Ey şehînşahê mu‘ezzem Heq nîgahdarê te bî
Sûreê “Înna Fetehna” dor û madarê te bî
Her kinarê pê ve wergêrî ‘înanê himmetê
Zuhre bî peykê te Kêwan rikêbdarê te bî
Daîma menzilgeha sûrra te bit burca şeref
Tali‘ê ferxende û bextê se‘îd yarê te bî
Seb‘êyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiş û dewrê ‘eceb der xizmet û karê te bî
Mahîtaba dewletê yek pertewek şem‘a te bit
Afîtaba ref‘etê berqek ji enwarê te bî
Lami‘ê fetha ezel berqê ji ber tacê te bit
Kewkeba Se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
Berqê subbûhî ku îşraqê li sed canan didit
Ew ku keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî
Rayeta fethê ji nesra te ku her menşûrî bû
Şehsiwarê ferrê subhanî ‘elemdarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Ger çi der iqlîmê rabi’ hate textê seltenet
Padîşahê hefti iqlîman selamkarê te bî
Çîmena sultanîyê yek laleyek baxê te bit
Gulşena xaqanîyê xarek ji gulzarê te bî
Ê ji emrê te’y mukerrem serkeşî kit şubhê şem’
Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî
Şahibaz er çendî perwazê bi bala bêt û ret
Dê di nêv tora te bêt û seydê şunqarê te bî
Şahi pur heybet didêrit lê bi sehmê zêde yî
Sa‘eta xeflet xwîya bî kûz di bin barê te bî
Her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit
Her kesê ‘aqil bitin dê her di çokarê te bî
Ê divêt azade bit dê çehvinêr lutfa te bit
Her çi istixna di dil ber minnet û parê te bî
Her kesê qestek di dil dê qestê dergahê de kit
Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te bî
Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can û dil
Şubhetê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî
Ma bi ‘îş û noş û şahî ew qeder ‘umrê te bit
Çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te bî
Her kesê ne-j can du‘ago û senaxwanê te bit
Girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî
Medrekê ‘ilmê demîrê şemmeyek wesfa te hat
Wer ne key ‘alem bi şe’nê qedr û miqdarê te bî
Qest û daxwaza Melê daîm ji can û dil ev e
Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te bî