Li welatê ğerîbîyê
Ne şev heye ne roj heye
‘Ewra li ezman girtiye
Ne kêf û ne şahî heye
Mirov ji hevdû dûr bûne
Ne sebr û ne tebat heye
Birîn ji xwînê der bûne
Ne merhem û derman heye
Bajar li min bûye zindan
Ne derî ne pace heye
Ey ğurbeta malik wêran
Ne deng û ne awaz heye
Ey Xwedayê mey Dilovan
Ma ji te pêve hewar heye?
Tu yî tebîbê her derdan
Tu daîm î û her heye
Min bêrîya dayika xwe kir
Ma gelo ew rojek heye
Bêrîya axa gundê xwe kir
Xewn û xeyala min heye
Bira çi bêjim çi nebêjim
Gelo guhdarê min heye
Derdan ji derdan bibêjim
Gelo wesleta min heye
Min ji dûr dît yarek heye
Evîn û dildarek heye
Heftreng û biharek heye
Ew bilbilê dengxweş heye