Ey sakîn[1]î riyaz[2]î medîney munewwer e
Lutfê bike, bifermû[3]: medîney minew, were
'Erşî berîn ke dayire ye, rewze merkez e
Ferşî zemîn be 'erseyî[4] teybe mucewher[5] e
Teybe[6] ke ye'nî 'eksî beqî'î hemû 'ebîr
Teybe ke ye'nî mayeyî[7] ew mîşkî ezfer [8]e
Teybe ke ye'nî roj û şewî Tîb[9]î 'alem e
Rojî ke wişke, şew terr e, kafûr[10] û 'enber e
Lêwm, le rojî roşinî kafûrî wişkî, wişk
Çawim[11], le şebnimî şewî wek 'enberî terr e
Teybe ke ye'nî Teyîb û Tahîr[12] be rewḧ[13]î roḧ[14]
Ferqî ellên: gill[15]î le gull, awî le kewser[16] e
Ye'nî gullawî quds e gillawî ref' eka
Ew xak e çake pak e û ew Aw e mether e
Nalî kewa seg[17]î segî ew merz û bûm[18]eye
Emma segî mu'ellem[19]î bê deng û bê werr e
Ferşî pellas e, doşekî xak e, serînî berd
Bê tûk [20]û, rût û qût û, feqîr û qelender e
Bê tûkî cîfexwarî[21] û gurgîn û bê wicûd
Lem aw û xake zahîr û batîn mükedder[22] e
Gerden keçî qelade[23]yî rist[24]î wefat e, dê
Bo rawî bênî ew der û deşt e mu'etter[25] e
Da kûçe kûçe[26] xollî beserda bika be çing
Lew xake efxer[27] e ke hemû tac û efser e
Kehfulenam[28]î hîcretî esḧabî bê ruqûd[29]!
Bîke be xakî xadîmî Qîtmîr[30]î ew der e
Belkû le ferrî Teybe ke Tîbî Peyember[31] e
Sakin bibê gerrollî ew kelb e bê ferr e
Peyẍamber û ḧebîbî xuda, xatemulrusul[32]
Rewzey le erz û saye[33] le ser çerxî exzer [34]e
Qet sêberî debê le ser em Erze fanî ye
Ew taqe nexl[35]î 'erşe ke tûba[36]yî sêber e?!
Ew sêber e ke qubbeyî fîrdews[37]î baqî ye
Ew sêber e ke xêwetî seḧrayî meḧşer e
Ew sêbere ke 'alemî 'ulwîy[38]i le nûrîye
Şems û nucûm[39] û herçî lewanda muqerrer e
Ew sêbere ke mezherî ḧubbî xudayî ye
Kenzî mutelsemî nezerî ḧeyî Ekber[40]e
Cê bazî meqdem[41]î şewî Qedr û me'arîcî
Serbanî 'erş û kursî û Cubrîlî şehper e
Dinyay çilon dewê ke be qed hîmmetî nekird
Em xel'et[42]e ke Etlles[43]î no çerx[44]î ester e
Teşbîhî ḧusnî fayqî, axir, be çî bikem!
Nûrî sunûḧî tel'et[45]î sed lewḧî enwer[46] e
Me'lûm e çunkî cem'î rusul muqtebîs lewin
Yûsif yekê lewane ke serlewḧî defter e
Guftarî noşî şahîdî sed şehd[47]î fayqe
Ruxsarî xoşî ezher û mîn şemsî enwer e
Ew şahî mah[48]î mîsre, ehalî le rêy sucûd[49]
Quran dellê ke bende emew bende perwer e
Ew dê deba be keşmekeş, em dê deba be lutif
Ew şahî dilber e, ne şehenşahî dilder e
Efradî murselîn hemû yek raz[50]e, am kelam
Lem cêgeda bizane muqeddem muexxer e
Şubhey nîye ke Şems û Qemer sêberî ewin
Nîsbet be herdû wechî wekû nûr û sêber e
Burhan[51] e sûretî beşerî çunke nûre, nûr
Bê zîll[52] e, masîway be dû nîsbet mu'ebiber e
Waqîf[53] be herçî ketm[54]î xebaya[55]yî mazîye
'alîm be herçî dêt û debêt û muqedider e
Ew ruwî le ke'be, ke'be be ruwî ew muşerref e
Ye'nî cebînî qîble û mîḧrab û minber e
Ba bêyne ser wecahetî qedrî lekin xuda
Bo 'asiyan[56] le meẍfîret û serfî meẍfîr e
Reḧmet be ḧusnî sûret[57]î însan zuhûrî kird
Xeyrulbeşer [58]leqeb be Şefa'et mubeşşer e
Mujde le 'asiyan ke ew îqbalî reḧmet e
Îsmî Reḧîm û ẍews[59] û Şefî' û Muxeyyer e
Ey şemsî maye perwer û îksîrî qelb[60]î xak!
Binwarre ḧallî halîkî em xake eḧqer[61] e
ḧîfzit şeban û, ême reme û, ew le'îne gurg
Em nefse gurge mêşe legel ew bed exter [62]e
Dayim le cenb û xwar û kemînda be roj û şew
Bo firsete le rêgeyî îmanî em merr e
Ême beqî'î ẍîretî toman ḧezîreye
Em nefs e Gurge mêş [63]e şeyatînî 'esker e
Xoy kirduwe be gewre û qerralî mulkî ten
Pişt û wezîrî ew sege Deccalî e'wer e
Qurban! dexîlî ḧelqeyî şubbak[64]î rewzetim
Sê îltîca[65]m heye, ke legel ew duwem şerr e
Ewwel le îltîcam ewete ey ẍeyûr[66]î dîn
ḧazir bibî le keşmekeş û şorî ẍerẍere[67]
Goçanî ẍîretit le milmda mu'ewze bê
Ta mujde dê ke nûrî yeqîn[68]im muzeffer[69] e
fayiz[70] debê be nûrî necatî ḧebîbî ḧeq
Lew cêge da be kwêrî ew xesm[71]e ebter e
Rû zerd û wişk û xayib[72] û xasîr bibê 'edû
Wasîl bibm be reḧmetî baranî, meqber e
Dûmîne[73] îltîcam emete ew demey debê
Elwaḧî elḧedim be zenabîlî me'ter[74] e,
Tenge ewa debê ke le ew cêge tengeda
Sayil Nekîr[75] û 'arîf û me'rûf û Munker[76] e,
Îmdadî fetḧî babî zuban[77]im be fezlî to
Zû bê, ke ewwelîn guzerî pird û me'ber[78] e
Sêmîne îltîcam dellêm[79] ey ẍewsî 'asiyan
Hawarî bigre berdeyî aşûbî meḧşer e
Ew rojî axîre[80]y ke çi rojî le dû niye
Rû tirş û qemterîr[81] û 'ebûs û ẍezenfer[82] e
Em ferşe xakîye detekênin le toz û gerd
Em 'erşe no seḧîfe ye deyken be yek perr e
Dengî fuẍan û coş û xuroşî cemî'î xeliq
Gwê lêre deybiyê[83], ke lewê gwê hemû kerr e
Rojî qiyametî feyza hum qiyam [84]û, şexis
Qayim çeqîwe, kêle, leser xakî meḧfer[85] e
Aya qed û qiyafeyî xoy bû be kêlî xoy,
Ya saqî 'ebher[86] e ke dû çawî leser ser e!
Dinya buwe be tawe û, seḧra be jîlemo
Dinya dellên ke agire, narî semender[87] e
Dîwanî germî barî xuda ye, be paye 'am
îsẍayî xelq e, sa'etêkî 'erzî meḧzer[88] e
Layek «zebaniye[89]» le serukar[90]î nare, nar
Hel mîn mezîd [91]zubaniye wek marî ejdere
Layêkî keş le ceninet û rîzwan[92] tedarek[93]e
Ḧorî ewa be muntezîrî dêne menzere
Eşxasî xasse[94] teşxes û ebsaruhum[95] hemû
Wa nefsî yane her yeke bo xoy muḧeyyer[96] e
Zêr[97] û zeber[98] debin be dû fîrqe, le fîrqeteyin
Waweyl û îmtiyaz[99]e ke kê bêne kê bere
Ekser kesîne, tabî'î berd û ḧeraret[100] e
Ye'nî weqûdî nar[101] e, buxarî museyiyer e
Baqî ke ruwî le keffeyî mîzane, yekser e
Herçend sere mutabî'î mî'yarî dû sere
Lew kêşe kêşeda ye kewa reş sipî debê
Lew kêşe kêşedaye kewa Eḧmer[102] Esfer[103]e
E'malman legell hemû ewza'î ḧalliman
Meẍşûş[104] û cem'î, ḧazire, ger xeyr, eger şerre
Mexzûnî ruq'e[105], ḧebibe be ḧebibe, le keffe da
Xalîs diyare, mis ke mise, 'eyinî zerr zerre
Zerrêk le çawî boteyî serrafî keffeda
Mexfî niye, diyare, wekû rojî nîmerre[106]
Giryan hemû reşaw[107]e leber ahî dûd[108] reng
Mujgan buwe be xame û, dîde be meḧber[109]e
Mîzimar[110]î şehsewarî toye ke sef sef e
Kogayî ḧasîlatte beyda[111]yî beyder e
Rojî ceza rica bike bo Nalîyi derbeder
Çun lem cîhan gunahî gelê zor û ekser e
[1] Sakîn: Akincî
[2] Riyaz: Pirjimara baxçan
[3] Bifermû: Kerem ke
[4] 'Erse: Parçek Erd
[5] Mucewher: Bi Gewhar hatiye ciwan kirin
[6] Teybe: Bajêrê Medîne
[7] Maye: Madde
[8] Mîşkî Ezfer: Mîsk a bên xwaş
[9] Tîb: Bên xwaş
[10] Kâfur: Dermaneka bên xwaş û reng sipîye
[11] Çawim: Çavê min
[12] Teyîb û Tahîr: Paqij
[13] Rewḧ: Nefes
[14] Roḧ: Rohulemîn, ango Cubrayil.
[15] Gill: Ax
[16] Kewser: Hewzekî Avêye li Cennetê
[17] Seg: kûçik
[18] Merz Û Bûm: Welat
[19] Mu'ellem: Hîn Kiray
[20] Bê tûk: Kînaye ye ji Feqîriyê
[21] Cîfexwarî: Ew kasê ku goştê miry bixwe
[22] Mükedder: Aciz û xembar
[23] Qelade: Gerdin bend
[24] Rist: gurûs û petkî gerden bend
[25] Mu'etter: Bêhnxweş
[26] Kûçe: Kolan, Tax
[27] Efxer: Tijî ji şanazî û Fexir
[28] Kehfulenam: Şikeftê xelkî
[29] Ruqûd: Xev, Razan, xwedirêj kirin
[30] Qîtmîr: Navê segê Eshabulkehf
[31] Peyamber: Pêxember
[32] Xatemulrusul: Pexemberê Dawî
[33] Saye: Sîber, sî
[34] Çerxî Exzer: Asmana Kesik
[35] Nexl: Darê Xurma
[36] Tûba: Navê Darekîye ji Beheştê
[37] Fîrdews: Cennet, Behişt
[38] 'Alemî 'Ulwîy: Meh û Roj û Stêr
[39] Nucûm: Pirjimara Stêran
[40] Ḧeyî Ekber: Mebest Xûda ye
[41] Meqdem: Hatin
[42] Xel'et: Xelat
[43] Etlles: Coreyekê Qumaşê ye
[44] No Çerx: Neh Çerx, Heft Asman û meh û roj
[45] Tel'et: Rû
[46] Enwer: Zede Ronak
[47] Şehd: Hunguvîn
[48] Mah: Bajêr, Şar
[49] Sucûd: Ew kesên secde dikin
[50] Raz: Qise, axaftin
[51] Burhan: Delîl, belge
[52] Zîll: Sî, sêber
[53] Waqîf: Agehdar
[54] Ketm: Veşartin
[55] Xebaya: Hatye veşartin
[56] 'Asiyan: Gunehbaran
[57] Ḧusnî suret: Xoşikiya şiklê
[58] Xeyrulbeşer: Pêxember
[59] Ẍews: Firyadres
[60] Qelb: Guherîn
[61] Eḧqer: Gelek sivk û bê mifa
[62] Bed exter: Bexit nebaş
[63] Gurge mêş: Ev Segê ku digel Gurgê dizî ji şivanê bike
[64] Şubbak: Paj, Pencere
[65] Îltîca: Hawar, Rica, Tika
[66] Ẍeyûr: Cesûr
[67] Ẍerẍere: Wexta Ruhkişandinê
[68] Yeqîn: Bawerî, îman
[69] Muzeffer: Serkeftî
[70] Fayiz: Xewdan feyz û bereket
[71] Xesm: Duşmin
[72] Xayib: Bê Hêvî
[73] Dûmîne: Duwemîn
[74] Me'ter: Dukanê etirfiroş
[75] Nekîr: Ew melayiketê ku ji kesê mirî ra piris dika
[76] Munker: Hevalê Melayiketê Nekîrî
[77] Babî zuban: Deriyê ziman
[78] Me'ber: Cihê derbasbûnê
[79] Dellêm: Dibêjim
[80] Axîre: Roja qiyametê
[81] Qemterîr: Dijwar û teng
[82] Ẍezenfer: Weke şêrê bi heybet
[83] Deybiyê: Dibihîze
[84] Hum qiyam: Ewan li ser lingan diwestin, ayeteke Quranê ye
[85] Meḧfer: Çal, goristan
[86] 'Ebher: Zilamekî dirêj, nêrgis
[87] Semender: Heywaneke efsaneyî
[88] Meḧzer: Xizmet, huzur
[89] Zebaniye: Ew melayiketên berpirsiarê agirê cehennemê ne
[90] Serukar: Serperişt
[91] Hel mîn mezîd: Gelo yê zêdetir hene?, ayateke quranê ye
[92] Rîzwan: Dergevanê cennetê
[93] Tedarek: Hazir, amade
[94] Eşxasî xasse: Kesên taybet
[95] Teşxes û ebsaruhum: Çavê wan noq u dibe
[96] Muḧeyyer: Eceb mayîn
[97] Zêr: Jêr
[98] Zeber: Ser
[99] Îmtiyaz: Cudayî
[100] Ḧeraret: Germayî
[101] Nar: Agir
[102] Eḧmer: Sor
[103] Esfer: Zer
[104] Meẍşûş: Tevlî heviya tiştên baş û xirap
[105] Ruq'e: Kaxed
[106] Nîmerre: Nîvro
[107] Reşaw: Ava reş
[108] Dûd: Dûman
[109] Meḧber: Şuşeya murekebê
[110] Mîzimar: Meydana rimb hawêjî
[111] Beyda: Deşt