Bihar piştî sar û seqemê geş bû. Bi qudreta Xwedê, dar û newal tev şîn bûn. Bixêr vê sebta bê emê herin bêrîyê. Wê şivan civînê bidin maliya. Emê herin Hewşiyê Betta. Deng binav gund dikeve. Hin di ser taştê dene. “De zû law! Wextê bêrîyêye.” Lez bi kuflet dikeve, firağa hazir dikin û davêjin ser kerê. Li dervê gund wek kervanekî dighin hev. Bêrîvan ji hev re dibêjin “Te pîvaz anî?”
Çûna bêriyê roja pêşî bikêfe, wek da’wetê ye. Di rê de hem dişteğilin hem jî ça’vê xwe li şivanê xwe digerînin. Her şivanekî nîşaneke wî heye. Nîşana şivanê me; kulavê zer e. Xwedyê kulavê zer û keriyê pezê wî li sukura mezel xûyabû. De heydê bilezînin. Emê herin bêrîya xwe bigrin û kevirê ku ketine emê lêkin. “Mala qeymonçiya ne ava, kevirê me bar kirine.”
Bêrî hazir bû. Bêrîvanan şerwal û fanêrê berbêrîyê li xwe kirin, wa ew jî hazir in. Şivan bizin dan pêşiya xwe û pez kişand bêriyê. Wê du zilam herkê li alîkî pez bidin bêrî. Pîvaz di ser bêrîyê re avêtin ji hev re. Û dûvre li ber bêrîyê diçînin. Du pîrek jî wê bidoşin. Ji wan re digotin hellêbî. Hellêbiya jêhatî gulîskê bi ser satilê dixe. De bera du qiz jî bi serî bigrin. Ku yek bigre zor e. Hinek heywan mekroh in. Xwe li serbêriya diqelibînin. Hinek jî nigê xwe li satilê dixin. Divê baş bêne zeftkirin.
Ji şivên dipirsin, “Pez da’wa bêrîyê dikir?” Yanî têr buxara meğel dihat, ma’na wê wextê bêriyê hat. Satil tijjeh dibin, wê valakin. Kulavê şivan wê bikin talde ji bo ba lê nexe. Striyek xweşik jî bibînin, emê têxin devê kovika xwe. Maşallah galon tijjeh bûn, tev satilan. Zarok radihêjin kevirê biçuk û kefa ser satila dixun. Şikr û subhan ji Rebbê ‘alemê re. Mîh û bizin li vê çolê gihayê şîn dixun. Û di nav xwin û rêxê ra şîrê sipî didin. Ê kû bifikire, jê re gelek îbret tê de heye. Ku şîr hindik bûya, ji şivan re digotin. Te şîv û şevîn nekiriye. Şivan digot belê. Îcar wan jî digot: Şîv û şevîn şîri, berî bêrîyê tu meğelkî goştê mîha pîrî, Hela xwedî ne li berî, Ma qû ne şivan jî kurî.
De zûka bidoşin, wê cîran berî me xelas kin û serbêriya ji me bistînin. Bêrî vala bû, mîha ku ji bêrîyê revîya bû jî çûn di meğel de girtin û dotin. Dibêjin: Adar e, bibar e ğedar e, ne bar e bihar e. ‘Ewr reş bûn, berî ku baran bibare, em xwe bigihînin malê. Îcar wê vegerin û alinçvan li ber pez bihêlin. Di turikê alinçvan de gûz û hejîr hebûn. Alinçvanê me çillek bû. Çawa ji ba wî dan rê, ji xwe re got: “Ha di tûr dee, ha di hûr de.” û ket ser, gişt xwar. Se’etê buxwe. Baranê dest pê kir. Kulavê zer kişand ser sere xwe.
Wexta alinçvan tuneba wê bêrîvana bi xwe re taştîya şivan bianîya. Hêk ya ji bastêq diqelandin. Hineka jî helaw dianî. Mast ne dianîn, digotin wê xwewa şivan bê. Tenêbûn zahmet bû. Belê piştî her tengasîyê firehîyek hebû. Bêrîvan vedigeriyan malê. Şîrê xwe diparzûnandin û germ dikirin. Şîrê germ berra teştê didan. Heta hinekî sar biba, wê havên kiribanayê. Zarokan binê beroşê dixwar. Ma tê bê xweş bû? Şekirê çeqolat li ber wê ne tiştek bû.
Wextê nîvro tê, divê ku firavînê deynin. Belê berî wê jî divê destmêj bigrin û nimêja nîvro bikin. Tenê karê dinyayê nedibû. Ji axiretê re jî divêt. Ji xwe ê ku te’eta xwe kiriba û xwe ji gunaha biparêza, karê wî yê helal jî dibû îbadet. Xwedê qebûl bike.