Mamosta ‘Elîzade
Li vê dinyayê herkes ji xwe re rêyekê digire. Hinek jê, guh didin Xwedayê xwe, di rêya wî de dimeşin; li gorî emrê wî, jîna xwe dom dikin. Hinek jî, guh nadin Xwedayê xwe; xwe keṛ dikin, heyata xwe li gorî hewa nefsa xwe dimeşînin. Ev herdû qisim însan, di tevê dewr û heyama de hatine dîtin.
Ez li van herdû qisim însana şaş namînim. Ev herdû qisim li gorî fikr û bawerîya xwe dijîn. Şiklê wan, rengê wan, terzê wan xuya ye; li ber çava ye. Ê Misliman, li gorî dînê xwe hereket dike. Şiklê wî li gorî Îslamê hatîye neqşkirin. Ê kafir jî, li gorî fikr û dînê xwe, xwe dide ber çavan. Heger pûtperest be, em zanin ku ew pûtperest e. Heger ew fileh yan jî cihû be, dîsa em zanin ew fileh in yan jî cihû ne. Yan ew bêxwedanên ku di jîna wan de eserê tu dînî tune ye, ew hebûna Xweda qebûl nakin, ew li gorî fikr û îdeolojîyê xwe dimeşin. Ev jî ‘eyanin, li ber ça’vanin.
Ji xeyrî van herdû qisman, qismek hene ku ez li wan şaş dimînim. Bê ev kîne, ez ji we re bêjim: Ew kesên ku xwe Misliman qebûl dikin, di nav Mislimanan de dijîn; lê ew bi fikr û hereketên xwe, tucarî nebûne ji Misliman û wan tucarî bi rastî xwe bi Mislimanan ve negirtine.
Ev qisim li gorî min, derdê ser derdan e; lewra ji kafir û bêdîna bêtir, Mislimanê heqîqî meşxûl dikin. Ew tim û daîm bi Mislimana dadikevin. Berê tîrê wan her û daîm bi ser Mislimana de ye. Îmana van kesan, xwe ne berdaye ser qelbê wan. Tesîra agirê îmana wan, wan germ nake tucarî. Ev kes ji adetkî bûne Misliman. Ji dê û bavê xwe Mislimanî qebûl kirine. Ihtîmala mezin ewe ku ev kes, ji dê û bavê Misliman nehatibana dinyayê, wê wan Mislimanî tucarî qebûl nekiriba.
Hinek ji van kesan, pênc wext limêjê xwe dikin. Li civatekê ku mela tunebe, ew li pêşya xelkê limêj dikin. Ew rojî digrin, Qur’anê dixuynin, we’za li xelkê dikin. Hetta hinek ji wan, çûne heccê jî. Lê belê ev kes, ti Mislimana na‘ecibînin. Ew ji xwe hes dikin û xwe di‘ecibînin. Fikr û ‘eqlê xwe, di ser ê herkesî re dibînin.
Ev kes, di qomplekseke mezin de ne. Ji Mislimana hes nakin, lê ji kâfir û fasiqan hes dikin. Ew her û daîm dev davêjin Mislimana û serokên Mislimana. Di tenkîta Mislimana de, ew bêûjda nin; bi sûîzenn in. Li gorî wan, Misliman timî qels in û li paş in; serokê Mislimana, bêkêṛ û diz û sextekar in.
Ew gawira timî li jor û li pêş dibînin. Dilê xwe dibîjînin jîn û jîyana wan. Ew li ku bin, pesnê gel û welatên gawira didin. Wan di ça’vê xwe de mezin û medenî dibînin. Ji ber vê yekê, ew çanda wan ji xwe re mînak digirin. Zarokên xwe bi terzê wan perwerde dikin.
Ev kes, xwe bi munafiq û kafir û dostê kafira digirin. Dibin endamên partî û sazîyên bêol. Kar û xebatên van lebatên bêol, ên muxalifî dîn û îmanê, çiqas li ber ça’vên wan jî bête kirin, ew jê ‘aciz nabin. Pêşkêşê van lebatên bêol, ji rih û psikolojîya van kesan xweş fêm dikin. Wextê têne cem hev, rûmet û qîmetekî mezin didine wan û dilê wan xweş dikin. Bîlxesse, pêşkêşên pîrek, bi van pepûkan re mijûl dibin û nefsa wan mezin dikin. Bi vî awayî wan bi xwe ve girê didin.
Tu ji wan re bêjî, nebin hevalê bêolan; werin bi mislimana re bibin heval. Wê bi zimanekî dijwar red bikin û wê bi we re bixeyyîdin. Lewra li gorî wan, Misliman wekî her tiştî, di sîyasetê de jî bêkêṛ in. Li gor wan Misliman, lazim e tucarî têkilî sîyasetê nebin. Mislimanê bi sîyasetê mijûl dibin, ew dîn dikin alet ji siyasetê re. Bi vê hincetê, tucarî alîkarîya Mislimana nakin. Bil’ekîs ew, zimandirêjîya Mislimanê siyasetmedar dikin. Ew, kêmanî yû qusûrê Mislamana, çiqas biçûk bin jî, di ça’van de mezin dikin û Mislimanê siyasetmedar ji ça’vên xelkê dixînin. Îftîra û bêbextîyê ku munafiq di derheqê Mislimana de dikin, ew zû jê bawer dikin û di belavkirina van iftîra û bêbêxtîyan de dibine alet.
Hasilê kelam, ev kes, wekî me li jor got, derdê ser derdan e. Ew di sêng û paşila me da wekî kêreke bi zeng in. Qehr û kedera ew dixine ser dilê me, kes naxe ser dilê me. Xwezî yû hêvîya min ji Xwedê, ku van însana hîdayet bike û me ji vî derdê bêderman xilas bike.