Wechê te ji sawek şewat xuya bû li min dîsa nalîn û ah û zâr.
Bi huznek Yemenî te himêz dikim ji înek adarî renc û cefaya min
Bayê te li beşera min xist di pişt behr û 'ummana dîl û jar
Li huzna Ya’qûb ez im muşterî, rehma dayîka min ez hatim.
Keder newbedar in bi tevayî li ber derê min, li parzemîna dîdar.
Barê milê min giran e bi qasî Habîl, bêbexta girtî dora min.
Navê te heta li min be bi kemîn in li ber min keleş û xûnmij û neyar
Ez pêxwas û bê cil, çû can û serî, ğerîbê axir zeman ez hatim.
Stêrkê çavê min herimîn, pêncî cum'e şehîd çûn bêzâr.
Bi seccadê 'enya xwe paqij dikim, qurban can û bedena min
Sitrana me hilweşîn Zelanda Nuh, ummeta ketûm, dilo hewar.
Rêgerê doza bêrî, xelîfê rûyê zemîn ez hatim.
Demsal bihar e, ji meha adar, dojeh rijand femberîya gemar.
Gulle barî li mizgefta, ev hinarî ezelî ye ji kîn û kufra neyarê min
Ey xwedyê nefret û wehşet, ez livir im bi qam û sozdar.
Ta qîyamet bi hamberî, parêzdar im li Qur'an a pîroz ez hatim.
Tirsa xaç û tuğyanê ez im, şopevanê Mehdî, evîndar
Xweda sihêkerê hîdayet, ji hîva çarda nûr di weşe 'enya min
Difroşim germa havînê, li herdû cemsera min danîye bazar
Axa şerqa şên û bereket, jîn û heyat wê belake car din par bi par.
Li dila text e çand û hunerî, dewran dora me ye ez hatim.
Zengîbar li delavê agir, Qudsa pîroz di şîpê de xwedî efkar.
Di seyala dewranê Endulus herikî, li Ewropa hunda bû şaristana min
Ez nadim Mezra Botan, di xew de ye Hittîn, ger çiqas ew bikin fikar
Kûr a hedad e Rojhelat a Navîn, zelzele li deşt û çîya, difûrîne himêza min
Agir girtî dar û berî bê fayde ye tan û niç û zor dayîn a stemkar
Bi mizgîna peyğemberî Zengî û Salahaddîn şûr bihildin ez hatim.
Ş'ir û sitran lefîyan li qelemê min, li pey rojê dibezim sibeh û êvar
Bira neğmeyên Qur'anî bixwînin zerîyê me, bi lorîne, dayîka min
Li rûyê te REBBÎ YESSÎR danîye gula zerî, ş'ulê dide, dibînin yar û eğyar.
Di sênga te de winda bûn heye, bi 'eşq û evîna Ehmed ê Muxtar
Şehadet misk 'emberî, bêhn û alav dide, leşkerê Mûhemmedî ez hatim.
Parzemîn : Kıta (anakara)
Dîdar : Görüşmeci
Rêger : Gerok (Gezgin)
Sihêker : Tamamlayıcı
Cemser : Qutib (Kutup)
Zengîbar : Afrika
Fêmberî: Zihniyet
Seyal : Çem (Akıntı)
Şaristan : Medeniyet
Gula Dilê Min, Muhammed
Nivîskar: Xelîl Çetîn[...]
BÊ SERPOŞ
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem[...]
XUŞEXUŞA EFXANISTANÊ
Nivîskar: Cahît Zarîfoglu[...]