Tiştên ku li ser axa Kurdistan, li ser dîrok, çand, edebîyat û mafê Kurdan dibin ekser eksê qanûna Xwedê ne. Li vê sedsalê hiqûqa biratî, Îslamî û însanî temamî bin pê bûye.
Mînak: “Navê Kurdistan -Îran û Iraq xarîc- wenda bû, di destûran de qedexe ye. Perwerdehîya zimanê Kurdî yê fermî hêj ava nebûye. Serok, zana, alim û kefşvanên Kurdan di dîrokên fermî de xisusen jî li Tîrkîyê li ser nav û nasnameya Tirkan tê bahskirin. Ev mumkîn nebe jî ser navê Ecem, Ereban têne behskirin.
Mînak wisan e: “…bavê wî Tîrk e. Di hinek çavkanîyan de Ecem jî tê gotin; hinik dîrokvan û lêkolînêr jî dibêjin Ereb e!..”
Ev gotinên hanê; ji bo me Kurdan êş û jan e; ji bo birayên me yên qedîm jî şerm û rûreşîyeke giran e. Bi gotina Seyîd Riza; “Eyîvo, guneho, cinayeto! Ma ewladê Kerbela!..”
Ji bo vê jî me sernama nîvîsa xwe “Eger Destêm Bîghê Çerxa Felekê” danî. Ev gotina Baba Tahirê Uryan e. Wiha dibêje:
Eger destêm bîghê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bîpirsim ji wê
Te bi yekî daye sed nîmet
Bî yê dîn jî nanê ceh tevî xwîn
Me, di destpêka nîvîsa xwe de got ku birayên me deyndarê me ne. Destê tu kesî nagihêje çerxa felekê lê em dikarin gelek tiştan ji ehlê dîn, îman, însaf û wîjdanê taybetî jî ji birayên xwe yên Ereb, Tirk û Ecem bipirsin û hinek tiştan jî bibêjin. Em çavnêrê bersiva birayên xwe ne. Gerek hekayateke Kurdan a meşhûr “Biray Kose” dubare nebe!..
Li ser rûyê erdê bi navê Kurd nîjadek heye. Bi navê Kurdistan jî welatek heye. Bi serê gelê me yê mehrûm de gelek afat û musîbet hatin. Bêhed red, înkarî, asîmîlasyon, înfaz û îmha jî qewimîn. Meseleyên Koçgîrî, Dêrsim, Palo, Sason, Zîlan, Agirî; Mahabad; Helepçe… qewimîn. Pir tehcîr û komkujî çêbûn. Ev temamî li ser axa Kurdistanê qewimîn.
Yek ji van felaketan bi destê Fillahan, Emperyalîstan an jî bi destê Sîyonîstan çênebûn; bi destê birayên Kurdan yên Musilmanan çêbûn. Îro birayên me, ji bo van nebaşîyan jî deyndarê birayên xwe yên Kurd in. Ev belaya serê Kurdan bû lê deyn û dayîna birayên me yên Tirk, Ereb û Eceman e.
“Ka werin serê min û wê ecêbê” kuştîyê Kurdan temamî birayên wan ên Musilman in. Eyba reş, fedîya giran ev e: Hê jî ji van felaketan derseke ku ji bo derdê biratîyê derman be nehatîye girtin û nehatîye gotin. Hê jî birayên me li ser navên sazîyeke terorê, nijadeke 60 milyon mehkûm û înfaz dikin. Di meqamê tobe û helalî xwestin de hêj gotin û karên înkarî û qirrkirinan dikin.
Kurd û Kurdistan, ev çend hezar sal in di dîrokê de bû nav û navnîşana yekîtî, biratî û asayîşê. Çima, sedem çî ye îro dibe nav û navnîşana red û înkarkirin, îmha û çavnebarîyê?
Emrîka, Rûsya, Çîn û Maçîn bi “eyalet û otonomîyan, serbestîyet û herêman…” îstiqrar û asayîş dîtin; mezin û maldar bûn. Ji xwe emrê disturên Îslamî jî ev e. Ev çi tirs û çavnebarî ye li Kurd û Kurdistanê? Ev tirsa derewîn e, ev red û înkara cehalet û neyarîyê ye!.. Tu qezencek tune. Bi temamî xizmetkar û de’wetkirina emperyalîst û îstixbarata wan e.
“Xwedêyo tu hilneynî!..” Ev çi delalet û xefleteke kûr e? Xuya ye ku bav û kalan doh şaşî heta sûc û guneh kirine. Guhdarîya aqlê selîm nîne, ya aqlê le’în kirine. Faşîzma ku war û welatên Xerbê xerqê du şerên cîhanê kir; cehaleta ku Ewrupa xist nav felaketan, wehşeta ku di cîhanê de bû sedema qetlîama 100 milyon kesên masûm… Ev fikr û zikrên cahilî temamî îro di welatê me Musilmanan de ne. Sed sal e ev cehaleta wê ommeta hanê ji doh zêdetir û zûtir dişewitîne.
Şêxê Xanî bo levhatinên dewra xwe dibêje:
Tasek ji vê ava zelal nadim bi Ava Kewserê
“Levhatina Qesra Şêrîn jê” nabînim tu meferê
Piştê roja me kir tarî mirin xweş e ji emberê
Qesra Şêrîn li ber wan levhatinên ku di sedsala paşîn de hatin kirin, ne tiştek e. Musilman hemû bira ne lê levhatinan Musilman parçe kirin; her nîjadek bû xwedîyê derdeke mezin, ket belayeke kûr. Ereb bûn bîst û du dewlet; Tirk bûn deh dewlet. Ecem, Peştûn û Afrîqa malûm!.. Di nav vê hengameyê de bûyereke xerîb u ecêb jî bû. Welatê Kurdan bû çar par. Sê pisman an sê bira; yek li Surî, yek li Iraq, yek li Tîrkîyeyê ket… Yenê hesp û histêrê hevgirt, pihîn li rebena kerê ket! Cizîrî, bo vê dibêje:
Vê firqetê ebter kirin- Feryad ji destê firqetê
Derd zêde ne, lê ji me re îro derman acîl lazim e. Dermanê me; ne Emrîka û Ewropa ye. Sîyonîst israîl bi xwe jî ji derdê me re derman nîne û nabe ku ew qatilê Nebî û sebîyan e, dagirker û komkujvan e û le’neta çar kîtaban li ser wî ye!.. Ev babet,di rewşa Kurdistana Rojava de baş xuya ye.
Gelê Kurd îro di destê projeyên sîyonîst û emperyalîst da bûye pêlihîstok e. Ev ne qedera me ye. Sûceke mezin e, lê ne tenê yê Kurdan e! Herî zêde sûcê birayên Kurdan e. Bi red û înkarî, bi tehcir û komkujîyan Kurd bêçare û rêşaş kirine.
Ferd û nîjadên ku ji teref birayên xwe an cîranên xwe ve red û înkarîya wan bibe, an ew ê koçber û komkujîyan bibînin an jî ew ê her xeletî, hemû şaşîyan jî bikin. Dikevin nava her xeflet û delaletê, ji her hîsabên nebaş yên îstixbaratên emperyalîstan re dibin alet!.. Ma ne rast e?
Mem û Zîn evîndarê qedîm în. Berdin bila bigihîjin miradê xwe, bila şad bibin. Miradê aşiqan de tu xesaret tune. Tirs badilhewa ye hey hewar!.. Zîna Zêrrîn ji zordarê bavê xwe re dibêje:
Mem bo min û merhemet ji bo te/ Xem bo min û seltenet ji bo te (Xanî)
Miraz çi ye? Bi navê xwe, li ser axa xwe jîyan e. Belê, kerrbûna ommetê qezenca zordar û emperyalîstan e; lê îro ew dewletên ku behsa yekîtî û biratî dikin; bi xwe ommet kirine sed parçe; jîyan û distûrên wan neyarê yekîtî û biratîyê ne. Bi wan distûran, li ser wê jîyanê yekîtî û biratî nabe! Wele nabe! Bîleh nabe!... Rewş giran e bilind nabe!
Rîya Heqq yek e, heqîqet jî yek e. Gelê Kurd, helbet ji gelek şaşîyan re dibe alet. Sedema wî ji teref birayên xwe ve mehkûm û mexdûrbûn, perkende û mehcûrbûna wan e.
Lome ev e: Merhemet, şefqet û edalet a ku îsraîl û Emrîka teklîfê Kurd û Kurdistanê dike temamî dek û dolab e, kemîn û xwînmijî ye. El-Heqq!.. Ev rast e! Merhemet, şefqet û edaleta ku îsraîl û Emrîka dike, ferz e ku wê birayên me yên Musilman bikin! Ev ne xêr û hesenat e, bîzatîhî emrê Rebbê Alemê ye; distûra Îslamî, însanî û wijdanî ye!..
Îlahî!. Tu di nav Musilmanan de şefqet, merhemet, edaletê bîna bikî. Şerefa Îslamê, izzeta îmanê, lezzeta Qur’anê binexşînî li qelbê însanan, taybetî jî binexşînî li qelbê hukumat û serokên Musilmanan!.. Binexşîne ku ba zalim û zordaran re nebêjin “Hevalê min Cenabê Tramp..” û dinya xwe ava bikin û di qebrê de jî nebin muflis û ehlê dojehê!
Erda me di dorpêça kufr û zilmê de ye, lê cejn û ‘îda me jî hatîye ber derê me. Mêranî, merdî, dadmendî, îman û îxlas; derê bihîştê; cirantîya enbiya û ewlîyayan li ber çavê me, pêş lingên me ye!.. Ala xelasî û azadîyê jî li erdê, dengê Hemze bilind tê guhê me! Serbilind û serfirazî bê pûl û bêpere ye. Bibihîzin gelî dewlet û hikumet û serokên ser mehrûman!.. Werin şeref û izzetê!.. Werin îman û însafê! Werin xelasîya din û axretê!..
Yek berdêlek van qezencan heye: îman, edalet, şefqet û merhemet! Her hebî siyaseta însanî, vicdanî û medenî!.Wey li serê red, înkar û zordaran!.. Wesselam.