Dibistan qedandibû, hatibû qursê. Malbata wê digot ew bi xwesteka xwe hatîye vê qursê. Ji bo qeydkirinê wexta min navê wê pirsî, bi tewreke ji xwe bawer got: “Fatima” û xebardana xwe domand:
-Ger hûn min nekin hafiz, ez qeyda xwe çênakim.
Ew xeberdana wê ya ji xwe bawer, dida nîşandan ku li gor `emrê xwe zêdetir gihaştîye. Bi rûyekî biken min jê re got:
-Netirsin Xanima biçûk, ger hûn bixwazin em ê we bikin hafiz jî, bikin mamoste jî.
Fatima kêfxweş bûbû, beşişî, dayika wê di wê navberê de got:
-Mamoste Xanim, ew biçûk e, wê bibexşîna hema dibêje ez ê bibim hafiz, hema dibêje ez ê bibim hafiz. Hûn çêtir dizanin, Pêxemberê Xwedê gotiye ku ‘Kesên bibin hafiz li bihiştê tac li wan tê kirin.‘ Wê jî ji seydayê gundê me bihîstîye.
Ji bo ez li ber dilê wê bidim, min got:
-Belê xaltî, xwezîya her kesî wek we, tiştê ku bibihîsta hema qebûl bikira û jê re amede bûna. Xem nexwe, meraq neke, Fatima pêşî emanetê Xwedê ye, pişt ra emanetê me ye.
Rebenê xwe avêt destê min, kir ku maç bike, min destê xwe kişand, min fedî kir. Min destê wê girt û maç kir, ew kelogirî bû û ev axavtin di navbera me de derbas bû:
- Mamoste xanim, ev dest û çav gunehkar in, esil destên we layîqî ramîsandinê ne.
- Esteğfirullah xaltî, ew li axretê diyar dibe.
Di ber vê xeberdanê de, min qeyda Fatima qedand, pişt ra min fêm kir ku Fatima ji Erzurumê ye. Kêlîkekê ez fikirîm û min got:
- Ev keçika biçûk, wê çawa bimîne li van deran; dûrî welat.
Roj bi roj exlaqê Fatima li min tesîr kir kir. Ew qîzek bi xîret bû. Gelek caran min dît di xewa xwe de ayetên Quranê dixwend. Car caran jî dihat pirsen cuda ji min dikirin.
Rojekê ji min pirsî:
- Mamoste ji bo mirov bibe hafiz, ma şert e mirov Quranê tevî ji ber bike?
Min jî got:
- Helbet gerek tu timamê Quranê ji ber bikî, ji bo ku ji te re bêjin “Hafîze.“
Ev bersiva min li hisabê wê nehat, dixwest tiştekî din bibêje lê teşekkur kir û çû.
Di nava dersan de car car min ji wan ra digot, jiberkirna Quranê bi tenê ne bes e, divê hûn wan ayetan di ‘heyata xwe da tetbîq bikin.
Di wê kêlîyê de şakirdekê pirsî:
- Mamoste, dayika Fatima gotîye, kesên ne bi destmêj bin nikarin dest bidin hafizan, ma rast e?
Tiştekî ğerib bû. Min dilê xwe de got: “Maşallah.” Ji bo ez bersîv bidim pirsa wê jî mi got:
-Di dema Osmanîyan da pêşîyên me ji ber ku qîmet didan Quranê û hafizan wilo dikirin.
Evêna pir kêfa wan anî, hemûyan xwe wek zêrekî di camekaneke ku destê herkesî nagihêjê de didît.
Min ji xwe re got ku bila xwe wilo bibînin, heq dikin, di vê ‘umrê biçûk de bûne evîndarên Quranê û Quranê ji ber dikin.
Dem diborî, carina Fatima nexweş diket, li rewîrê radiza. Roj bi roj nexweşiya Fatima xwe dida der, wechê wê guherî bû.
Rojekê du caran di dersa xwe de li paş ma, min jî jê pirsî:
-Qey te bêrîya dayika xwe kiriye?”
Bi cîddîyet li min nêrî û got ku na. Ji ber vê yekê min jê pirsî:
- Ew çax çima, me’dê te nexweş e, her roj tu nexweş î?
Bi çavên girî li min meyzand û got:
-Min ğelet fêm nekin mamoste, bawer bikin min bêrîya dayika xwe nekirye û ez naxwazim ji vir herim. Bilakîs ez pir ji vir hes dikim, ez ji Xweda diditirsim. Ez vir terk bikim ma li axretê ‘hesabê wê ji min nayê pirsîn?”
Ez ‘ecebmayî mam, zimanê min hat girêdan, mi tiştek negot, di ser de min xwe suçdar dît. Ev qelba biçûk çi bawerî dihilgire, ez ‘heyranî wê ma bûm.
Rojekê Fatima pir nexweş ket, mecbûrî me ew rakir nexweşxanê. Xwîn jê girtin, pîştî gelek tehlîlan hevala min a textor ji min re got:
-Mamoste xanim, vê şagirdê hemen bişîne malê cem malbata wê.
Min got ku xêr e çima gelo? Wê jî ji min re got:
-Belkî tu pir biqeherî, belkî tu bawer nekî. Belê ev qîzik qanser e.
Bihîstina vê xeberê wek aveke sar bi serê min da hat xwarê.
Wexta em ji nexweşxanê derketin, min ji Fatima re tiştek negot, belê wê fêm kiribû, dixwest bipirsa û min mijul bike. Devê xwe xist li ber guhê min û bi piste pist got:
-Mamoste, wexta Ezraîl rûhê mirov distîne çewa ye?
Ji bo ez negirîm min xwe zor girt û min bersiva wê da:
-Ezraîl bi sureteke xweşik tê hemberî Mu’minan.
Vê carê jî got:
-Çiqas ez nebûbim hafiz Jî, ez Mu’min im.
Min nû fêm kiribû, bê çima qehirîbû, wexta min gotibû ji bo mirov bibe hafiz divê mirov Quranê tevî ji ber bike.
Wê nexweşiya xwe dizanibû, piştî demekê êşên wê zêde bûn, me amadeyîya wê kir, çenteya wê hazir kir. Dayika wê hat da ku wê bibe.
Fatima bi awayekî mahcûb nezîkî min bû û got:
-Mamoste hûn ji min nexeyîdîne, ne wilo? Ku min pêşî ji we re behsa nexweşiya xwe bikira belkî we ez qeyd nekirbana li qursê.
Bi dilekî zîz min bersîva wê da:
-Ezê çima ji te bixeyidim. Tu jî xwe neqeherîne, tu ketî vê riya hafiztiyê, Xweda wê te jî ji hafizan binivîsîne înşallah.
Hîngî kêfa wê hat, xwe avêt situyê min, ji kêfa dest bi girî kir û got:
-Ez ji hafizan têm hisabkirin. Dayê te jî bihîst?
Xwedayo ev evîn û hezkirineke çawa bû!
Bi hikmet û rehma Xwedê Fatima baş bûba, wê çi ‘evdeke salî’ha bana.
Bi çavên girî me Fatima bi rê kir ber bi Erzurûmê ve. Pir neçû. Piştî du hefteyan gotin, nexweşiya wê pir giran bûye. Di navbera du ‘hefteyan de du name ji min re şandibûn. Digot ez taca hafiztiyê pir meraq dikim, dikeve xewna min.
Rojekê piştî nimêja sibê, telefona min lê xist. Dayika Fatimayyê bû. Bi dengeke xemgirî got:
-Mamoste xanim, me Fatima bi rê kir. Bi xêra xwe xetmekê ji bo wê deynin.
Min hew debar kir, ez jî girîyam. Dayika wê ji bo min tesellî bike wuha domand:
- Berî wefat bike, xwest ez vê yekê ji we re bêjim. Got ji mamosta min re bêje. Ezraîl ji gotina mamoste xweşiktir bû.
Ey Rebbê me, kesê ji bo Qurana te dikele û difûre; ma di dinyayê de tu wan tenê dihêlî!
Rebbê me, me bêyî xwe nehêle. Bi destê me bigire da ku em rîya xwe şaş nekin, di nav dinyayê de wunda nebin.
***
Çîroka me qedîya. “Mirin, xelasî û azadîya ji girtîxanekî tijî ‘heywanên muzir bal bexçekî mîna se’hrayan fireh ve ye.”[1] Madem wilo ye, Fatima ji girtîxanê azad bû bi bal bihiştê ve, ên ku wezîyet û aqibeta wan ne malûm e em in. Xweda eşqa Qurana Pîroz têxe dilê me û jîyana me jî. Xweda ewladên ku bi evîna Quranê radibin û rûdinin nesîbê me jî bike. Xweda her tim me di rîya Quranê de istîxdam bike. Amîn
[1] Nursî, İşarat-ül İ’caz , p. 319. (Enstîtuya Rîsalên Nur 2016), (http://www.rne.com.tr/risaleinur-kulliyati/index.php?kitap=5&sayfa=319&aranan=%C3%B6l%C3%BCm%20hayvan )