Ti wext naçe ji bîra min sibeh êvar nîvşeva
Ji çav hêstir dibarin cerg û dil sotin teva
Bêhal dikevim carek, dişewite canê min
Dûr direvim, şewate agir, bes di qeydê de mil û çengê min
Bihêz û qewîn nabe dilê min
Muflis im, bê made me, hedan nabe halê min
Pirsîyarî dikim ji zihna xwe, ev çîye fek dikim encaman
Ha... dibêje dilê wêran. Ğezze, ev hal Ğezze ye.
Sûretê bêrî êşa şikestî olan didin
Naçarên birîndar ji rûxar a min natefin
Ramûsîn ji çavê şehadetê wekî gernasan
Ceng a wan di Ğezze hilnayê, nabûhirî
Sîketin a qetlîamê, qêrîn a m'esûman, ferman a kuştinê...
...xewnê şeva kabûs in, nezerfermaş in bes li min
Lazim e platform bêne şewatê
Televizyon dakevin, jiber çava hilweşin
Da nezerên bêhêz û 'aciz temaşe nekin li mirina feqîr
Ha ev hal Xezze ye
Nezerên herî rûşûştî li ser te ne
Min fihêt e ji hebûna xwe
Di vê qiyamet a mehşerî de ez bi rastî te nabînim
Qêrînek bê deng e lefîya li dunyayê
Wek xeyal û serabê ber çavan dikeve
Gûşîyê sitêrkan e qey li asîmanê te
Yek ahû ye direve ji xwînmijan
Çaralî neyar, çaralî eşqîya, çaralî wehşet
Şevên tarî bi gumînin bajon doravên t'etîlê
Plaj û kevîşena wergerînin enqaza li keya û serokên deqandî.
Pozên bi xelekê xefî bi erdê xistin lazim tê li rewşa herî kort
Her yek xirarê ziblin cih digrin belaheq li rû zemîn
Hetanî famber bibin ev der Ğezze ye
Hemî gava tu li hemberê minî Ğezze
Xêz dikim bi serfirazî ya resaman
Gulla dirêsim bi dorhêla hozanan
Xweyn zafer, êş qerar e
Yekcar bi sûretek şolî li ber çavan dikeve
Ahû yek naçar direve ji xwînmijan
Dinhêrim li Nîl û Ferat û hetanî deryayên hemî Îslam
Di nîv Qulzemê stêrkên çavê ğezalê şop danîne
'Êbreta hov û har ji bakûr heta başûr
Şil nake ev baran, şewat dibare, dipey re tînsar û seqem divenijin
Çi bahoz rabûn li erda te bi xebîsî
Beşer germ nebû tucar li sibyanê
Xewnê nîvşeva dibînim ez tavanek tarî bû
Her êvar ne baran e dibare bombe ê yehûd in
Ev ne birûsk in di teqin, ûcdanê sizawar in
Di her zerreyek ğubarê de şerabnel dilibitin
Xaxem û oldarên çavbixûn li pey te dibezin.
Min nezanî belkî, nedî carek şadî û şendil
Libin kavila vedibûn belê bizrê gulberfînâ
Ketûberî dê biser keve 'amîyane
Li pergal û nîzama tekûz ğalib tên kevkanî
Çav qemişîn, hesab qelibîn
Mirovxwerên wehşî har û hêç dibin.
Bi rastî ew hal Ğezze ye.
-------------------------------------
Fek : Nihêrîn
Olan : Şewq
Rûxar : Ekran
Nezerfermaş : Kabûs
Dorav : Ada (bi tirkî)
Kevîşen : Plaj
Venijîn : Zelqandin
Sizawar : Cizakirî
Xaxem : Haham
Ketûberî. : 'Âdî, 'âmîyane