Di Edebîyata Kurdî de tesevvuf; ji edebîyata Tirk, Fars, Ereban jî ji yên nijadên Muselman ên din cudatir tiştek nîne. Tesewwuf; mîna îman û Îslamê bi pir rengan lê bi yek dengê di navbera me Muselmanan de li çand û edebîyata wan hatîye nexşandin. Di şi’r û edebîyatê de tesewwuf; di emel de îbadet, di qelb de îman çî ye ew bi xwe ye. Tesewwuf: “Eşqa Xwedê, di terbîyeya nefs û bêjeyeke ji bingeha ‘Wehdetê Wicûd” (yekîtîya heyîn) de ava dibe, bi remz û sembolan tê gotin ev e.
Di Edebîyata Kurdî ya tesewwufê gerek a dîwan gerek a gel de behsa eşq, şerab, qedeh-kase-tas, saqî, meyxane, qamet, seltenet, çav, bejn, kenîn, lihîstin- eşqbazî.. hwd temamî mecazî bo gotinên eşqa îlahî û rêwîtîya manewî ye.
Eşqa Îlahî û rêwîtîya rîya Xwedê her çi temamê nîjadên Muselman bî yek terz û yek awaz e lê di edebîyat û nezma Kurd de hinek ferqên taybetî jî hene. Melayê Cizrî wê reng û dengê Kurdî wiha dibêje:
Feyza me wekî Nîl e / Lê em Dîcle û Firat in
Şaîrên Kurdan, di hola eşq û evîn, hola tesewwufê de şi’r û şîret gotine, nivîsandine. Fikr û ramanên xwe, nezmê xwe şibhandine Hafizê Şîrazî, Ettar û Camî. Rîsteya Mela a jêrîn ji vê yekê re delîl e:
Ger lu’luyê mens û rê jî nezmê tu dîxwazî Wer şî’rê Melê bîn te bî Şîraz çî hacet
Di Edebîyatê de Têgehên Bijartî:
Wehdetê wicûd: Di Kaînatê de her çi heye ev temamî ji Xwedê ye, delîlê wî ye. Ez, tu, kevir û dar tune îlla Ellah..
Eşq: Ji Xaliqê Alemê re evîndarî ye. Eşqa heqîqî a ku Di “Dareyn” de evdan bermiraz dike ev hezkirin e. Ev şewate aşiq disojîne.
Fenafîllah: Di Zatê Xwedê de tunebûn. Nefs kuştîye, dîtin û gotin bo Heqq e.
Insanê Kamil: Bi exlaqê Xwedê hatîye terbîyekirin. Sal, îrfan, tecrube, îman û îxlasa wî bê kêmasî ye.
Saqî: Murdşîd û rêber e. Ji aşiq re şeraba ilahî îkram dîke. Ew, çavnêrê aşiq e.
Meyxane: Cihên eşqa ilahî tê girtin û dayîn. Tekye, zawîye an dergah. Murşîdê meyxanê saqî ye. Şeraba ilahî îkram dike.
Qedeh û mey (şerab): Evîn û eşqa Rebbê Alemê ye. Kaînat bi wê eşqê serxoş e. Aşiq bi wê qedehê ji qeyd û bendên dinê azad dibin lê ev jî nabe nesîbê her kesî.
Zulf- zencîr: Dilê aşiq û salîk li ser wesfên Xwedê girê dide. Sifeta Xwedê “el-Celal” e.
Pîr/Murşîd: Rêber û rêzanê derd û de’wa ilahî. Gotin û fî’lên wî, mirîdan re mînak e. Enbîya, ewlîya, şêx, seyîd, çelebî belkî jî ocaxên van kesan.
Nefsa emmare: Daîm xwestin û emr dike. Ji minkîrî û îsrafê nerevî. Ji wî re terbîye û tobe lazim e.
Tesawwuf: Paqijkirina qelb, terbîyakirina nefs e, bi xewf û umîd ber bi Xwedê ve çûyîn.
Sofî: Rêwîyê rîya Heqq. Bi tobe û tefekkurê diçe dergaha ilahî.
Terîqet: Rê û rêçala Xwedayî ya taybetî.
Tecellî: Nav û nîşanên Xwedê yên ku di qelbê aşiq de dixwuyê. Ev “dadê Xweda” ye bî kesba evd nabe.
Beqabîllah: Piştî “fen”ê (tunnebun) gîhaştina li Xwedê, di Xwedê de heyî bûn, bênemanî.
Zuhd: Tenê Xwedê dîtin û fikirkirin..
Wîrd: Di demên bijartî de xwendin an jî gotina hinek “ayet, du’a u zikrên” taybetî.
Rabite: Mirûîd, xîyala suretê murşid dike û bi benden manewî girêdayîyê wî dibî.
Melamet: Ji şoret û pesnan revandin; veşartina îbadet, qencî û xêratan.
Seyr û silûk: Rêwîtîya manewî bo terbîyeya nefsa emmare. Rêç û doza Xizir û Îlyas (re).
Mertebeyên Nefsê:
Li gorî jîyan, tecrube, perwerdehîya nefsa û kesba evdan ava dibe.
Rêzên mertebeyên nefsê çar in: “Emmare; Lewwame; Mulhîme; Mutmeînne; Radîye; Merdîyye, Kamile.” Nefsa Kamile; derece, wesf û hisna însanê kamil e.
Mezmun û Nîşan:
Evîn: Maşuq e. Di edebîyata beşerî de însan; di tesewwufê de siltan, şah, xoce ye. Nazdar e, ezab e, zalîm û kafir e. Wuslet û qencîyan re destgiran e.
Bejn: Qedd û endam. Spîndar, selvî, şîmşad, elîf, nîhal, şitla teze, zirav e mîna mû.
Çav/ mûjgan: Tîr, şûr, xençer, cazû (pîrhevok), nêrgiz, kafir (dizî/veşartî), fettan e.
Birî/ birh: Ebrû, tîrkevan, keman, heyv, mîhrab.
Dev/ dehan/fem: Xonce, xal, herfa mîm, qedeh, ava heyat (heywan).
Por- Zulf: Zincîr, kemend, pişt, şev, mar, miska Tetar.
Didan/ diran/ dendan: Durr (încî) û mircan, stêrk, zîv.
Gep- dêm- hinarik- ruxsar: Herfa lam; sêv; gul, lale, agir, roj, cennet.
Bilbil- tûtî- tûteber: Aşiqê ax û zar e; bela û belaya eşqê dixwazî.
Gul- sosin: Bi bihn, reng û dengê xwe evîn e. Teşbîha Xwedê, Resûlê wî, enbîya û ewlîya…
Di Edebîyata Kurdî ya Tesewwuf û Kevnar (Klasîk- Dîwan) de “evîn”; ewwil Xweda ye. Resûlê Wî, enbîya û ewlîya… jî evîn in. Evîn û şerab; behsa rihê işqê dike.
Pîrê eşqê Mewlana; di beyna “qamîş, av, ney û işqê” de eleqeyek kûr dibînî. Behsa “Bezmê Elest, Qal û Bela; afirandin û bey’et a ezel..” dike. Di nava milyonan de “tenêtî, xerîbîya adem; maldar û neçarî, gazina adem; di rîya dûr û dirêj de çûyîna adem…” temamî ev mes’ele ye. “Înna lîllah..”; em ji Xwedê hatin, dîsa vedigerin Wî. Wusleta Xwedê Camalullah; di Dîwana Kebîr de wisa tê îzahkirin:
بشنو اين نى چون حكايت مىكند
از جدايىها شكايت مىكند
Welatê ney û nay; devê newalan, nava qamîşan (zîl) e. Ji wir qetandine û ji welat dûrketîye. Bêav û bêyar maye. Bi wî re dinale. Bo çi? Ji bo ku ji welatê xwe dûr maye. Ji welat bêhedd û hîsab, namûtenahî dûr e. Gelo kû dere? Adresek heye ji qebrê wê de! Derê qebrê terxîskirina dinê re ehlîyet e. Mirîyan dibe wê menzîla dûr û kûr. Gîhaştina wê menzîlê çareyek heye; “mirin!”
“Mirin ne tunnebûn e; bîlakîs ji jîyana ebedî re şîyarbûne; xelasîya zîndana dinê ye, gîhaştina nîmetên bêhîsab, lezetên ebedî û dîtina Cemalullah e!.. Mewt; ji tunnebun û eczê xelasî ye.”(Nursî)
Îmamê Elî (re) derê şehadetê de dibêje: “Dilop gîhaşt behrê; dil, bermirad bû!” Rebbê Rehîm, me jî ji wê şahîdbûnê nesîbdar bike! Amîn.
Şî’rên Dewer a Tesewwûfê
Di hola îlahîyat û tesewwufê de gelek şi’r hene. Cureyên zede; “qesîde, xezelîyat û gulbang (îlahî)” în. Di hinek terîqetên Caferî (Elewî- Bektaşî) de axleb “dewir, nefes, şethîye (kûrhenek) û nutiq” tên dîtin. Di Bektaşîyan de saqî, Îmamê Elî (re) ye; şerab, Ava Kewser e. Neyar ên Alê Beytê jî îkrama Saqî (Îmamê Elî) mehrûm in.
Di derdorên medrese, tekya û dergahan de cûreyên van qesîde, xezelîyat û rîsteyên îlahîyan hatine nîvîstin û gotin!
Di şî’rên Melayê Cizrî, Şexê Xanî, Feqîyê Teyran, li pêş vanan Baba Tahirê Uryan (Tazî) de gelek têgihên tesewwufê mewcûd in. Em, nezmên ku di derdorên medrese, tekya û dergahan de hatine gotin.