ez dikim bo yar û dost û hemdeman
Eleman, ez destê çerxa bê miriwwet eleman!
Rahet û dilxoş nedî min, kes ji çerxê bê guman
Bifkirin carek li dûnê mun’ekis bûye zeman
Qet ji tertîb û edeb islûb û yol îdî neman
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bê guman bêqedr e êdî ‘il û xet
Ê ku qimsî û hesûd û fitne-engîz û neman
Pêşî me’qulan bir û lê reğbet in sed îhtîram
Belku dispêrin bi destê wan imûrê bîttemam
Dibne agir bo misilmanî disojin subh û şam
Dînfiroş û zalim in ew her ji bo loqma heram
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bê guman bê qedr e êdî ‘ilm û xet
Ê ku navê da û baban kes nezanîtin çi ye
B-reğbet û qedr e, li pêş e vî dora wî ketiye
Mal û dewlet vî di dest da xelq diken jî hêviye
Ê ji ocağê mezin îro dibînî birciye
Guh nedan ocağizadan kes tu car vê ‘esriye
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bê guma bêqedr e êdî ‘ilm û xet
Ev çi dewran e çi tebdîl e gelo dîsa me dî
Qet nema şûlek li islûba berê vî serhedî
Rastî nabit çerx-i keçrew nayin û xwar û bedî
Kes wefa û î’tîbar esla ji vê dewrê nedî
Ser hilînan nakesan ê cinsê pak min berze dî
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bê guman bê qedr e êdî ‘ilm û xet