Hûr Bajo, Kûr Bajo, Ga Jî Ne Êşîne
Fatîh Şêxdodî
Meha adarê hêdî hêdî livînê xwe dide hevdû û koç dike. Bêhna nêrgiz û sosina ji deştê tê. Nîsan ji dûr ve bang dike:
- Mizgîn li we be, vaye ez dîsa hatim.
Temamê nebatan hêdî hêdî ji bin axê serê xwe derdixin ber bi ronahîyê. Ji bona wan dema tarîtîyê diqede. Jîyan, careke din destpê dike. Temamê zîrûhan serî tewandine li pêş hukmê Qadirê Zulcelal (C. C.) Piştî zivistana sar û seqem, ‘alema erwahan ji xewa şêrîn şîyar dibin. Te digot qey ev xeweke bê dawîye. Lê Qadirê Zulcelal (C. C.), ji bo demeke kin û kurt muhlet dabû wan. Dema muhleta wan qedîya, ber bi rûyê ‘erdê serê xwe bilind kirin.
Dema ji zozanê bilind dinhêrî, heta çav dibînin deşteke mezin, fireh û bi bereket xuya dike. Ji zozanan çem diherike ber bi deştê ve. Temamê axa deştê bi ava çem têne avdan. Dana Xweda ye; ax, av û tav. Tenê dimîne xebat. Dema însan cehd û xebat bike rê jêre vekirîne.
Bi qederê 30-40 mal xuya dikin li gundê deştê. Li vî gundê kevnare, camêrekî bi navê Hecî Mûsa dijî. ‘Emrê wî di serîya 70 salî de ye. Rûsipîyê mala xwe û gundê xwe ye. Hecî Mûsa pir zivistanan dîtîye, jîyanê ceribandîye. Têkilîya bi însanan re, çûn û hatinê, nefs û qiyasê, dan û sitendinê… elhasil merivekî zana û giran e.
Bi navê Ferman û Rêzan du lawên Hecî Mûsa hene. Dixwaze îsal giranîya xebatê bide ser milê lawên xwe. Meqseda wî ji alîyekî ve wan hînî xebatê bike ji alîyê din ve wan bi ceribîne.
Ew sal zivistan pir sar û seqem derbas bûye. Lê di dawîya meha adarê de serma şikîyaye, dinya germ bûye, avê bin erdê teqîyane, hêdî hêdî şînahî çê dibe. Êdî wexta cotkirina ‘erd hatiye. Rojek ji rojên meha adarê, Hecî Mûsa, gazî lawên xwe Ferman û Rêzan dike. Ji wan re dibêje:
- Lawên min! Ez êdî merivekî extîyar im. Weke berê nikarim bidim dû ga û gîsin, çokê min nagirin, nikarim bi nav çolê bikevim. Ezê ‘erd di nav we de par bikim, her yek ji we perçekî ‘erd bajo. Ezê her yek ji we ga û gîsinekî jî bidim we, hûnê karê xwe bi wan bikin.
Herdû ewladê wî jî, gotina bavê qebûl dikin. Lê jiber ku heta niha karê cotvanîyê bi serê xwe nekirine û meyla xwe jî nedane serê, hinekî bêdeng dimînin. Bavê wan vê ferq dike û şîretekî li wan dike:
- Lawên min, cotkarî karekî zerîf e. Dema we dest bi cotê xwe kir, gîsinê xwe hûr bajon, kûr bajon û ga yê xwe jî ne êşînin.
Hecî Mûsa piştî şîretê li lawên xwe kir, ‘erdê xwe jî di nav wan de parve kir, ga û gîsinê wan jî da wan û wan verê kir.
Ferman, lawê mezin bû. Li gor Rêzan zêdetir bi bavê xwe re çûye cotvanîyê. Ji ber vê yekî ji zikê xwe têr e. Şîretê bavê wî pir bi serê wî nakeve. Bi ya wî, wê bide dû ga, heta qewet di ga da hebe wê bide xebitandin, piştî taqet di ga da nema wê dev ji karê xwe berde û were malê. Hûr ajotin û kûr ajotin jî ji xwe tiştek ne muhîm e li ba wî. Her wiha Ferman, ne merivekî dil bi rehm e.
Rêzan, lawê biçûktirê Ferman e. Ew jî li gor ‘emrê xwe cotvanîyê dîtîye, lê ne weke Ferman. Şîretê bavê xwe digre û dest bi xebatê dike. Rêzan merivekî dil nerm e.
Herdû bira dest bi cotkarîyê dikin. Rêzan, berî tav bide radibe, di keve rê û diçe ser karê xwe. Şîreta bavê wî di hişê wî de ye. Divê hûrik bide ber xwe, rêz di rêzê de here; gîsinê xwe baş berî ‘erdê de, rewa ‘erdê derkeve ser; lê ku vana kir lazim e tehdê nede ga, lewra ew jî xwedî can û rih e. Bi bêhna fireh, bê lez û bez, hêdî hêdî… Dema gayê wî diweste, navber dide karê xwe. Av û êmê gayê xwe didê, bêhna wî derdixe piştra dest bi karê xwe dike.
Li hêla din Ferman piştî tavê daye rabûye dest bi karê xwe kiriye. Li gor wî tu maneya lezkirinê tuneye. Lewra perçekî ‘erd e, di danekî de wê bajo, roja din wê tov bike û karê wî diqede. Dema tê ser karê xwe dinhêre kû birayê wî Rêzan çaryeka karê xwe qedandîye jî. Bi lez û bez dest bi cotê xwe dike. Bi yek carekî, heta danê nîvro cotê xwe diqedîne. Heta cot diqede êdî tu taqet di ga yê wî de jî namîne. Tehda ku dide gayê xwe, ga zexelîya dike, di ser da cotkirina xwe jî hama ji serê xwe dike û berê xwe dide malê. Dema berê xwe dide malê, li hêla birayê xwe dinhêre, hê Rêzan nivê cotê xwe qedandîye.
Dibe roja din, herdû bira ev car diçin nav ‘erdê xwe û tenê xwe tov dikin. Ferman, bê hîsab û mîzan tenê xwe tov dike, alîkî zêde, alîyê din kêm. Rêzan jî weke karê cot, bê lez û bez, bi bêhna fireh tenê xwe davêje û tovê xwe diqedîne. Dibe êvar herdû jî têne mala xwe û êdî li hêvîya rehma Xweda û havînê ne.
Havîna wan tê, dema paleyîyê û çandinê. Herdû bira debrê xwe diçinin, li bênderê gêle dikin, ba dikin û tenê xwe dipîvin. Birayê mezin Ferman ji bêndera xwe 30 olçek hiltîne; birayê wî Rêzan ji bêndera xwe 50 olçek hiltîne.
Bavê wan Hecî Mûsa, careke din lawên xwe dide kêleka xwe û şîreta xwe bi bîra wan dixe.
…..
Çi kar û xebat hebin, li gor usûl û qa’îdê wê neyên kirin, ew kar serferazî nade meriv. Dê û bav li gor şert û mercê heyatê têkilî bi zarokên xwe re nekin, paşê wê zarokên wan bibine bela serê wan. Mamoste dema li gor qe’îdeyên perwerdehîyê mamostetî nekin, wê zarok wek hovan mezin bibin. Dema ajovan ligor destûrên trafîkê wesayîtên xwe najon wê her roj bi seda qeza çê bibin. Ji lewra tevê kaînatê li gor qe’îdeyan tê îdare kirin. Tav berîya wextê xwe dernakeve û dereng jî nakeve. Ka bifikrin, şeva me çend se’et dereng bikeve, emê çi bikin. Yan jî pezê me rojek ji me re bêjin “em êdî şîrê xwe nadin we gelî însanan” emê çi bikin?
Çi kar û xebat hebin, li gor usûl û qa’îdê wê neyên kirin, ew kar serferazî nade meriv. Dê û bav li gor şert û mercê heyatê têkilî bi zarokên xwe re nekin, paşê wê zarokên wan bibine bela serê wan. Mamoste dema li gor qe’îdeyên perwerdehîyê mamostetî nekin, wê zarok wek hovan mezin bibin. Dema ajovan ligor destûrên trafîkê wesayîtên xwe najon wê her roj bi seda qeza çê bibin. Ji lewra tevê kaînatê li gor qe’îdeyan tê îdare kirin. Tav berîya wextê xwe dernakeve û dereng jî nakeve. Ka bifikrin, şeva me çend se’et dereng bikeve, emê çi bikin. Yan jî pezê me rojek ji me re bêjin “em êdî şîrê xwe nadin we gelî însanan” emê çi bikin?