Ewwel ku yarê da me yek zerreyek ‘înayet
Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet
‘Husn û cemalê canan nadêritin tu payan
Herçî nebit bîdayet esla nehin nîhayet
Feyza ‘ulûmê ‘hîkmet cama sedef ku gêra
Me ji destê mu‘xbeçan dît bi mis‘hef û bi ayet
‘Arif ‘heta nenoşî ji destê meyfiroşî
Ğaib nebû ji hoşî peyda nekir wilayet
Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit rî‘ayet
‘Işqê ji herdû çeşman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sîrayet
Şakî s-silahê herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şîkayet
Cama di destê şahîd jengê ji dil dişotin
Pîrê mu‘xan ji rendan weh weh dikir riwayet
Etwarê ‘işq û mestî esrarê putperestî
Teqrîrê sed rîwayet nakit li bo kîfayet
Lî yetmeînne qelbî ‘eyn u1-yeqîn dibexşit
‘Eyn ul-‘iyan divêtin kafî nehin dîrayet
Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê ‘alem yek zerreyek ‘înayet