Dema Farqîn kete destê mislumana, xelîfê mislumana Hz. ‘Umer (razîbûna Xweda li ser be (634-644) bû. Wê demê Amed û Farqîn û gelê Farqînê di bin zilma Bîzansîyan da bû. Kralê Bîzansîyan jî Herakliûs (610-640) bû. Artêşa Îslamê Hîcrî di sala 17an, 639ê Miladî da li herêma Sûrîyê bi artêşa Herakliûs ra şer kir. Artêşa Bîzansîyan têk çû û wan mexlûb kir û herêma Sûrîyê fetih kir. Ji vir pêda dora fethê hatibû herêma bakûrê Mezrabota. Xelîfê Îslamê Hz.’Umer (razîbûna Xweda li ser be) ji bo fetha bakûrê Mezrabota yani Kurdîstanê wezîfe da ‘Îyazê kurê Ğenm. ‘Îyaz (r.a) artêşa ku jimara wê digîhaşte 8000 şervanî çêkir û xiste rê. Di nav vê artêşê da nêzî 1000 kes sehabê Pêxember hebûn. Artêşa Îslamê heta gihaşte Amedê gelek kelih zeft kirin û hinek deran jî bi silihê rizgar û feth kirin. ‘Îyaz Amedê dorpêç kir. ‘Îyazê kurê Ğenm Derîyê Mêrdîn (Derîyê Têll), Seîdê kurê Zeyd Derîyê Rihayê û Mû’azê kurê Cebel Derîyê Xerpûtê (Derîyê Ermena) zeft kirin.
Dorpêç kirina bajarê Amedê dirêj domand. Temamê hicûmê mucahîdên Îslamê ji wan sûrê muhkem û qewî derbas nebû û bênetîce dima. Îyazê kurê Ğenm û şervanên Îslamê bi qasî 5 meha-hîva li dor dîwarê sûrê man. Mucahîdên Îslamê nedixwestin ku zirar bidin bajêr û ehlê bajêr. Lewra di Îslamê da hiqûqa herbê ji vêya ra manî’ bû. Û îrşad û teblîğa ku ji Pêxember(A.S) girtibûn wan mecbûrî vêya dikir.
Di vê navberê da serdarê artêşa Îslamê Îyazê kurê Ğenm ji bo fetha navçeyên girêdayê bi Amedê ve mifreze dişandin. Yek ji vana jî mifreza Hakemê kurê Hîşam bû. Îyaz (r.s) bi qasî 100 şervanî civand û Hakemê kurê Hîşam (r.s) kir serdarê wan û şand ser Meyafarqînê. Ji van 100 şervanê Îslamê 10ê wan eshabê Pêxember (a.s) bûn.
Şekil 1 Pira Dehderî, Di dêrokê da ji Amedê kû meriv biçya Farqînê divirda diçûn
Evê mifreza ku serdarê wê Hakemê kûrê Hîşam bû, di ser Pira Dehderî ra çemê Dîcleyê derbas dikin û ber bi Farqînê ve bi çargav dajon diçin. Ji vê artêşa nûranî ra sankî erd dihat tewqirin û sankî zeman û roj dihatin pêçandin. Bi êvarê ra micahîdên Îslamê gihaştin Farqînê. Deşt û çîya, newal û guher, çem û kanî, dar û ber û erd û asman te digot qey ji vê mifreza nûranî ra maşallah, barekallah digotin û çepik lê didan.
Rêya bazirganîyê ji ber di Farqînê ra derbas dibû, gelê Farqînê bi peymana aştiyê ya di nav artêşa Îslamê û gelê Rûhayê de hisîyabû. Meqsed û miradê mislimana feth e ne şer e, vêya jî fehm kiribûn. Ji alî din va di bin zilm û te’da Bîzansîyan da bêmecal mabûn. Ji ber van qasîyan gelê Farqînê ji hatina mislimana ra amade bûn. Em karin bêjin çavê gelê Farqînê hema hema li rê bû.
Mifreza artêşa Îslamê di Reşika Şêx Dawûda ra daxilê hidûdê Farqînê bû. Ji wir gihaşt gundê Huseyna. Di ser gûndê Çirikê ra derbasî gundê Zêrê û Kilêsîyê û Sûsayê bû. Di navbeyna gundê Kilêsîyê û Sûsayê da li mewqi’a Dara Hiznaxîyê di nav mifreza Îslamê û sûwarîyê Bîzansîyan da şer derket. Sûwarîyê Bîzansîyan ên ku tên kûştin, ên tên dîlkirin tev meğlûb dibin.
Şekil 2 Dara Hiznaxîyê. 4-5 qebrê Şehida livir hene
Di vî şerî da li gorî lêkolîner Prof. Dr. Kenan Haspolat, 6 şervanên Îslamê li dora gundê Sûsayê şehid dikevin. Bi rastî li dora gundê Sûsayê çend qebrê dîrokî hene ji wan ra dibên Şehîd. Ev tev jî li ser rêya ku ji Amedê tê Farqînê ne. Yek ji wan şehîdan di nav gundê Sûsayê daye. Yek jî li serê rê li mewqi’a qotê Aşê ye. Serdarê mifreza Îslamê Hakemê kurê Hîşam di gundê Sûsayê ra derbasî navçeya Farqînê bû.
Bi tarîya êvarê ra gihîşt mewqi’a Gaza Topê. Li wê der nimêja meğrîb û îşayê li ser hev bi qesrîtî û bi cema’et kir. Jixwe micahîdê Îslamê li kuder bûna, karê wan çibûya, destê wan di rûnda bûya jî nimêjên xwe timî bi cema’et dikirin. Ev bûbû tebî’êt ji wan ra. Lewra serkeftina micahîdên Îslamê di şer da ji vir dihat. Ye’nî hêz û enerjîya xwe ya di herban da ji nimêj û xwendina Quranê digirtin.
Şekil 3; Artêşa Îslamê li Gaza Topêya Farqînê
Piştî tesbihatên nimêjê Serdarê Mifreza Îslamê Hakemê kurê Hîşam xûtbeyek kin û kurt li ser mijara ku ji Medîna Mûnewer hatine hetanî wir anî ziman. Weha got: “Meqsed û mirada Îslamê îrşad û teblixe. Teblix jî ji bona însana ye. Ji ber vê Xweda (c.c) însan kirîye mûxateb. Ji me ra jî lazim e ku em însan qazanç bikin. Yanî meqseda me qazançkirina însana ye. Ne telefkirin û mehfkirina însana ye. Ji herkesi ra sê gazîyê me hene. Ya yekemin; gazîkirina însana bal bi Îslamê va ye. Eger însan Îslamê bi dîn qebûl bikin her tiştê wan ji teref me da di bin emnîyetê daye. Û dibin bira ji birakî me. Gazîya meya dûyem; Ê ku cirma xwe bide teslîmê me bike ew jî di bin emniyeta me daye. Gazîya meya sêyem jî ev e ku emê şer bikin ya emê bikûjin ya jî emê bên kuştin. Gelî heval û birana; Gelê vê heremê di bin zilma Bîzansîyan da mehf û talan û perîşan bûne. Ji mer lazim e ku em vî gelî xelas û azad bikin. Wan ji ‘ebdîtîya ‘ebda derxin bighînin ‘ebdîtîya Xweda (c.c). Azadî û serxwebûn di ‘ebdîtîya Xweda (c.c) daye. Bi izna Xweda (c.c) wexta em vira zift bikin jî emê ji gelê vir yekî layîq û zana emê têkin îdarevanê wan û jibo îrşad û teblîxê emê rêya xwe dewam kin…. Û heqqê xwe helal kin.”
Piştî vê xutbeya kurt serdarê mifreza Îslamê Hakemê kurê Hîşam planê taqtîqa fetihkirina kelha Farqînê mişawre kir. Mişawre ji bo serkeftinê û serfîrazîyê ‘enasireke Îslamîye. Îslam ehemmiyetê dide şêwrê. Di şêwrê da wan sûwarîyê ku dîl girtibûn kinc û lîbasê wan li şervanê Îslamê bikin û wan bi dizî têkin hûndirê kelhê. Sûwarîyê Bîzansîyan ên ku hatibûn dîlgirtin 8 kes bûn. Ji ber vê 8 kesên canfîda lazim bûn. Ji bo ketina hundirê kelhê niqandina 8 kesên canfîda li serdarê mifreza Îslamê Hakemê kurê Hîşam gelek zor dihat. Ji kîjan ra jî bigota bêdilxişûşî wê qebûl bikira. Çavê temamê şervanê Îslamê li ser serdarê Îslamê Hakemê kurê Hîşam bû.