Ey derê ẋemha li tenha ew li şemsa xawerê
Xan û man têk da zulûmat paşê wî dîm enwerê
Piştî lêvên wê venaxwim mutleq ava kewserê
Min nevêt dunya bi carek paşê wê sîmaperî
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Sed muxabin çû ji ba min ew ḥebîba çavbelek
Ah û efẋanê di min daîm diçûn ḥetta felek
Mam di qeyda daẋ û derdan, paşê wê zulfa xelek
Hem ji feryadê di min ‘aciz dibûn ins û melek
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Hicreta yarê biha tim şubhê fenda şu’ledar
Ketme ḥalê îḥtiraqê-j îḥtiraqê bûme nar
Ez wicûdek bê wicûd im sohtime têk da ẋubar
Min nevê dunya bi carek paşi wî çavê xumar
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Ger di ḥîna ez wefat bim, bête ser min ‘Ezreîl
Mujdeya xuldê bidit min, hem digel wî Cebreîl
Xudr û Îlyas tev bibêtin ew ji bo min ra delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û Kewser selsebîl
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennete dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Çerxê kecreftarê waweyla ku ez ḥeyran kirim
Serbigerdan bûm welêkin, zêde sergerdan kirim
Bê dil û ‘eql û hewes carek ku bê îz‘an kirim
Zêdeyî bê mirwetê ev reng ku ez talan kirim
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Zînehar ey dositan! Weqtê bikim ez ḥuccetê
Van du misra‘an kitabet kin li belgê kaẋetê
Da bi destê xwe bikêşim, ew di ḥîna ḥezretê
Wesfê ḥalê xwe bibêjim ez di weqtê hicretê
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
Xanîya! Ta key bibêjî qîl û qalê bê ḥîsab
Tu ji wî meḥrûm dibî ey bê edeb ey bê ḥicab
Ev qedaê Barî ye razî bibe ey malxerab
Înnalîllah tu bibêje ji te ra her ew sewab[1]
Ger bi zanim ez di ḥeşrê da nebînim dilberê
Cennetê dê çî bikim pê wer bikim xagesterê
[1] Ḥemd bibêje ji Xudê re ger bike ew te kebab. (Nusxe)