Nefsê te min tijî dert kir
Weşand porê mın sipî kir
Bi xemla tey ruyê derew
Xapiyam min dest dirêj kir
Şêrin kir te-l min heyatê
Paşya xwezyên te nema tê
‘Umrê xwe tev ji bo te da
Çav birçi hêjî dixwazî
Kom kir malê dünyê tenê
Te jibîr kir ku tê bimrî
Wextê min avêtin qebrê
Hê nû te hiş anî serî
‘Ezab bi min da kişandin
Heqyê bi min da veşartin
Te min ji min da qetandin
Her tim bela serê minî
Cihad hê nû te nas kirî
Hilê şeytanan nas kirî
Çûm ber deryê toba nesûh
Min te li hevdû şaş kirî