Ey dil me dinasî tu ji rengê berî bûyî
Îro ji çi derdî heliyayî… çunemayî
Nabêjî felek çawa di gel te geriyaye
Şubhê keviran bûy tu niho her wekî bay î
Yasa ku te pê bawerî tîna me dizanî
Her dem vederî ey dilo dûrî ji ğemayî
Ser rakir û dana keserek da xo dilê min
Go: Dil di dilê da disojîtin bi Xudayî
Talan li me rabû bi du çavê dibelek
Bejna şil û mil rûyê ku rewneq ji xo dayî
Roja geş û rohnî li me hel hat û dilê min
Hêla li cihê wî wekî befra heliya yî
Heliyaye nemaye dil û leş rahejiyaye
Îro ji şîrînahiya lêvê di şemayî
Soza me bi hev ra ev e bo dil bibe gorî
Dîlber ev e bo te tenê bêje çewayî
Gava bişikênit şekerek dil kevira min
Dil nû dê vejît û li me bit xoşî û şayî
Ku ew me niyasî wê bi vîna xo revandim
Lew dîlê di dava me birîndarê revayî