Şeveke tarî bû. Di wê kêlîyê de ti hukmê sietê tunebû. Ne taqwîmek hebû li ba min ne jî ez xwedî şiûr bûm ku ez bizanibim ka wext sekinîye yan diherike û diguhere. Ê ku nizanibe ew ê gotibana temamê qernan li hev kom bûne û di xala bê dengîyê de rawestîyane. Ha di wê kêlîyê de bes ez û wî hebûn: Ehmedê Xanî…
Ehmedê Xanî, perdeya bêdengîyê da alîyekî û ji nav tarîtîyê derket û bi alîyê min de hat.
Ne dengê pîyên wî dihat bihîstin û ne jî sîya wî dihat dîtin. Lê di rastîyê de ew hebû.
Li ser wî cubbeyeke kevin hebû, ma kî dizane dibe ku wî, bi wê cubbeyê li wan kolan û sûkên Kurdistanê digerîya di wextê xwe de. Çavên wî vekirîbûn, lê westîyabûn…
Û ji alîyê wî ve dengek hat.. Ev deng; deng û sewteke wisa bû ku qernan li pey xwe hiştibû û giranîya her herfeke wê hebû.
Xwedîyê deng, yanî Ehmedê Xanî ji min re got:
-Tu li vê derê çi dikî lawo?
Min taqet nedî di heman kêlîyê de cewaba pirsa wî bidim.
Lewra min bi xwe jî nizanibû ez li kû me û çi dikim û lazim e ez çi bikim… Bes ez dizanibûm ku giranîyeke bi qasî Çiyayê Ararat û Subhanê di wê kêlîyê de xwe bi ser milên min de danîbû û barê min û bi qasî barê Kurdistanê giran bûbû. Ez nikaribûm tew bileqim…
Betilandin û bargiranîya li ser milên min ne ji ber barê giran a rastî bû…
Ji ber ku ez li welatê xwe, li ser axên xwe, li ser zinar û çiyayên xwe nizanibûm bi zimanê xwe û ji ber ku min nizanibû çawa bersiva pirsa ku ji min hatiye kirin bidim barê min giran bû û ez betilîbûm. Rûhê min di wê kêlîyê de difirfitî mîna çûkê serjêkirî, alem li ber çavên min reş û tarî dibû…
Piştî pirsa ku ji min kir, Ehmedê Xanî li ser kevirekî rûnişt, hema di wê kêlîyê de min jî xwe nêzî wî kir.
Em her du jî di nav heman bê dengîyê de û di nav heman atmosferê de rûniştin…
Dû re pirseke din jî ji min kir ku min qet hêvî nedikir pirseke bi vî rengî ji min bike:
“Lawo! Ma tu bi zimanê xwe dizanî?”
Bi hezaran zarokên Kurd di nav van 50-60 salên dawî de vê pirsa Ehmedê Xanî ji xwe pirsîbûn.
Min bi xwe jî gelek caran ji xwe pirsî û li ser vê pirsê ponijîm…
Ger min jê re gotibana “Belê ez dizanim” min ê derew kiribana.
Lê ger min gotibana “Naxêr ez nizanim” min ê şerm kiribana.
Lewra ez wî zimanê qedîm û şêrîn di xewnên xwe de dibînim, lê belê dema ku ez ji xew şiyar dibim qet nayê bîra min ew çi ziman bû. Mîna qurtek ava ku têhna meriv dişkîne ew ziman di rûh û bedena min de cî girtiye û bi zerreyên bedena min re bûye yek. Lê çi wextê ku ez dikim biştexilim mîna wê dilopa ava li ser lêvan ziwa dibe û ez nikarim biştexilim.
Min zêdetir dereng nexist û bersiva Ehmedê Xanî da:
-Ez hewl didim da ku hîn bibim. Lê zimanê min mîna xewnekê ji nav destên min direve û pişta xwe dide min.
Ji ber bersiva ku min da wî, ew berê xwe da asîmanan. Min nizanibû gelo ew li wan deran tiştekî dibîne yan na. Dibe ku wan zarok û însanên wext û dema xwe yan jî halê me însanên a niha temaşe dikir. Dû re careke din li min vegerîya û got:
-Me xwedîtî li zimanê xwe kir û me ew derxist asta edebiyata cîhanê. Lê we...
Piştî vê bersivê careke din kirasê bêdengîyê xwe bi ser wî de berda.
Dema ku ew xeber neda mîna ku temamê kelîme û gotin serê xwe tewandibin reng guhartin.
Lewra bêdengmayîna şairekî mîna Ehmedê Xanî mîna bêdengmayîna çem, rûbar û çîyayên Kurdistanê bû. Û min ev yek hîs kir.
Gotin û şitexalîyên wî êdî ne di kitêban de bûn. Lewra êdî ji kitêban derketibûn û her yek ji wan ji ber hal û ehwalên me bûbûn riste, malik, hevok û beytên zêmar û mersîyeyekê.
Di nav wê bê dengîyê de dîsa ji min re got:
-Lawo! Me ji bo vî gelî nivîsî, lê ev gel îro çi dike, ji bo parastina vî zimanî û berhemên ku bi wî zimanî hatine nivîsîn çi dike?
Ji ber pirsa wî, min gelek zêde şerm kir. Lewra ev yek sîtem û gazineke heqdar bû; lewra ev yek rewşa me ya îro ya Kurdan nîşan dida.
Di wê kêlîyê de ew zarokên ku zimanên wan hatine qedexekirin, nikarin zimanê xwe hîn bibin û nikarin bi zimanê xwe şi’rên şairên xwe bixwînin hatin bîra min, ew halê me Kurdên bêxwedî û bêwelat ên ku her yek li ser axa xwe ji çand û zimanê xwe hatine dûrxistin û bê xwedî, bê sermîyan, bê padîşah, bê serî mane hatin bira min û ez kêlîyekê fikirîm. Dîsa ez li wan însanên ku nikarin û newêrin bi zimanê xwe li ser kêla mirîyên xwe duayekê binivîsin, fikirîm.
Êdî em bûbûn sîya wê civaka ku ji ziman, edebîyat û şi’ra xwe dûr ketiye. Em bi zimanê Tirkî çîrok û meselokan ji zarokên xwe re dixwînin û em wan çîrok û meselokên Kurdî davêjin nav tarîtîyê û em wan binax dikin. Bi rastî jî di nav vê rewşê de em çawa û bi çi rengî li zimanê xwe xwedîtî dikin?
Xanî, bi dengekî lerzok cardin dest bi axavtinê kir:
-Me berhemên xwe bi zimanê xwe nivîsî bi serbilindî, me ew kir stêrkeke li asîmanan. Lê yên piştî me xwedîtî li wê stêrkê nekirin û ew stêrk xuricî û êdî jê eser nema…
Di wê kêlîyê de dinya li min xera bû, rûhê min firfitî, canê min êşîya… Ez di halê sekaratê de bûm… Lê min can nedida û ez bi heqîqetê re rû bi rû dimam.
Me xwe modern û nûjen(!) dihesiband. Lê di rastîyê de me kok û rehên xwe yên bi sedsalan qut kiribû û em ji edebiyat û zimanê xwe re bûbûn xerîb. Êdî me bi zimanê xwe nizanibû û me pişta xwe dabû edebiyata xwe.
Piştî van hizr û fikran min bi xwe negirt û ji Xanî pirsî:
-Eya Xanî! Çi wext zimanê me û helbestên me bê deng û bê xwedî man?
Wî ji min re got:
-Wextê ku we terka zimanê xwe kir bê deng û bê xwedî ma, wextê ku hûn hînî zimanê xwe nebûn ev yek derket pêşîya we. Wextê ku we xwedîtî li hebûn û nasnameya xwe nekir ev yek bi serê we de hat.
Ha di wê kêlîyê de min fam kir, me tenê ne şi’ra xwe bi heman miqamî dengê xwe, edebîyata xwe, çand û kultura xwe winda kiribû. Dîsa min fam kiribû kirasê milleteke din li me hatibû kirin û haya me ji me tunebû.
Heyf û mixabin û him jî sed carî…
Lê wê şevê tiştetekî gelekî xerîb qewimî.
Xanî wê şevê xeber da û min ew guhdar kir heta ber destê şeveqê…
Dûre di nav bê dengîyê de rabû û çû. Çûyîna wî ne ji ber çavan bû, ji nav dilan bû.
Mîna bager û babîsokekê lê da çû… Ne xatir xwest ne jî tiştek got…
Dema ku bû şeveq ez ji wê xewê hişyar bûm û ez çi bibînim. Li odeya min kitêba Ehmedê Xanî heye û vekirîye. Û di rûpela ku vekirî de wisa dinivîse:
………………………………………..
Ger dê hebûwa me padîşahek
Layiq bidiya Xudê kulahek
Te‘yîn bibûwa ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûwa ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmû ‘eleyhî û se’alîk
Mexlûb û mutî‘ê Tirk û Tacîk
……………………………………….
Ez mame di hîkmeta Xudê da
Kirmancî di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê hîmmet
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi remzê Ristem
Bifkir ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in
Kurmancî hemî li çar kenar in
Her du terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ku li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in
Ev qulzumê Rûm û behrê Tacîk
Hindî ku biken xurûc û tehrîk
Kurmanc diben bi xûn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Ciwamêrî û hîmmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji şeca‘etê xeyûr in
Ew çend e ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê hîmmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in
Da‘îm bi temerrud û şiqaq in
Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtazi dibûn xwudankemalat
---------------------------------------
Kurmancî ne pirr di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û huner û kemal û îz‘an
Şi‘ir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cinsi biba li ba wî me‘mûl
Ev neqdi biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bînave rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elîyê Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi bikim ku qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar