Ey alim û xadimê dîn ji telîfa heqq ra şeyda
Mela Ehmed Hilmî bi nav ‘alimê heq ‘amil Seyda
Di vê dewrê bi rengê te li her warî nabin peyda
Ey Seydayê Mela Ehmed Hilmî ehlê wusûl Seyda
Di her ana jîyanê de te meşand îxlasek necîb
Teleb û daxwazîya tew bi carna ehwalên ğerîb
Gazî li Îmam Newewî di ‘umrê biçûkê ‘ecîb
Ji bo merteba ‘ilmê te gava pêş bû husûl Seyda
Di deryê ilmê de meşî daxil bûy behra weraset
Di ‘alema me'neyê de bi Îmam ‘Elî beşaret
Îkram di xewnê de cardin bi şemailê rîsalet
Bi nezera xwe şahid bûy tu li wechê Resûl Seyda
Li hember zulmeta ‘esrê şiyar û qaim bûy zanî
Bi ‘ilmê se'y û cîhadê xebatvan bûy bi îz'anî
Cesaret û merdî zirar nade xwedyê xwe me zanî
Ev rêza paş qewlê te bû heqîqet bû hulûl Seyda
Gelek nivîs mensûr hene mislê ava çemê zelal
Di nav wan de şi'ra menzûm tu yî durra husn û delal
Kanî û merci'a zana em bi çûna te bûn melal
Mîrasa te ‘ilm û ‘emel em in jê re mesûl Seyda
Di zemanê hebûnê de me qîmet neda we heyret
Piştî çûna we me fêm kir endamê ‘ilmê ye heybet
Hebûna ‘alimên ‘amil îro li dil me bû hesret
Li me qîmet nezanan da feqrê em man zelûl Seyda
Rohnî û zanebûn hilatin kolê zulmetê man serbest
Qîmet ji ‘ilmê ra nema bi cehlê em bûne derdest
Hêstir ji çava dirêjim ji kûr da dixweynim helbest
Bêser û çav em dişopin li me dilê melûl Seyda
Li ciyê zanebûn heye alim û serzana hene
Li dera ‘aqil ku hebe xwedî fikr û me'na hene
Ev heqîqet ji qedîm ve bi sal û zemana hene
Meraq seydayê ‘ilmê ye li bîrbira qebûl Seyda
Dîn û ‘ilm nesîhet in ji bo ummet xas û ‘amî
Nesîhet weka berfê ye hêdî hêdî û dewamî
Ji bo kesê Mumin jîn e xelasî ye ji ğulamî
Bi ‘ilm û îman pêkhatin dînê cîhanşumûl Seyda
‘Ilm û ‘emel bê hev nabin bi tev îxlas û me'rîfet
Bi zanebûn di her weqtî li bînakirna şerî'et
Rewş û hubra qelemê we bi me da zanîn heqîqet
Bi tehqîqê ji 'ilmê ra ev in rêz û usûl Seyda.