Ehlê dinyê, -j rîya Xweda, xwe dane âlî;
Hubba dinyê, -l ser dilê wan, konê xwe danî.
Hatina wan, serf kirna wan, -l gorî dilê wan;
Heram dixun, heram ved’xun, nema helâlî!
Ğafil mane ji Rebbê xwe, -d zewq û sefayê;
Di domîne, ev halê wan, hetanî kâlî.
Menfî’et û nefs û hewa, pûtin ji wan ra;
Heba çûye ‘umrê wan, lê jê nabin xalî.
Rojîw limêj, hecc û zekât, îman û Qur’an…
Ne muhimm in, ev li cem wan, -j mes’elê talî.
Kînê digrin, ji dîndâran, ji ‘alimên baş;
Dev davêjin, şî’ârê dîn, pir laûbalî.
Tu -d bê bes e, ev ne rê ye; vekin çe’vê xwe!
Çiqas bankî, şiyâr nabin, ew ji vî hâlî!
Ji banga heq, ‘aciz in ew; gûhê xwe digrin.
Lê -b wan xweş tê, dengê şeytên, banga batilî!
Şev û biroj, ji bo dinyê, dikin kêferat;
Barê dinyê, dan pişta xwe, kirin hemalî.
Lê bes dinya, ji bo kesî, ma qey bûye yâr?
Kesê li ser, fena bûye, piştî çend salî!