Bêhna biharê hêdî hêdî li pozê merivan dixist. Meha adarê xwe bar dikir. Bizirkên bin axê qalikê xwe vekiribûn û serî berjor dabûn. Gulîyên daran ji hemêza xwe kulîlkan derdixist. Piştî zivistana sar û seqem, wê welat bi biharê şên bibe.
Rojek ji rojên meha Nîsanê, berdestê sibehê bû. Mele Mûhemmed Şîrîn, bi dengê zelal azana şerîf dixwend. Bi dengê azanê re yek bi yek çira pê diketin. Mala Osmanê Welî jî yek ji van malan bû. Osmanê Welî, jibo desmêja xwe bigre ji nav livîna xwe derket. Xanima wî Fatma, berîya azanê rabûbû, desmêja xwe girtibû û dest bi limêja şevê jî kiribû. Xanima wî bi hemle bû, hemla wê jî nêz bûbû. Îro sibê li hêvîya mizgîna xêrê bûn. Osmanê Welî jî, jiber rewşa xanima xwe, li ser wî guhî radiza.
Li mala Osmanê Welî îro kêf û şahîyeke mezin hebû. Mêvanekî radibe yê din rûdinê, cîran û merivên wan dor bi dor jibo pîrozbahîyê têne mala wan.
- Xwedê zêdahîyê we bi dê û bav mezin bike.
- Xwedê ji we razî be.
- Ser xêrê be Rebbî, gelo we çi nav lê danî?
- Me navê kalikê wî lê danî, navê wî Huseyn e.
- Xwedê wî ji salihan binivsîne.
- Mala we ava, ser çava ra hatin.
- Xwedê ‘emrê wî dirêj bike, ji dê û bavê wî re bihêle.
- Xwedê ji we tevan razî be...
Dû’a û daxwaz li pey hevdû dihatin kirin. Îro mala Osmanê Welî, cî û warê kêfxweşî û şahîyê bû. Ew jî hurmet nîşanî mêvanên xwe didin, xêrhatin li wan didin, bi sipasîyan wan verê dikin.
................................
Gundê Osmanê Welî, gundekî çîya bû. Pirrê gundîyan ji xwe re heywanan xwedî dikirin. Ji alîyekî ve jî yê rez û baxçê wan hebin, pê re mijûl dibûn. Di nav gund de kanîyeke ava wê cemidî diherikî. Di newala nav gund de jî, ava ji serê çîya ve dihat, salewext diherikî. Gundîyan jibo vexwarinê ji kanîyê ava xwe dikşandin malê xwe. Li ber ava newalê jî rez û baxçên xwe av didan. Gundê wan, gundekî şîn bû. Bi tirî û gûzên xwe jî gundekî binavûdeng bû.
Mela Mûhemmed Şîrîn, melê gund bû. Di kêleka mizgefta gund de hicra wê hebû. Mela, di hicrê de dersa Qur’an’ê dida zarokên gund. Zarokên ku dihatin xwendinê, ji wan re êdî digotin feqî. Feqî ku Qur’an’a xwe xitim dikirin, pişt ra dersên wekî ‘Eqîda Îmanê, Nehcul-enam, Xayet û wekî din dersan distendin. Heta ku feqî li gund bûn, tiştê ji destê Mela Mûhemmed Şîrîn dihat dikir. Jiber ku li gund mekteb tunebû, pirrê zarokan piştî ‘emrekî jibo xwendinê diçûn bajêr. Lê yê ku bixwestina di medresê de dersa xwe bidomîne, Mela Mûhemmed Şîrîn wan neqlî medresê dikir. Melayên hevalê wî hebûn, dersê didan, feqîyan jî di medreseyan de ‘ilmê xwe bi pêş ve dibirin.
.................................
Meh û sal bi vî rengî derbas dibûn. Huseynê kurê Osmanê Welî jî, roj bi roj mezin dibû. Ji xwe malbata wî, malbateke teqwa û ehlê terîqetê bûn. Ji piçûktîya wî de Huseyn hînî zikr û xwendinan kiribûn. Lê êdî bi telê xwe jî bi ‘emrê xwe jî hatibû asta feqîtîyê. Rojekî Osmanê Welî, bi destê Huseynê xwe girt û berê xwe da mizgeftê. Huseynê xwe da ber destê Mele Muhemmed Şîrin da ku wî jî hînî dersa Qur’anê û ‘ilmên Îslamê bike.
Huseyn, lawikekî jîr û xweşik bû, li gorî hevalê xwe bejna wî dirêj, lawikekî pir delal bû. Kêfa însanan jê re gelekî dihat. Loma Mele Mûhemmed Şîrîn jî, navê ‘Feqîyê Delal’ lê danîbû. Kêfa Seyda jî jê re pir dihat. Feqîyê Delal di demeke kurt de hînî Qur’anê bû, hevalên xwe yên dersê li paş hiştibû.
..................................
Di serê de pir sal u meh derbas bûn. Feqîyê Delal di van salan de him li ser ‘ilmê Îslamî him jî li ser ‘ilmê fennî tehsîla xwe bipêş ve biribû. Di ‘emrê xwe yê 20 salî de, gihîştibû kemalê. Merivekî zana, xwenda, hêja û zimanxweş. Dersa ku ji Mele Mûhemmed Şîrin girtibû, jibîra ne dikir. Wî dixwest ku xebata seydayê xwe ew bidomîne. Barê wî bide ser milê xwe. Lewra Seydayê wî, êdî extîyar bûbû lê ‘ilm û de’wa wî extîyar nedibû.
Feqîyê Delal, ji alîyekî ve lêkolîn û xebatên xwe li ser ‘ilmê Îslamî didomand, çi xebatên di vî warî de hatibin nivîsandin û çapkirin bi pey wan diket û dixwend, li alîyekî din jî di hişê wî de xebateke din hebû. Di nav gundê wî de hinek kesên xerab jî hebûn. Zordarekî bi navê Zinar hebû. Jiber xerabî û zordarîya wî xelkê gund jê re digotin Zinarê Xebîs. Bi zilm û zordarîya xwe navdar bû, çi kesê bêhna Îslamê jê bê, Zinarê Xebîs wî ji xwe re dijmin didît. Lewra ewan kesan li hember zilma wî bende bûn. Lê jibo ji xezeba wî ditirsîyan, kesî li hemberî wî nikaribû dengê xwe bike. Li gund axayekî jî hebû, navê wî Cemal Axa bû. Ew jî ji berê de bi zilm û neheqîyê dihate zanîn. Çi gavê keysa xwe li wan banîna, ew jî ji Zinarê Xebîs ne kêmtir bû. Milletê gund di navbeyna herdû zaliman de dipelçiqîn.
.................................
Feqîyê Delal, rojekî qerarê xwe da ku êdî li hember zilma van herdû kesan, di nav gundî û merivên xwe de hişyarîkî bide destpêkirin. Rojekî civatekî li dar xist, gazî gundî û merivên xwe kir. Wiha digot:
- Li hember xerabî û nebaşîyan lazim e em hişyar bin. Em zarokên xwe li ser bîr û bawerîya xwe mezin bikin, bila nedin dû xeraban, bila dinya û exreta xwe heba nekin. Werin em merivên xwedî aqil û edeb, destê xwe bidin hevdû û li hember neheqîyan bi benê Xweda bigrin.
Merivekî ji civatê jê pirsî:
- Ma emê çawa serê xwe bilind bikin, em serê xwe bi kîjan alî de vegerînin wê dar li serê me xin, em li hember kî rabin, wê dilê xwe di me de rihet biken. Li alîyekî Zinarê Xebîs û hevalên wî yê zordar, li alîyê din Cemal Axa û xulamên xwe. Di destê herdû alîyan de jî darê zorê heye.
Feqîyê Delal wiha digot:
- Xweda jî alîkarê me ye, alîkarê mezlûm û bêkesa ye. Vê zanibin, Xweda tu caran nabe hevalê zaliman, belkî heta muddetekî li wan sebir dike. Ma Pêxemberê me (sxl) jî li hember zilma mişrik û zaliman bi bêkes û mezlûman re serî ranekir? Dawî jî bi alîkarîya Xweda, serê tevan ne tewand?
Feqîyê Delal, barekî giran dabû ser milê xwe. Bi tena serê xwe derketibû rê, dixwest ku bi însanên biğîret re rêçûnekê bikin. Milê xwe bidin hevdû da ku hêz û qeweta xwe xurt bikin. Derî bi derî, sûk bi sûk bi dû însanan diket. Hinek derî lê dihatin girtin, hinek kesan digot; Dilê me ji te re dixwaze lê em ditirsin; hinek însanên xîretkêş jî, wî hemêz kirin, pê re derketin rê. Ewanan li nav gund hişyarîkî dane destpêkirin, bizrên xîret û şerefê rijandin li axa gund. Bizrê ku avêtibûn bin axê, hêdî hêdî dikemilî, çi dema bihar hat wê derketina ser rûyê erdê. Feqîyê Delal û hevalên xwe, bê sekin û bê bêhndan cehd û xebatên xwe didomandin. Lê belê, Zinarê Xebîs û Cemal Axa jî li wan te’de û zordestîya xwe didomandin. Feqîyê Delal û alîgirên xwe çiqas diber xwe jî dan, sebir kirin, dengê xwe dernexistin lê na, feyde nedikir. Sekin ji zilma wan re tunebû.
Cemal Axa yê zalim, êdî hatibû esteke wiha, dixwest ku Feqîyê Delal bikuje. Lewra Feqîyê Delal li hember neheqîyên wî derdiket, serî li ber wî rakiribû; êdî xelkê gund lê guhdarî nedikirin, wekî berê qedr û qîmetê ne didanê. Ku keysê lê banîna Zinarê Xebîs jî wê Feqîyê Delal bikuşta lê ji destê wî ne dihat. Lewra piştî Feqîyê Delal û hevalên xwe jî hêza xwe xurt kiribûn, çend derbê baş lê xistibûn. Ew jî êdî ji xwe ditirsîya. Lê mixabin li pişta axa yê zalim, bi sedan xulam û firotî hebûn.
Şevekî ji şevên zivistanê. ‘Ewrekî giran, serma û seqem girtibû ser gund. Feqîyê Delal, li mala xwe bi du havalên xwe re ders û te’lîman dikirin. Ji nişkava derî lê ket. Fehm kirin ku hinekan girtîye ser malê. Serê xwe di pacê re derxist, li ber derî mêze kir. Xulamê Cemal Axa, li ber derî civîyabûn. Di destê wan de dar û kevir û bêr û das. Hema çi girtibin destê xwe êrîşî malê dikirin. Feqîyê Delal, ji hevalên xwe re got, hûn xwe paşve bidin. Ne dixwest ku di mala wî de, xesarekî bê serê mêvanên wî. Bi mêrxasî derket hemberî wan û bi wan re şer kir. Hevalên wî jî piştgirî û destekê danê lê qeweta wan ne gihîştê. Xulamên Cemal Axa, wekî gur û hovan, Feqîyê Delal di nav xweynê de hiştin. Li der û dora wan mal hebûn, lê tirsonek û bêxîretan tu kesekî dengê xwe nekirin. Ew roj hevalên wan jî ne li gund bûn. Heta gihîştinê, Feqîyê Delal, rihê xwe teslîm kiribû. Xweyna ku li ber derî diherikî, pê re li wê derê şînahî destpê dikir.
Feqî canê xwe feda kiribû lê bizrê ku avêtibû, wê hêşîn bibûna, pê bawer bû. Êdî li wî gundî, delalî û mêrxasên li hember zilmê serî rakin hebûn. Feqîyê Delal, rêyeke qencîyê vekiribû, mêrxasên gund jî li dû wê rêçê diçûn. Piştî wefata Feqî, ne Cemal Axa rihetî ji canê xwe dît, ne jî Zinarê Xebîs. Êdî dewr, dewra mêrxasan bû.