Gotinek min heye dil soje gelek
Şibhê marê ji xema bûme xelek
Ax û sed ax e ji cewra te felek
Cerg û mêlak û leş û dil çu neman
Hestiyû goşt û rih û xwîn kemidîn
Kehniyû cûm û celal têk remidîn
Bax û bîstan jî ji befrê cemidîn
‘Endelîb û kew û bilbil çû neman
Nazik û law û cihêl çûn sefere
Xaniman destê nedan ser kemere
Dil çi xol bêtin ji ah û kesere?
Hevgel û yar û miqabil çû neman
Reng û rûbar û şekil taze û can
Xal û nişan û xet û neqş û beyan
Dêmi gerden fener û durr û didan
Sebr û milhem bû dilê kul çû neman
Dest û til zîq û bejin rast û durust
Çavreş û dilgeşi leş saxlem û best
Bûne koçer û ji warî veguhest
Kûme rûy qurmiz û çavkil çû neman
Keyf û dilxûşiyû bestiyû vebûn
Dîtin û destkirin û hatin û çûn
Ew hemî xewn û xiyalin we nebûn
Biznew (bizin) mih hêstir û zengil çû neman
Çûme baxê ne çu fêkî ne çu dar
Çûme bîstanî ne çîmen ne buhar
Çûme xanî ne jin û kurr ne çuwar
Rêber û şêlker û ‘amil çû neman
Ew çem û mêrg û bihara kemilî
Çirmisîn sirr kete tê da nizilî
‘Aqila agir e berbûye dilî
Fûkûrîn bejn û ber û mil çû neman
Çûme nav hewda kulîlka sûhirîm
Çîmenê got me emir hat û dûrîm
Çendî ez hatim û çûtê fûkûrîm
Çîçek û lale û sunbul çû neman
Çendî min peyvebirîn cewr û cefa
‘Aqîbet bo me nebûn sebr û mefa
Hindî min kir nezera wan terefa
Nêrgiz û sosin û sorgul çû neman
Min ji ber çav û dila perde veda
Belgekî şîn me nedît lê ebeda
Min bêhin kir eserê bêhnê neda
Kate reyhan û qerenfîl çû neman
Çûme deştê çi kûrr û av û herî
Çûme bajêrê xirabat û kerrî
Min nema-l nefs û hinava çû terrî
Kûzirîn cerh û hinav şil çû neman
Mij û morane û befr kefte çiya
‘Erdê req bûy û nelê riste giya
Keyf û seyrana birî bû-j hemiya
Ji xemê dilxoşi çav zil çû neman
Biye pawîz li hedîqê weledî
Şîn û tazî kete gund û beledî
Hakim e çûye beheşta ebedî
‘Esker û dewr û qerawil çû neman
Ez di xanî fûkûrîm kûr nebezî
Da bikeyn seyre li nav bax û rezî
Ev dilê pir kulê reş xav bû tezî
Dil kelî behr û sewahil çû neman
Ey mezel kanê şemaldan û fener
Meclisê ka qehwe û behs û xeber
Lê nemane amro memûr û nefer
Hakim û mesele muşkil çû neman
Ne gul û çîçekin û bêhn û buwe
Ne çu av in ne çu kehnî ne cuw e
Hate gotin te çi ye? halê hu we
Ehliyû xaric û daxil çû neman
Tû wekî dê vegerî ka vegere
Ew çi teftêş û çi behs û xeber e
Ev e rêke nezerê lêke here
‘Abid û zahid û ‘aqil çû neman
Ey xudanê cih û rehm û kerema
Fûkûrîm îns û cina bax û çema
Bû kesê hal û dilek xoş çu nema
Xanew kûçik û menazil çû neman
Kevne dinya megere warê kera
Bo çine mal û jin û kuçk û sera?
‘Aqîbet keyfe û ehlê nezera
Naqis û kamil û xafil çû neman
Ew çi ya can e çi qehbek herimî
Çî kesê keyfa kirî lê setimi
Talibê wê bi heqîqet ‘edimî
Ku mirad hasil û me’til çû neman
Çine alat û nivîn û çiye qût?
Çendî dinya wekî hestî me verot
Me riha xo bi kelexek pîs firot
Zîn û mahîn û ker û cil çû neman
Fikre ser kevr û çiya lê biye mij
Befre barî li hemiya bû gije gij
Şer û xewxa ye hero bigr û bikuj
Xas û ‘am kuştiyû katil çû neman
Tu dilê berde ji vê bê edebê
Nebe armancê metalê xezebê
Ji dinê bes bike se’yû telebê
Ser û bin tîvile kakil çû neman
Tû be teng û til û palî nede pişt
Çi kesê wê kire zava bir û kuşt
Çend tu huyr pêrî hera zivr û dirişt
Zîrek û bê zever û sil çû neman
Eve ye hasil û meqsed ji dine
‘Alemê tam kire jehra mirinê
Dû cihin ‘erdê hemî kes biçinê
Ji ewan herduwa cahil çu neman
Ey kesê hinde tu bêjî mesela
Ne tu sofî ne tu cahil ne mela
Qet li zevya te nehêlan çu pela
Bo te dest û mil û çengil çû neman
Tû bi xo guh nede dunya û kesê
Pêle vê pîs e hewa û hewesê
Nebe xafil ji Xudê yek nefese
Rahet û ‘adil û zalim çû neman
Aferin şa’irê Kurda pelewan
Tu wî xewwasê di behra melevan
“Ehmeda” bes e te got hukm û beyan
Ev e tertîb û şewaxil çû neman