Gelî xelkê xudan dîn û diyanet
Berê xu-bdem we nînin ‘ar û namîs
Çi wîcdan we heye yan dîn û murwet
Keçêt we-l mekteba ser kol û çok rîs
Bi şir’et ‘ewretê wan e diyar e
Li ser şola heram cehsûs û îblîs
Hela ka ‘alemî weqtî we îna
We axret da bi dunya hûye telbîs
Wekî mêra leşê wan dît çi fayde
We cangî ta’etê xu her kiref rîs
Berê xu-bden kîtaba ka çi gote
Çewa emr e bo jinka sitr û teqdîs
Çi lazim jin bibin katib û bê dîn
Me’aşê wan welew dînar û sed kîs
Resûlullah û Ellah herdû dujmin
We hal nabît li qebrêw cehnema xîs
We cennet da bi dunya mulkê fanî
Û şeytanî xirandin ew bi telbîs
Ev e namûsa mêrê ehlê wîcdan??
Ku jinka wî wekî bizna li dûv tîs
Çewa mêrê xudan şehwet û bê jin
Nezer lê naketin ew nefs e çehsîs
Kesî-jme nîne daim tê nefikrit
Çi hal e ey musulman hindeê pîs
Çi lome bo kesê hizra xirab ket?
Wekî fikrî ser û çoka leşê rîs
Çewa ew dê ji fikra pîs berî bit?
Bixo qelbê me şeytanê kire lîs
Niho ğalib mirova êke kağiz
Ji xêra ve ji şera sed qeratîs
Eger hûn dê bi ‘eqlê min ‘emel kin
Kiça-j van mekteba bînin bi namîs
Nihayet netîce bête qebîhet
We cehnem hisse ye nabit feradîs
Sebeb bo wê ‘ezabê day û bab in
‘Eyalê xo hema gêran ebalîs
Nimêj hêlan û rojî bê sitar e
Wekî teyrê li kolana diken fîs
Guhê xu bes bidne van ewrûbiyan
Bo şola wan kirî ‘adat û tesis
Ew in kafir, bira hûn ehlê îman
Ji kufrê pîstirê nînin tu tecnîs
We Qurana hey û pêğember û ‘ilm
Ewan dêr cehnem û ruhban û qesîs
Kiça-j ‘arê xu rûs nakin wekî we
Ne bo Şalom û Tirxan û Yewanîs
Herê Ehmed bo şola heq tu xurtî
Ji ber xelkê ne dane da bikî qîs.
[1] Bağê Kurda Sercemê Dîwana Ehmedê Nalbend, C.1 Çapxana Xebat, Duhok, 1998