Ey remezana şerîf
Xelata dînê henîf
Weke guleke zerîf
Tu-b xêr hatîye navme
Tu wesîla aştiyê
Hezkirn û biratiyê
Mizgîna xelasîyê
Tu-b xêr hatîye navme
Li ser axa Îslamê
Bibe ava jiyanê
Wek barana nîsanê
Tu-b xêr hatîye navme
Li her ferdê misliman
Sed pîroz be remezan
Meha nizûla Qur'an
Tu-b xêr hatîye navme
Were me şiyar bike
Li rastîyê kar bike
Me'j agir rizgar bike.
Tu-b xêr hatîye navme
Hatina te berkete
Him nûr û him rehmete
Şan û şeref izzete
Tu-b xêr hatîye navme
Emê te bigrin ji dil
Weke aşiqê ji dil
Bite diçin derd û kul
Tu-b xêr hatîye navme
Tî û birçî bi rojê
Bi zikr û bi nimêjê
Me xelaske ji dojê
Tu-b xêr hatîye navme
Me bigre ji guneha
Siltanê yazde meha
Em bi te re ne niha
Tu-b xêr hatîye navme
Evê qetl û vê xwinê
Ji nava me hilînê
Ji mer bîne mizgînê
Tu-b xêr hatîye navme
Şeytan hatin girêdan
Vebûn deryê beheştan
Ey rojiya remezan
Tu-b xêr hatîye navme
Li feqîr û bêkesan
Bêtir dibe pirsiyan
Ey meha taca seran
Tu-b xêr hatîye navme
Tu gula li gulîstan
Tu şaxek ji cennetan
Tu yî rehmeta rehman
Tu-b xêr hatîye navme
Bi terawîh û zikrê
Bi ‘ebdîtîyû fikrê
Me bike rêwîyê rê
Tu-b xêr hatîye navme
Destpêka te rehmete
Nava te mexfîrete
Paşîya te cennete
Tu-b xêr hatîye navme
Ey rojiya remezan
Berketa her xaneyan
Li me jî bibe mêvan
Tu-b xêr hatîye navme
Ferzbû li her ummeta
Te şeref da milleta
Dermanê her illeta
Tu-b xêr hatîye navme
Bi sehûr û fitarê
Bi tobew îstîxfarê
Sibê heta êvarê
Tu-b xêr hatîye navme
Bû tezkîya nefsa me
Bû wesîla sebra me
Bû mertal jibona me
Tu-b xêr hatîye navme