Cîhan bê te nexweş e
Jiyan ta’l e ne geş e
Dil tariyû hem reş e
Herder xerab û wêran
Ey dîlberê hela rab
Dil şewitîm bûm kebab
Tuyî ji mir afîtab
Afîtaba ser cîhan
Eya saqî el însaf
Şerbeta cama şefaf
Mêvanan bike îthaf
Ferz e îkrama mêvan
Meya ‘eşqê kê vexwar
Ji cîhanê ma bê par
Heyata wî tarûmar
Ketî cezbek bê hedan
Kes bi derdêm nizanî
Min heder kir xortanî
Mecnûn im leylam kanî
Derdê ‘eşqek bêderman
Xortaniya xwey delal
‘Umrê xweşik meh û sal
Min derbas kir bê wîsal
Di fîraq û di hicran
‘Eşqa mecaz bela ye
Zîn e yan jî Leyla ye
Kesê pê mubtelaye
Ğafil mane ji Rehman
Zîn û Leyla fanî ne
Gelek bi wan xapîne
Dunya ji xwer kirîne
Axret ji dest xwe berdan
Ellah ji mer ğaye ye
Me’şûq û hêvya me ye
Me’bûd û xwedyê me ye
Tê her kî de ey însan
Salih tu jî wek bulbul
Ji gula xwe neb ğafil
Ji gemarê bişo dil
Zikrê heq bik her zeman
JI MEWLÛDA NEBÎ
Resûlûllah ji mî’racê vegerya
Îslam bûye qismetê Ensariya
Hatin Mekkê hinek Ews û Xezrecî
Bi mêvanî jibo ku bibin hecî
Resûlûllah wan da’wetî heqyê kir
Qismekî wan de’wâ Îslam qebûl kir
Ensar baş in ew hêjane guldestin
Yekî zana ji Mûhemmed dixwestin
Xwestin da ku dînê wan bi‘elmîne
Resûlûllah Mus‘eb tev wan dişîne
Xortê zana pir xweşik e bejn û bal
Mus‘eb şandî ew muminê pir delal
Sal derbas bû dîsa hatin ev Ensar
Heftêw çar heb du pîrek bûn bi jimar
Li ‘Eqebê hatin cemhev şev tarî
Hem bi dizî bey‘et kirin Ensarî
‘Ebbas apê Resûlûllah ew jî hat
Ji dilêşî bi dizî ket nav civat
‘Ebbas girtî ji bo Resûl soz ji wan
Wîb parêzin wexta ku ew bê cem wan
Mûhemmed go bineqînin mesûla
Bi tedbîr bin hûn li hember bêola
Ji Ewsiya sê heb neh jî Xezrecî
Ji nava xwe mesûl danîn wan bi cî
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat