Ey canê me canê me, ey xan û xaqanê me
Tu ser û sultanê me, Muhemmed cananê me
Ew nûra tey îlahî, roniya roj û mahî
Li ser cîhan kir şahî, tu-j me re padîşahî
Ew cemala muqeddes, dişkîne heps û qefes
J-Can û cergê mer hewes, bes tu yî-j mer bes û bes
Ji Hîcazê şule da, nûra Hebîbê Xweda
Li her derê şax veda, dewr û ‘esra Ehmeda
Dostê Cibrîlê emîn, rehmete-j bo ‘alemîn
Nûr û doza te yeqîn, îftîxara serzemîn
Ji Hîcaz û Kurdistan, Çîn û Rûm ta Hindistan
Ala te dane mistan, Te divên heqperestan
Bi ayet û bawerî hat şandî heq da werî
Bîna misk û mawerî, tu-j ummet re yawerî