Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

ESKERÎYA APÊ HECÎ ŞEMDÎN

24.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar: Ebdullah KAVAN

‘Eqlê min çû dema avabûna Cumhûrîyetê. Sal 1923…  Di wê wextê de gelek tişt hatin guherandin. Gelek zordestî û nexweşî bû para vî milletî. Lê belê tiştên Cumhûriyetê kirine, ez dixwazim li ser navê apê me Heccî Şemdîn û eskeriya wî bînim ziman. Gelek cara apê Heccî Şemdîn keser ji dil dikişandin. Me digo “çer bû apo” Digot “Ne hûn bipirsin ne jî ez bibêjim. Dîsa eskerîya min hat bîra min” û berdevam kir…

Min şiva şivantîyî danî û çûm eskerîyê. Min qet lefza Tirkî nizanibû. Minê çawa cîyê xwe yê eskerîyê bidîta? Bavê min ez birim Şemrexê û ez li dolmişê siwar hatim û çûm Diyarbekirê. Temîya min li şifêr kir û vegerîya. Mala şifêr ava be, hetta cîyê desmêjê jî nîşanî min dida. Piştî em gihaştin cîyê xwe, ez teslîmî yekî kirim û ez birim alaya eskerîyê.

Li eskerîyê roja min a ewîlî pir zor derbas bû. Hevalên cem min giş Tirk bûn. Û min jî bi Tirkî nizanibû. Dûre min fêm kir ku li cem min yekî hîç nedipeyive heye, ew jî Kurmanc bû. Lê ji ber peyv û xeberdana Kurmancî qedexebû, newêribû bi Kurmancî biştexilîya. Jiber vê yekê jî hîç nedipeyivî. Carna ez û ew em bi dizî pevre diştexilîn. Lê qomûtan li cem me ba, me sukût dikir.

Eskerîya min destpê kiribû. Ro derbas dibûn û ez bi dizi bi hevalê xwe yê Kurmanc re diştexilîm. Lefza me bi qomûtana re çênedibû. Me xwe ji qomûtanan dûr digirt.  Rokê qomûtan ban mi kir û got “her li ser santralê şewqê min bîn (santral üstündeki kepimi getir)” Min santral fam kiribû. Li gor xwe min got qomûtan dibêje santralê bîne. Ez çûm cem santralê. Santralek biçûk bi diwêr ve bû. Şexsê li ber santralê navê wî Ehmed bû û Kurmanc bû. Ehmed bi Tirkî zanibû. Min got “Ehmed, qomûtan dibêje santralê bîne” Wî jî got “santrala çi, santral bi diwêr ve ye” Min ew tirsand, min got “Tu zanî heger tu santralê nedî, ezê herim ji qomûtan re bibêjim” Feqîro tirsîya û em herdû bi tornavîdayê ketin ber santralê. Me ji diwêr vekir. Û min li ser ketka zikê xwe kir û bir danî cem qomûtan. Qomûtan çav li santralê ket, hem ‘ecêbmayî ma û hem jî lêxistinek bi dilê xwe li min kir. Min santral dîsa bir ciyê wê.

Ez êvarê wexta çûm ser ranza xwe, dilê min bi min şewitî û ez têra xwe giriyam. Jibo çi ez bi Tirkî nizanim. Û çima zimanê Kurdî qedexeye? Çend heftê din derbas bûn. Ew hedîsa santralê min jibîr kiribû. Rokê dîsa qomûtan ban mi kir. Wexta ku qomûtan ban mi dikir, ez ditirsîyam. Û got “her ciyê malzema,  ji min re hors bîne” (git levazimdan bana balyoz getir) Min fêm kir ku dîs tiştekî dixwaze. Lê feqet balyoz çiye min nizanibû. Ez çûm ciyê malzema, kes li wir tunebû. Û ez ketim nav malzema. Gelo ev balyoz çiye? Mi rahişt birrekê. Û min di destê xwe de bir û anî. Min got welle eviya dirbê balyoz nade. Min rahişt çakûc. Bi çakûc min kir teq teq û dîsa min got ev jî ne balyoz e. Balyoz tiştekî giran bi min dihat. Û mi rahişt gelek malzemên din. Lê li gor min tu ji wan hundirê balyozê danedigirt. Carkê çavê min li hors ket. Mi rahişt hors û carkê li erdê xist. Toz rabû ji erdê. Min got balyoz, toz, dûman… Min got hebe tunebe ev e balyoz. Û min rahişte hors û çûm cem qomûtan. Lê nava min bi teperepe. Qomûtan jî bi destê min girt û got “afferîn” Wê çaxê wek dunya bibe a min…

Meselên apê min Heccî Şemdîn pirin. Feqet numûna Cumhûrîyetê li ser wî bi can bûbû. Bi sed hezaran însan cahil mabûn. Herfên ‘Erebî ji meydanê rabûbûn û herkes cahil bûbûn. Gelê Tirk herf nizanibûn lê bi Tirkî zanibûn. Lê feqîrên herêma me yên wek apê Heccî Şemdîn ne herf zanibûn ne jî bi Tirkî zanibûn. Ji ber vê jî eskerîya wan dibû wek çar eskeriya. Destpêka Cumhûriyetê ya ewilî weha bi zulmê destpê kiribû. Îro jî em li sed salê paşîn dinêrin, cumhûriyetê tiştên anîne: Bêtifaqi, nexweşî, dijîtî û hinek pirsgirêkên din. Îro ev teqûreqa li vî welatê me, du tişt bûnin sebebê wê: Yek laîkî. Bi vî navê laîkîyê temamê însanên oldar sûcdar dibînin. Ê din jî qewmiyetperweri ye. Bi vîya jî xwestin gomlegê Tirkîtîyê li her qevmî bikin. Ev herdû tişt jî li dijî fitreta însanane. Û ğeyrî qanûnên Xwedayî ne. Jiber vê jî destpêka pirsgirêka apê min Heccî Şemdîn berdevame…

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS